Helbestvan û nivîskar Şêxmûs Sefer di 1977 li Mêrdînê ji dayîkbûye, di sala 2012 bû serokê Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê, û di sala 2013 di encama kongira 8an a Pena kurd li Amedê, hate hilbijartin bo serokatiya pena kurd.
Di sala 2006 ji weşanxaneya Lîsê bi navê “Bîstan Hatin Berdan” û di sala 2011 de ji weşanxaneya Ronahî bi navê “Piştî Xezal Terqiyan” du berhemên wî yên helbest hene, her weha di gel wan karan teva de rojnamegeriyê jî dike, û gelek pirogramên wêjeyî û hunerî di tv yên kurdî amade û pêşkêş kirine, û di rojname û malperên Kurdî de bi salaye û bi awayekî berdewam nivîs û gotarên wî belav dibin, ji bo naskirinek hîn zêdetir di derbarê kar û xebatên wî de me delîve dît vê hevpeyvînê pêre çêkin û bi spasî bersiva me da.
- Piştî wê danasîna kurt di derbarê we de, tû xwe çawa dide naskirin?
Pêşî ez jî di kar û xebaten de we serkeftinê ji were dixwazim, Ez bawer im te danasîneke berfireh jî kiriye û hewce nake ez behsa hin tiştên din jî bikim. Bi rastî ji van tiştan hinekî adiz im jî, Di pirtûka min ya yekem de ji bo kurtejiyana min tenê ev dinivîsand; ji Mêrdînê ye û li Amedê dijî...
- Du berhemên weyî helbestê hene, tu kare ji mere behsa mijarên wan bike, kê bistan berdane, û kî ye xezala teyî terqeyayî?
Rast e. Ev herdu berhemên min her çiqas ji hev cuda bin jî di bingeha xwe de dişibin hev. Ji ber ku bêtir hestên min û hezkirinên min û zaroktiya min in hemû. Mijarên helbestên min jî bi tevayî ev in. Min çi hîs kiribe beyî ku ez li peyvan bigerim, beyî ku ez bi hevokan bilîzim û beyî ku ez bifikirim gelo gava kesek bixwîne wê çi bêje, min ew nivîsand, li gorî nerîna min di gelek cûreyên wêjeyê de mirov dikare gelek tiştên bughere wekî senaryo, û lihev bîne, lê di helbestê de ev tişt nabe, helbest dil e, mirov nikare pê bilîze, gava kesek bi helbestê lîst wekî ku bi dilekî bilîze, Bawerî namîne.
Meseleya “berdana bîstana” meseleyeke dûr û dirêje. Çîroka helbestê nayê gotin lê eger bi hevokekê bêjim; xewna azadîxwazekî bû gava ji bo welatê xwe derketibû çiyê şer kiribû û piştî demekê ew xewn û xeyalên wî têkçibûn li ser wî bû. Di zaroktiya me de tiştê herî efsûnî ew bû ku em di tariya şevê de bi dizî ketibana nava bîstanekî. Paşre jî gava bîstan dihatin “berdan” û em bi serbestî li nav digeriyan. Gava mezin bûm min fêmkir ew welatê min bû ku nikarîbûm li nav bigeriyama bi serbestî.
Rast e, piştî min welatê xwe naskir îcar jî ‘xezal terqiyan’. Bi musadeya we bila ew xezal dinav daristana min de bimîne, ya tune.
- We demekê kurt be jî seroketiya Komeleya Nivîskarên Amed kirî ye, rewşa nivîskarên Amedê çawaye, ma gelo ev komele karîbû hevgirtin an jî xurtkirnekê di nav wan peyda bike?
Min heynekê serokatiya Komeleyê kir, berê jî di rêvebiriyê de min cih digirt. Bi rastî her beşên civakê dişibin axa xwe. Bakur an Amed jî wekî her perçeyê din yê weletê ji aliyê niviskariyê ve. Berê mirov wisa nafikire lê gava nas dike û dibîne fêm dike ku em jî dişibin welatê xwe; perçe û ji hev dûr. Hewlêr jî, Qamişlo jî, Mehebad jî wisa ye mixabin. Dibe ku ev ruhê nivîskariyê be jî, nizanim.
- Di warê danîna pirên rewşenbîrî di navbera rewşenbîrên Bakur û deverên din yê Kurdistanê bi taybetî Başûr, îro pêwendiyê we di çi astê de ne?
Peywendiyên me bi giştî mixabin ji festîvalê heta festîvalê ye, Ew jî ne ji bo pêşxistina ziman û wêjeyê ye. Festîvalek li dar dikeve û wekî ‘mêvan’ em ziyaretê hev dikin. Mixabin ew asta rewşenbiriyê ku em li hember ‘desthilatdarên’ xwe li hember rêxistinên xwe yê hemû perçeyan ne xwedî seknekê û ji ber wê jî ne bi xwedî bandor in. Ev ji bo hemû perçeyên welêt derbasdar e lê bi taybet li başûr azmûneke nebaş heye. Em hev nas nakin, berhemên hev naxwînin û qiymet nadin hev. Cara dawî ji bo dîdarekê gava ez li Duhokê bûm nivîskarekî Soran ku pirtûk ji bin çengê xwe tu car dernedixist gava min behsa ‘li bakur rexneya wêjeyê’ kir, camêr pirsek ji min kir û got; ma li bakur wêje heye ku tu behsa ‘rexneya’ wê dike. Ez matmam û min tenê bi pirsê bersiva wî da; te heta anha çend nivîskarê bakur xwendiye ku tu dibêje rexne tuneye. Mixabin rastî hinekî jî ev e.
- Hûn serokatiya Pena Kurd dikin, pêşbînî hene ku navenda Penê were Amedê, û çi kar li ber destê we heye hûn pêşkêşî nivîskara bikin ta endametiya xwe deynin?
Di meha Gulanê de wê sala me biqede ku Kongreya PENa Kurd li Amedê li dar ket, Ji başûr, rojhilat û rojava nivîskar û rewşenbîr hatin, Di wê kongreyê de biryar hate stendin ku êdî Navenda PENa Kurd Amedê be û yek PEN be, Her çiqas îroj jî Navenda me di fermiyetê de li Almanya xuya dike jî û ev yek ji ber prosesa burokratîk ya Tirkiyê pêk nayê lê bi awayekî ‘de facto’ Navenda PENa Kurd Amedê ye. Di rêveberiya me de ji her çar perçeyên welêt nivîskar hene, Me xwest ruheke Kurdistanî hebe, Ji bo endamkirinê heta anha me civînên xwe li bakur û rojava me kir û bi dehan kes bûne endamên me, Di hundirê van mehan adarê emê li başûr ( Dihok, Hewlêr, Silêmanî) civînan li darxin her weha di demên pêş de li Istanbolê, û me bi gelek nivîskarên Kurd re tekilî deynîn û ji wan daxwaza endametiyê bikin. PENa Kurd sîwaneke ku hemû nivîskarên Kurd dikarin tê de xwe îfade bikin, Îroj PENa Kurd di qada navneteweyî de yek ji wan PENê çalakin. Li gel vê yekê jî ev xebatana dîsa jî em pir kêm dibînin û ji bo netewa me û ji bo ziman û wêjeya me divê xebateke mezintir bê kirin.
Ez spasdarê we me ku derfeteke wisa da me. Bi hêviya rojên xweştir...