Ev pirtûka bi navê Şakarên Muzîka Kurdî ji aliyê lêkoler Zeyneb Yaş ve hatiye nivîsîn. Dema ez ji derketina vê çavkaniyê agahdar bûm,
min xwest vê pirtûkê peyda bikim û bixwînim. Nivîskara pirtûkê berî çend mehan bi rêya hevalekê, wek dîyarî herdu cild bi îmzekirî ji min re şandin. Ev xebata berfireh ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de hatiye weşandin (cildê 1-2015, 447 rûpel, cildê II-2016, 598 rûpel). Di nav rûpelên pirtûkê debi qasî 100 muzîsyen û hunermend tên nasandin. Agahiyên bîyografîk, berhemên hunermendan, tekstên hin stranan, notayên wanû wêneyên hunermendan li gorî pergalekê rêz bûne. Ev xebat, tenê hunermendên ku niha ne li jiyanê ne, yên ku çûne ser dilovaniya xwe dide nasandin. Xebat bi vî aliyê xwe ve sînorkirî ye.
Peyva şakar ku di navê pirtûkê de derbas dibe, di zaravayê Kurmancî de peyveke zêde nas û belavbûyî nîne. Nivîskara pirtûkê bi wateya şahberhem, berhemên bijarte, şaheser bi kar aniye. Herwiha şah û şahbanûyên muzîka Kurdî jî tên nasandin. Zeyneb Yaşê xwestiye şahberhemên muzîka Kurdî derxe pêş. Nivîskar baş kiriye ku muzîk di nav sînorên teng ên dengbêjiyê de nefetisandiye. Mirov gelek caran di çavkaniyên cihê de rastî gotina dengbêjiyê tê ku wek sînonîma (hemwate) muzîkê hatiye bikaranîn. Mirov vê berhema Zeyneb Yaşê dikare wek destpêka dîroka muzîka kurdî jî binavîne. Bona lêkoler, dîrokhez û evîndarên folklora Kurdî berhemeke gelek kêrhatî û balkêş e. Min bi evîneke mezin ev pirtûk xwend.Divê ez li vir diyar bikim ku her netewe bi ziman, edebîyat, folklor, muzîk, dans û bi dîrokekê dibe netewe.Di avakirina (înşakirin) neteweyan de muzîk dikare roleke gelek mezinbilîze, neteweyan rake ser piyan, ji cîhê xwe bilivîne û seferber bike.Mirov bi rehetî dikare bêje ku muzîk yek ji wan îcat û şovên mirovahiyê yên herî kevn û herî mezin dikare bihesibîne!
Bi saya vê xebata Zeyneb Yaş, xwendevan di derbarê dîroka muzîka Kurdî de dikare gelek tişt û mijaran fêr bibe. Wek mînak mirov bersivên van pirsan dikare di pirtûkê de bibîne; Dengên hunermendan li ku derê hatine qeyd kirin, wan di kîjan radyoyan de kar kirine, li ku derê konser dane? Dema mirov rûpelên pirtûkê rûpel bi rûpel diqulibîne, dibîne ku hin hunermendan berê xwe dane Başûrê Kurdistanê çûne Zaxo, ji wir bi rê ketine çûne Bexdayê. Komeke wan hunermend û muzîsyenên Kurd di beşa Kurdî ya Radyoya Bexdayê de kar kirine, wek Seîd Axayê Cizrawî, Mihemed Arif Cizrawî, Hesen Cizrawî. Navê çend hunermendên jin jî em dikarin bidin wek Meyrem Xan, Elmas Mihemed, Fewiziye Mihemed, Nesrîn Şêrwan, Gulbihar (Faîze, Fatima Mihemed), Eyşe Şan. Dengê hunermendên Kurd tevlî pêlên radyoyên Mehabad, Tehran, Tewrêz, Kirmanşanê û Urmiyêbûne. Paşê gelek dengbêj û muzîsyen ji nav kurdên Sovyeta Kevn derketine, Radyoya Rewanê ji xwe re kirine star. Di dawiyê de ev hemû deng gîhiştine hev, di çanda neteweyê Kurd de bi xurtî deng vedane, rengînî û dewlemendiyeke dengan a bêhempa pêk anîne. Civatê qîmeteke mezin daye hunermendên xwe, ew ji nû ve hatine navandin, wek Ferzende (Teyrê ser milê qîz û bûkan) û Reso (Mîrê dengbêjan).
Zeynep Taş bi pêşgotineke dirêj qala giringiya xebata xwe û naveroka wê dike. Di destpêka pêşgotina xwe de bala me dikişîne ser mijarekê: “Di dinyayê de kêm qewm hene ku şîn û şahiyên xwe tev bi strandinê pêk anîbin; yek ji wan gelê Kurd bixwe ye”. Bi rastî di folklora Kurdî de hejmara stranên şînê û govendê bi hezaran in. Gotin û stran fonksîyonên din jî dilîzin. Min berî demekê romaneke piçûk xwend, di romanê de ez rastî mijareke gelek balkêş hatim. Li wir di cîhekî de hêza stranan, qiymetê ku civatê daye stranan wiha derketiye pêş: “Lê ûsuleke axayên wê dewrê hebû, ew jî ev bû; ku girtiyek bi mirinê bihata cezakirin kî dibû bila bibûya ku keçek bihata li ser kilam bigota, ew kilam jî bi taybetî ji bo wî girtiyî bûya, wê demê ew ji bo evîna wî dibexşandin. Ku wisa nebûya bi awayekî din xelasbûna wî tune bû” (Yakup Meşe, Perîşan û Xelîl Beg & Sindiyanê Talo, 2016, rûp.15).Zeynep Yaşê bi zimanekî paqij, herikbar û nûjen ev xebata xwe amade kiriye. Nivîskar hin caran çendpeyv û gotin bi kar anîne ku balkêş in, wek mînak: alîgor kirin (binax kirin, gor kirin), pêzanîn (agahî û zanyarî), qeyran (sirgûn), qewan (sêlik, plak), canecan (samîmî, ji dil), dûqolî stran gotin (duet, strana ku ji aliyê du kesan de tê gotin).
Xebata Zeyneb Yaş bi pergaleke kronolojîk diherike. Evdalê Zeynikê wek muzîsyenê Kurdî yê herî kevn hatiye hesibandin.Pirtûk bi vî dengbêjê Kurd destpê dike. Paşê em nasiya xwe didin kesekî ku heta niha me qet navê wî nebîhisiye;Xosrof Malool (1880-1971) hemwelatiyekî Asûrî ku berî sedsalî ji Amedê koçberî Amerîkayê kiriye. Çend perçeyên muzîka Kurdî jî bi dengê wîli Amerîkayê hatine qeydkirin û heta rojên îroyîn hatiye. Min bi xwe ev beşa wek xeberekê, wek nûçeyekê xwend. Ev mînaka jî nîşan dide ku di arşîvên Amerîkayê, di arşîvên welatên Ewrûpayê de, di depo û jêrzemînan de, di qutî û sandoqan de, di dosya û albûman de çi tiştên veşartî hene, ew tenê benda me, hêviya me ne!Keda Ermeniyan jî tevlî pêşketinamuzîka Kurdî bûye wek stranên Karapêtê Xaço û Aramê Tîgran.
Nivîskara vê xebatê Zeyneb Yaş Kurdeke ji hêla bajarê Sêrtê ye, niha li Amedê dimîne û karên xwe li wir dimeşîne. Ew, bi salan bi berhevkirin û danasîna folklora Kurdî ve mijûl bûye. Berî çend salan Zeyneb Yaş ligel Hîlmî Akyol di derbarê jiyan û berhemên dengbêja Kurd Eyşe Şanê de lêkolînek amade kir û weşand: “Ez Eyşe Şan im” (Enstîtuya Kelepûrê Kurdî, 2008, Duhok). Peyva kelepûr jî wek peyvaşakar di zaravayê Kurmancî de zêde cih negirtiye, kelepûr tê wateya mîrateya çandî, bi taybetî jî xezîneya folkloran (edebîyata devkî, zargotin).
Wek me li jor jî got,nivîskar di vê berhema xwe de jiyan û berhemên ji sedî zêdetir hunermendên niha ne li dinyayê ne dide nasîn. Lê belê carcaran hin hunermend hatine jibîr kirin. Wek mînak dema nivîskar, dengbêj Baqî Xido (1913-2009) dide nasîn, zêde qala hevalû hemdemê wî Mişoyê Bekebûr/Mişo Bekebûr Berazî (1889-1956) nake.Mişo Bekebûr Berazî yek ji wan dengbêjan e ku destana Memê Alan ji serî heta binî bi hûralî zanibûye. Vê yekê cara yekem berhevkarê vê destanê lêkolerê Fransî Roger Lescot kişandiye. Di derbarê wî de di sala 2012an de belgefîlmekî (dokumenter) gelek baş ji aliyê hemwelatiyê wî Salih Kobanî ve amade bû. Dengbêjekî din ku hatiye jibîr kirin jî Keremê Kor e ku li herêma Agiriyê jiyaye, di sala 1977an de çûyeser dilovaniya xwe. Di pirtûka Zeynep Yaşê de qala çend hunermendên Kurdên Rewanê jî nehatiye kirin. Wek mînak herdu bira Şêx Kamil û Şamilê Beko wek du muzîsyenên Kurd tên nasîn ku berî sedsalî dîlan, dewet û şahî şên kirine. Erebê Şamo bona birayê piçûk Şamilê Beko ev gotinên watedar bi kar anîne: “DemaŞamilê Beko fîqêdixe, marmeriyannaxinlêdûpişkdireqisin”.Şamilê Beko, mamosteyê hunermend Egîtê Cimo bûye.Yek ji wan dengbêjên Radyoya Rewanê Memoyê Silo jî di pirtûkê de cih negirtiye, dengbêjê navdar bi stranên xwe yên bi navên Sîsilê û Ezî kalbûm hatibû nasîn
Min bi sîstematîk ji serî heta binî rastnivîsîna tekstavê pirtûkê bi çavekî edîtorî kontrol nekir. Lê belê dema min wiha çavek li rûpela naverokê gerand, minnihêrî wek mînak navê bajarê Rewanê wek Yêrîvan û Êrîvan,navê bajarê Koyê wek Koy Sincex û Koysancax du carancihê hatine nivîsîn. Bêgûman ev kêmasiyên piçûk di xebatên wiha delal de xweş xuya nakin! Di nav rûpelên cildê yekem de carcaran hin wêne, îllustrasyon û gravûrên kevn jî çap bûne. Ev berhemên ku berî sedsalan hatine çêkirin cara yekem di çavkaniyên biyanî de hatine weşandin. Eger nivîskar û amadekara vê pirtûkê xwe bigîhanda kaniya van çavkaniyan -agahiyên destê yekem- wê gelek di cih de bûya. Lê belê divê ez li vir diyar bikim ku kêmasiyên wiha piçûk di her xebateke fireh de bivê-nevê derdikevin pêşberî xwendevanan. Ev kêmasî di çapeke nû û tekstên dîgîtal de paşê dikarin bên serastkirin. Di dawiyê de bi kurtî ez dikarim bêjim ku min ev çavkaniya li ser mijara dîroka muzîka Kurdîbi kêfxweşî xwend, gelek tiştên ku min berê qet nebîhistibûn ji vê pirtûkê fêr bûm. Hêvî dikim kuZeyneb Yaş di vî warî de berhemên nû di pêşerojê de pêşkêşî me bike. Em dikarin ji niha ve mizgîniyekê bigihînin xwendevanan; wek mînak di rûpela 4an de tê gotin ku lêkolîna wê ya bi navê Mihemed Şêxo li ber çapbûnê ye!
HEFTENAMEYA BAS