Share |

Şanoya Mem û zînê li Qesra Cemîl paşa hate nîşandan

Li qesra mala Cemîl Paşa li Diyarbekir-Amed şanoya Mem û zîn çend êvareya hate nîşandan, bi beşdariya qelebalixek mezin ji temaşevanan şanoyê,

ku ne bi awayê sehnê û li ser dikê hate lîstin lê belê bi awayê fîlim li gelek cîh û deverên qunaxê hate lîstin ku ew cih gelek nêzîkî Burca Belek bi berê xweyî sipî û reş ku qesra mîr zeynidîn bû û çîrok û gelek buyerên destana Mem û zînê û evîna wan li wir rû dabû.

Bi awayekî gelek balkêş û bi ronahî û deng û mûzîka zindî her weha bi listkvanên gelek jêhatî û zîrek yên şanoya bajêrvaniya Diyarbekir a mezin gelek serkeft hate nîşandan.

Rola Zîn ji aliyê hunermend Zelal Gokçe û Mem jî ji aliyê Elî Tekbaş ve hat lîstin, bi awayê sitran û muzîka zindî gelek rola xwe xweşik lîstin her weha lîstkvan Kemal ulsoy ku bi rola mîr Zeyndîn begê Botan dilîst gelek serkeftî bû her weha tevay lîstkvan bi role xwe wek film di nava kuç û joreyên Qesrê de bi baldarî dihatin şopandin.

Şano ji derhênerya Ruknedîn Gun û şîroveya kurmanciya îro jî ji aliyê niviskar Kawa Nemir ve hatiye kirin, Herwiha gotinên stranan Şêxmûs Sefer nivîsandine û hate gotin ku wê hewl were dayin ku ev şano li Burca belek li cizîra botan cihê buyêre û qesra Ishaq paşa li Bayezîdê were nîşandan.

Hozan Emîn - Amed