Share |

Şûna wê … dîwana nû ya Helbestvan Taha Xelîl bi kurdî derket .

Ji weşanên çapxana Hîro Dîwana yekem a helbestvan Taha Xelîl bi nave şûna wê derket.. bergê Dîwanê ya Hunermendê kurd Beşar îssa ye

Şûna wê bi alîkariya Sema kurd ya çand û huner çap bûye û ev pirtûk dikêve rêze zincîra 6an ji pirtûkê wê yê çapkirî .

Tê zanîn gelek berhemên Taha Xelîl bi zimanê Erebî û Elmanî jî hene,

şûna wê helbesta nûjen a kurdî li Suriyê datîne ser rêka rast

Taha Xelîl ji mêjve helbesta kurdî dinivîse … lê dereng ev berhem derxist û wek ku dibêje : ” min birîyar li Amedê sitand .. divê ku ez helbesta xwe bighînim Amedê ji ber ez berî her kesî ji wan re datînim… Amed Qubleta mine ji mêj ve ..!"

Ji pirtûka şûna wê :

 

Çend sal

 

 

Gelek sal derbas nebûne...

tenê bîst sal...

Pencere ew pencere ye.. .

Zikak eynî zikak e..

hîna ew Dêlî pê ve hildikişe..

hîna dixwaze xwe bighîne te..

gelek sal derbas nebûne..

tenê tava rojê rengê pencerê guhertiye..

tenê demsalan boyağa pencerê weşandiye...

gelek sal derbas nebûne..!

tenê bîst sal..

ma bîst sal çi ne.. ?!!

 

 

Leșker

 

" bo leșkerekî Turk "

 

hooo leșkero..

Xwedê du dest … du çav dane te..

da ku tu …

bi herdû cavan li yara xwe meyzekî..

bi herdû destan gulîyên wê ên reș bihûnî…

yan jî bi wan baqê gulan pêșkêș kî..

hoooo leșkero ku tu nezan bî ..

ji xwedayê xwe bipirese..

ew ê ji te re bibêje…

lê tu napirsî …

bi çavên xwe tu rêka evîndaran dibirî..

û bi herdû destên xwe tu radijî du seriyan..

û wênan dikșînî..

Leșkerooooo

ji xwedayê xwe bipirse..

yan jî ku tu bi dil bî..

ji dilê xwe bipirse….

 

31 March, 2008 01:43:00

 

 

[21:16 , 20 Aug 2006]