Share |

Şeva 20 saliya Grûba Vate li Amedê

Tevî şerê nava Sûra Amedê ku di encama wê de tevger li nav kuçe û kolanên Sûrê ji mehekê zêdetir e qedexe ye.

Amed, tevî van rojên zor û zehmet jî lê bi rûyê xweyî çandî û hunerî her dem geş e. Grûba Vate ku xebatên xwe bi weşanxane û Kovara VATE ev 20 sal in geş dikin, li Amedê navenda Cegerwîn bi şevekî çandî û hunerî pîroz kir. Bernameyek dewlemend ji bîranîna xebatan hate pêşkêş kirin ku pêkhatibû ji pêşengeha pirtûkên xwe û beşdarbûna Hunermend Kerem Sevînc û hin hunemrnedên din şev xweş kirin û beşdarvan kêfxweş kirin. Her weha di nava bernameyê de bi data şopê roniyek li ser karê xwe yî ku ev 20 sal in berdewam dike û di encama wê de bi sedan pirtûkê bi zaravayê Zazakî çap û belav kirine û pirtûkxana Kurdî gelele dewlemed kirine. Grûba Vate, hewl didin vî zaravayê zimanê Kurdî ji metirsiya windabûnê xelas bikin.

Şev bi coş û heycanekê xweş derbas bû û hêviyên ku wê Amed herdem geş û xweş be tevî hemî metirsiyan dan xwendevan û beşdarvanan.

 

                   Hozan Emîn – Sema Kurd