ez ê
pêrgîhatina te bi bişirînên gulrengîn
pêşwazî bikim
xalîçeya qedîfe
li ber lingên te ya narîn raxim
delaliya bejna te ya zirav
bi fîstanê hevrîşimî
bixemilînim
li ser mizgîniya xêrê
kilama agirê evînê
bilorînim
di şadiya sermestiya xwe de
semaha îlahiyan
bigerînim
çûka dilê te ya nazenîn
di hêlîna qefesa xwe de
bihewînim
keziya porên te ya xumrî
bi morî û mircanên hesretê
bihûnim
û piştî mirina xwe
ji kortika çavên te re
helbestên kor û kulek
bihêlim
tu
gulgenima zeviya zozanên min î
qiblegeha duayên barana min î
hûriya baxçeya bihuşta min î
bêhnxweşika min
ma tu nizanî
şevistanên şîngirêdayî
sînorên bedena min
dorpêç kiriye
ez
ji derdê şewata bîbikên çavên te
ketime tayê
li hingurê êvarên tenha
bendewarê siya henasa te me
li perestgeha giyanê xwe
tizbiya sebirê
dikişînim
ji şûşeya kul û kederan
lezeta xeyalên te
vedixwim
ji pêsîra heyva çardehşevî
êşa salên qehpik
dimijim
di xumexuma çemên sewdaya te de
avjeniyê dikim
tu
salnameya tava sibehên min î
çîçeka hewşa biharên min î
şerbeta tasa destê civata min î
di tunebûna te de
kolanên bajarê serserî
li min bûn zîndan
li ber pencereya bendemanê
awirên mesûm qerimîn
çira odeya bêdeng
vemirî
dilop dilop rondikên xeman
ji ferhenga bîranînan diniqutin
dilê xeşîm
di pîzota agirdanka hezkirina te de
hate biraştin
laşê min
di çarenûsa mişextbûyî de
dilerizê
li nav bêxewiya nivînan
kûr kûr dinalim
gulnarîna min
ma çima te
pişta min da dîwarê keservedanê
ava coşa jiyanê
li min herimand
û li serê min teyrokên xopan
barandin
Xizan Şîlan
Stockholm