Share |

Şêwekara Kurd Hîva Ismaîl: “Şêwekarî ji bo min piştgiriyeke derûnî ye” … Hevpeyvîn: Imran Yûsiv

Şêwekara Kurd Hîva Ismaîl
Şêwekara Kurd Hîva Ismaîl

 

 

Hîva Ismaîl, li bajarê Kobaniyê ji dayik bûye, di sala 2010an de ji  Peynageha Hunerên Jinan der diçe, 9 salan weke mamosteya hunerên bedew kar kiriye, beşdarî çend pêşangehên hevbeş li Rojavayê Kurdistanê bûye.

•       Çawa we dest bi karê şêwekariyê kir, di der barê wan destpêkan de hûn dikarin çi ji me re bibêjin.

•        Ji ber min Peymangeha Hunerên Jinan xwendiye, min weke mamoste di hînkirina wênekêşiyê de kar kir, di destpê de min ji karên destan hez dikir, ew jî cureyeke hunerî ye, piştre min xwest ez xwe di hunera şêwekariyê de xurt bikim. Di sala 2018an de, li ber destê şêwekar Mihemed Şahîn 4 mehan ez fêrî hunera şêwekariyê bûm, di wê demê de min hinek tablo bi qelema resasê çêkirin û li mozexana Kobanê hatin pêşkêşkirin. Piştî 9 mehan min dest bi rengên eklîrîk kir û min çend tablo çêkirin. Min dît ku hunera şêwekariyê tevî zehmetiya wê, lê ew ji karên destî  zêdetir dikare derbirînê bike, lewra min berê xwe da vî warî ji hunerê, ez dikarim bibêjim ku ev 4 sal in min dest bi karê hunera şêwekariyê kiriye.

•       Tablo guvaşa giyanê hunermend e, kengî têkiliya te bi tabloyê re destpê dike û kengî bi dawî dibe ?

•        Eger tu ji karekî hez nekî tu nikarî wî karî temam bikî. Ez xwe di tabloya xwe de dibînim û tiştê di hundirê xwe de li ser dirjînim. Di destpêka min de, tablo gelek dem bi min re dixwar, lê hin bi hin û bi naskirina rengan û vedîtina raza wan, her weha pêşketina teknînkên min ew dem kurtir dibû. Piştî ez tabloya xwe bi dawî dikim ez bi wê re diaxivim û danûstandinê pê re dikim.

 

•       Rengên ku hûn di tabloyên xwe de bi kar tînin pir zelal û geş in, gelo ev ji çi hatiye ?

•        Ez hez dikim hemû rengan di tabloyên xwe de bi kar bînim, ez ji hemû rengan hez dikim, ji ber cîhan hemû reng in. Dema ez geşbîn bim rengên buharê bi kar tînim. Min rengên tarî jî bi kar anîne, dibe ku ew jî ji ber bandora salên şer û wêraniyê be. Vî şerê berdewam bandor li derûna min kir, min komkujiya Kobaniyê ya şeva reş jiyan kir, ez di nav de bûm, min dît çawa kes û karên min û xelkên bajarê min têne kuştin û serjêkirin, derbasî mala me jî bûn û xwestin me jî bikujin. Ew kêliyên tirs û sawê ên ku di wê şeva reş min jiyan kirin krîzeke derûnî bi min re çêkir. Ta demekê jî piştî komkujiyê min xwe vedişart û ditirsiyam. Ew dîmen ji bîra min naçin. Karê şêwekariyê ji min re bû piştgiriyeke derûnî û ew krîza derûnî hin bi hin li ser min sivik kir. ji salekê û vir de ez hemû rengan bi kar tînim.

•       Gelo em dikarin bibêjin ku we şêwaza xwe ya hunerî  vedîtiye yan hûn hîn di qonaxa lêgerînê de ne ?

•        Ev çar sal in ku min dest bi karê şêwekariyê kiriye, min hin şêwaz bi kar anîne û ez ji dibistana cîwerî hez dikim, lê hîn ez negihiştime qonaxa vedîtina şêwaza xwe ya hunerî ya taybet . Ez hest dikim ku ez dikim derbasî qonaxeke nû bibim.

•       Tu keça Kobaniyê ye, di der barê bandora vî bajarî li we û hunera we de hûn çi dikarin ji me re bibêjin ?

•        Rengên ku ez bi kar tînim ji xwezaya Kobaniyê ne, ji buhar û zeviyên wê ne, ji çandinî û ezmanê wê ne. Her weha kultur û folklora Kobaniyê ya kurdî jî di tabloyên min de diyar e, cil û bergên jina kobanî, ew destmala sipî û rûyên tije êş û wêrekî, ev hemû ji tabloyên min re dibin hêman.

 

•       Di vê geşta we ya hunerî de, hûn rastî çi zehmetiyan hatine ?

•        Zehetiya herî mezin ji bo her şêwekarekî ku li welat dijî zehmetiya madî ye. Alavên şêwekariyê pir buha û kêmpeyda ne û bidestxistina wan pir çetin e. ji bo ku şêwekar bikaribe karê xwe berdewam bike divê ev pêdiviyên hunerî jê re peyda û li ber destan bin.

 

•       Hûn rewşa hunera şêwekariyê li Rojavayê Kurdistanê çawa dinirxînin ?

•        Berê, civaka me bi sivikatî li karê hunerî dinerî, lê di çend salên dawî de ev nerîn hinekî hatiye guhertin û civak rêzê ji huner û hunermendan re digire. Lê mixabin ji ber rewşa şer, gelek şêwekarên me ji welat derketin û koçber bûn. Vê yekê bandor li tevgera hunerî kir. Şêwekarên ku li welat mane jî rastî gelek astengî û zehmetiyên jiyanê tên, lewra divê piştgirî ji wan re bê kirin ta ku  bikaribin di karê xwe de berdewam bikin.

•       Ji bo pêşerojê, çi projeyên we hene ?

•        Ez dixwazim pêşengeheke tekane ji karên xwe re vekim, lê di warê bidestxistina alavên şewekariyê de ez gelek zehmetiyan dibînim.

•       Gotina we ya dawî ?

•        Ez ji hunermendên ku li hundirê welat dijîn dixwazim ku karê xwe berdewam bikin û hemû zehmetiyan derbas bikin, her weha ez ji hunermendên derveyî welêt jî dixwazim ku alîkariya hunermendên hundir bikin, têkiliyan bi wan re girêdin, karine hevbeş bi hev re bikin, werin pêşengehan li hundirê welat li dar bixin ta ku her du alî sûdê ji hev û du werbigirin û tevgera şêwekariyê li pêş bikeve.

 

Rojnameya Welat