Share |

şanoya “Hamlet” li Duhokê hat lîstin.

Li bajarê Duhokê rojên şanoyê yên Amedê, bi pêşkêşkirina lîstika “Hamlet” a Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir.

Hevşaredarê Amedê Firat Anli û Serperiştê Çandî yê Bajarê Duhokê Eyûp Remezan berî lîstikê pirsên rojnamegeran bersivandin. Remezan, da zanîn, plana wan a stratejîk ew e ku her çar parçeyên Kurdistanê di warê çandî de nêzî hevdu bikin. Remezan weha got: “Ev parçeyên ku dijminan ji hev dûr xistine, em ê bi saya çandî nêzî hev bikin.” 

Hevşaredar Firat Anli jî bi ser navê gelê Amedê amadebûyî silav kirin û got, ji bo lêknêzikkirina çandî ew hatine vê derê. Anli got, “Kurd êdî gihîştine wê astê ku li ser asta navneteweyî biryara xwe bidin. Ji bo em karên mayinde bikin girîng e ku bi miqabilî hev em sazûmaniya xwe ava bikin.” 

Her weha di Rojên Şanoyê de, Lîstika Ehmed Osman ya bi navê “Destê Şeş Tilî” ku derhêneriya wê Yavuz Akkuzu dike hat nîşandayîn. 

 

Jêder: Malpera Şaredariya Amedê