Kurtejiyana Cegerxwîn (1903-1984)
Jidayikbûn û Zaroktî
Cegerxwîn bi navê şêxmûs ji dê û bavekî gundî-cotkar-belengaz di sala 1903’an de li gundê HESARÊ hatiye cîhanê, ji (11)de xuşk û bira tenê sisê mane: Sêxmûs, Xelîl, Asya. Di sala 1918an de bavê wî Hesen li bajarê Amûdê serê xwe danî û çûye ser heqiya xwe. Di sala 1919’an de li gundê Bêdir-Memo diya wî Eyşan ya heftê salî jî serê xwe danî û çûye ser heqiya xwe. Cegerxwîn pêlakê li cem xuşk û birayê xwe maye.
Jiyan û xebata li Binxetê (Rojavayê Kurdistanê)
Di sala 1920an de çûye xwendegeha olperestî û çend salan li ser hev li Kurdistana Sûrya yê, Îraq û Îranê jî li xwendinê geriyaye û rewşa gelê Kurdistanê baş nas kiriye.
Di sala 1927’an de keça xalê xwe Kehla Selîm ji gundê Hesarê ji xwe re tîne û li Amûdê bicî dibin.
Di sala 1928’an de xwendina xwe qedand û îcaza xwe wergirt û bû melayê gundê Hazda jorî û di wê salê de dîwana xwe ya yekemîn nivîsiye, ev dîwan winda bibû û berî 3 ê salan ketiye destê me û heta îro nehatiye çapkirin.
Di sala 1936’an de, Cegerxwîn bi çend malên gundiyan ve du gund li jêrê avaniyê avakirin(Çêlek û Cehenem).
Di sala 1937-1938’an de, Cegerxwîn û hevalên xwe Nadiyek-Komelak li bajarê Amûdê ji xortên kurd re vekirin û komela wan gelek berepêşçû, lê bi navtêdana hin mirovên nezan û dijminê miletê kurd Firansizan ew komele girt.
Di sala 1946’an de Cegerxwîn mala xwe ji gund guhaztiye bajarê Qamişlo û ketiye nav pêlên rêzanî û siyasetê û di wê salê de Civata Azadî û Yekîtiya Kurd hate çêkirin: Dr. Ehmed Nafiz serok û Cegerxwîn sekretêr…
Di sala 1948’an de Cegerxwîn bûye hevalê Partiya Komunîst a Sûrya yê. Di sala 1949’an de cara yekemîn bû ko Cegerxwîn hatiye girtin. Di sala 1950’an de Cegerxwîn dikeve Civata Aştîxwazên Sûrya yê û di hundirê wê de kar dike. Di sala 1954’an de Cegerxwîn ji hêla komonîstan ve bû namzadê perlemana Sûriya yê.
Di sala 1957’an de Cegerxwîn ji komonîstan dûr dikeve û di wê salê de Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina AZADÎ sazdikin û piştî pêlakê Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina xwe fesix dikin û bi Partiya Dîmoqratî Kurdî re dibin yek.
Di sala 1959’an de Cegerxwîn direve Îraqê û sê salan li wir dibe mamosteyê zimanê kurmancî li Zanîngeha Bexdayê perçê kurdî. Di sala 1962’an de hukûmeta Îraqê bera Cegerxwîn dide û ew û zarokên xwe vedigerin Sûrya yê, Cegerxwîn tê girtin û piştî pêlakê tê berdan.
Di sala 1963’an de dîsa Cegerxwîn tê girtin û dikeve Zindana Mezê li bajarê Samê, lê piştî pêlakê tê berdan lê wî nefî (Surgun) dikin û dişînin bajarê Siweyda nav Durziyan, lê piştî pêlake ne dirêj tê berdan û vedigere bajarê Qamislo yê.
Di sala 1969’an de Cegerxwîn diçe Kurdistana Îraqê nav şorişa kurdî û nêzîkî salekê li wir dimîne. Di sala 1970 yî de Cegerxwîn ji Kurdistana Îraqê vedigere Sûrya yê. Di sala 1973’an de Cegerxwîn direve Libnanê û dîwana xwe ya sisyan KÎME EZ? Û çîroka Salar û Mîdya li wir çap dike. Di sala 1976’an de Cegerxwîn vedigere Sûriye yê û heta sala 1979’an li wir dimîne.
Li Swêdê
Di sala 1979’an de Cegerxwîn ji Sûrya yê direve û diçe Siwêdê û pênc salên xwe yên dawî ji jiyana xwe li Siwêdê derbas dike. Di 22-10-1984’an de li bajarê Stockholmê Cegerxwîn serê xwe danî û çû ser heqiya xwe. Cegerxwîn di hewşa xaniyê xwe de li bajarê Qamişlo yê hatiye veşartin. Zarokên wî yên ko li dû xwe hiştine du kur û çar keç in: Keyo, Azad, Gulperî, Rojîn, Beniye, Selam. Neviyên wî 26 kes in.
Sala bîranîna Cegerxwîn
Cigerxwîn, dengê êşû azara gelê Kurd di têkoşîna azadiyê de, di sala 2003’an de kete sedsaliya xwe de. Cigerxwîn ku navê wî yê birastî Sexmûs Hesen e, di sala 1903-an de li gundê Hesarê girêdayî navçeya Kercosê ye, ji dayik bû. Piştî ku di temenekî biçûk de dê û bavê wî çûne ser dilovaniya xwe xwîşka Cigerxwîn ew bire cem xwe. Dema ku ew yanzdeh salî bû, di destpêka şerê yekemîn yê cîhanê de, tevlû malbata xwîşka xwe binxet bû û bû penaber li welatê xwe. Ew li gundê Amîd girêdayî Qamişloyê bi cih bû. Cigerxwîn di sala 1921-an de xwendina xweyî medresê bi dawî kir û îcazeya melatiyê wergirt. Piştî vê yekê Cigerxwîn dest bi melatiya gundê Tell Sair kir û ji ber vê yekê jî navê Mele Sexmûs lê hate kirin.
Dema Cigerxwîn li gelek cihên başûr û rojhilatê Kurdistanê xwendina xwe ya medrese didomand, wî êş û azarên gelê Kurd ji nêzîk ve dîtin û navê Cigerxwîn li xwe kir. Jiyana Kurdan ya sext û zor û zehmetiyên jiyana wî bi xwe ew xistine nava nakokiyên hundirîn.
Cigerxwîn ji sala 1924-an û pê de dest bi nivîsandina helbestan kir. Piştî têkçûna serhildana Sex Saîd, heştên neteweyî yên Cigerxwîn gurrbûn û ew bû endamê rêxistina Xoybûn ya ku ji aliyê rewşenbîrên Kurd ku penaberî Sûriyê bûbûn hatibû damezirandin. Wî di 24 saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestan di kovara Hawar de kir. Dilnermiya wî û mirovaniya wî û xwendina wî ya medresê bûn sedema wan berhemên wî yên ku bîna berhemên wêjeya klasîka Kurd jê tê:
Cana xwe derîne tu ji pişta çeperê,
Perde tu hilîne, ku li min roj bê derê,
şevreş bike ronî, tu bi loks û fenerê,
Maçek ji du lêvan bide, ey lêv şekerê,
Ew e dermanê birînê û kul û derd û kederê …
Piştî demeke kurt Cigerxwîn berê xwe da civata feodal û paşverû. Wî di helbestên xwe de bi tundî xwudkarên feodal û olî rexne kirin. Li gor wî sedema bêbextî û êşa karker û gundiyên Kurd ev hêz bûn û di heman demê de wa rê li azadî û serxwebûna gelê Kurd jî girtibûn. Ronak kirina gelê Kurd di derbarê rewşa civakî û parvekirina hêzan de di civakê de ji bo Cigerxwîn berî hertiştî dihat, ji ber vê yekê jî helbestên Seydayê mezin di destpêkê de li hemberî hêzdarên olî, şêx û mela bûn:
…
Hawar dikim,
Ranabî kes
Sêx û mela
Û pîr û qes
Bi xaç û xist
Û mizgevt û dêrEm xistine
Tora neyêr.
Hawar, hewar
Hawar, hewar !
Van çûçikan
Dexlê me xwar.
Sed camî û
Dêr û kenişt
Naqos û bang
Û tîr û xişt
Sed lek ji
Tîpên Lemterew
Bi kêr me nayên
Tev derew.
Cigerxwîn bi dil û can hewl dida piştgêriya têkoşîna azadiya gelê Kurd bike. Wek mînak di dema muxtariya sala 1961-an li başûrê Kurdistanê wî li zanîngeha Bexdayê beşa Kudiya Jorîn saz kir û ji bilî vê wî bernameya çanda Kurd di radyoya Bexdayê de amade dikir. Ji sala 1959 heta sala 1963-an Cigerxwîn li Bexdayê dima. Ji bilî helbestên siyasî (neteweyî û sosyalîst) wî helbestên li ser evînê jî dinivîsîn, ku pirê caran êşû jana evînê tanîn ziman, herwiha carcaran behsa xweşî û şahiya evînê jî dikirin. Gelek stranbêjên Kurd Helbestên wî ji bo stranên xwe bi kar anîn. Heşt dîwanên Cigerxwîn yên helbestan hatine weşandin, herwiha wî pirtûka bi navê “Tarîxa Kurdistanê”, ferhengeke zimanê Kurdî û pirtûkên li ser folklora Kurdî. Bi kar û barê xwe û bi berhemên xwe Cigerxwîn di ronakkirina girseyên li Kurdistanê de rolêkî gelekî mezin leyistiye. Mirov dikare wî mîna nîşaneke neteweyî bibîne. Cigerxwîn parabêtir jiyana xwe li Qamişlo borand, lê paşê mecbûr ma ku dev ji welatê xwe berde û here Stockholmê. 22-ê êlûna sala 1984-an Seydayê Cigerxwîn çû ser dilovaniya xwe. Cigerxwîn li hewşa mala xwe ya li Qamişloyê bi tevlîbûna dehhezaran Kurdên heskiriyê helbestên wî hate bi cih kirin. Ev kesayetiya mezin ya wêjaya Kurd, mamosteyê Qedrican, dikeve sedsaliya xwe. Divê ku ew newe ji bîr kirin.
Berhemên Cegerxwîn
Helbest
1- Dîwana yekem: Prîsk û Pêtî, 1945 Şam
2- Dîwana duyem: Sewra Azadî, 1954 Şam
3- Dîwana sêyem: Kîme Ez? 1973 Beyrûd
4- Dîwana çarem: Ronak, Weşanên Roja Nû 1980
5- Dîwana pêncem: Zend-Avista, Weşanên Roja Nû19
6- Dîwana şeşem: Şefeq, Weşanên Roja Nû 1982
7- Dîwana heftem: Hêvî, Weşanên Roja Nû 1983 Stockholm
8- Dîwana hestem: Aştî, Weşanxana Kurdistan 1985 Stockholm
Ziman û Ferheng
1-Destûra Zimanê kurdî, 1961 Bexda
2- Ferheng, perçê yekem,1962 Bexda
3- Ferheng, perçê diwem,1962 Bexda
Wergerên wî
Kurd. Basîl Nîkîtîn
Mînoriskî
Leyla û Mecnûn
Ûsiv û Zelîxe
Çîroka xortê îranî
Dewleta Mahabadê
Kêferat li ser Kurdistanê, Xalifîn
Baqismatê res
Dîrok (Tarih)
Çend Şoreşên kurdên kevnare
Destûra Kurdistanê
Dewleta Eyûbî li Yemenê
Tarîxa benî Eyûb perçê 1
Tarîxa benî Eyûb perçê 2
Tarîxa benî Eyûb perçê 3
BI KURTÎ JÎNA MIN
Sala hezar û nehsed û sê ez hatim dinyayê
Bi navê Siltan Şêxmûs ez çêbûme ji dayê.
Heta bûm sêzde salî li gundê me’y Hesarê
Jîna xwe min diborand, paşê ji wê me da rê.
Bavê min î rîsipî, xwedî mirov û rûmet
Ne mirovek malgenî, bi namûs û bi xîret.
Ji tengasî, neçarî me ew gundê xwe berda
Hatin Amûda rengîn, bavê min zû emir da.
Diya min a belengaz, pêncî salî, dilovan
Salek piştî bavê min, ew jî li wî bû mêvan.
Birayê min nîvmela ji alema ronahî
Rast û dirist ku bêjim, ew tiştekî nizanî.
Wî pîreka xwe anî, bê wijdan û bê mejî
Bi gotinên xwe ên çors, ew min bêderb dikujî.
Xwişka min a xemnexwar, bê insaf û bê wijdan
Ez reviyam hatim cem, wê jî ez kirim şivan.
Geh li vir û geh li wê, min ezabek mezin xwar,
Ya Elah û ya Xwedê, paşê bûme xwendewar.
Jîna min ya kevnare, êdî hate guhertin
Tev xweşî û zanebûn, heft heşt salan hin bi hin.
Min dest bi kurdiyê kir, peyda kirim çend mirîd
Bi xweşxan û reşbelek xesma piştî Şêx Seîd.
Paşê çûme Iraqê, ji wê ez çûme Îran
Heçî kesê bidîma, ji min dimane heyran.
Berî sala rehmetî, bi Çar salan ” Dilbirîn “,
Di şi’rê de navê xwe min datanî ” Cegerxwîn.”
Min îcaza xwe sitand bi serbestî, mêranî,
Ji nû keça xalê xwe, ji Hesara xwe anî.
Bûn melayê Hazda jor, cibepoş û ser bi şaş,
Ji nû riya rast û xweş, bû serjor û rêl û kaş.
Min bi dûvê dinê girt, vîna wê ket dilê min,
Barê gund û ê kuflet, hemî ket ser milê min.
Paşê hate bîra min ku ez bibim xwedî gund,
Dilê min jî gote min ” gelek baş e, gelek rind.”
Min ji axa Cizîrê, du gund kirin kul û xem,
Navê yekî Çêlek bû, ê din me kir Cehenem.
Di nav me de nemabûn, ne axa û ne kêfxwe,
Elo, Celo, Kumbiqul, min tev kirin wekî xwe.
Roja me gund ava kir, kete rastê mixtarî,
Gundên me bûn berberî, dijminahî, neyarî.
Tevan girtin darên xwe, bûne weke gurên har,
Ji wî bextê min ê reş, kurê Potê bû mixtar.
Sermiyanê wî derew, li ser wî bû berberî,
Wek Duçeyê talyanî, paşê wî bi xwe de rî.
Xwedî mal û xwedî gund, li bergîlê bû siwar,
Rê xiste mala xwe, Tiro! Paşê bû etar.
Piştî ilmê xwe ê pir bûm Dodoyê qulungvan
Bûm hevalê Kumbiqul, kurê potê sermiyan.
Ev cîhana xapînok, heta min xwe jê nas kir,
Çikim fêde nemaye, emrê xwe min xelas kir.
Ji bo rastî dibêjim, li nav dîna bûme dîn,
Heta bimrim ji nû ve, xelk dê bêjin Cegerxwîn.