Share |

Şevbêrkek çandî li Duby di siyemîn bîranîna dezgeha sema

 

Semakurd-Dubey- Dezgeha sema ya çandî û hunerî şevbêrkek çandî li dubey li darxist di saliyada siyemîn ya damezirandina

Semakurd-Dubey-

 

Dezgeha sema ya çandî û hunerî şevbêrkek çandî li dubey li darxist di saliyada siyemîn ya damezirandina sema de ev Şevbêrkek bi beşdariya hejmarek ji rewşenbîr û karsaz û xudanê companiya li mîrgeha Erebî . here weha bi beşdariya herdû mêvanê rumetê pirofisor Ezîz Ziya Bedirxan û karsaz û nûnerê karsazên kurdistanê birêz Hêrîş teyar .

 

Birêvebirê Dezgeha Sema Rêzdar Arif Remezan pêşwaziya mêvanan kir û kêfxweşiya xwe da diyar kirin ku ev roj em li hev kom bûne di roja damezrandina Sema û sipasiyê xwe pêşkêşî beşdarvanan kir , û bi kurtî li ser xebatên Dezgehê rawestya û got : me ked û ceva da ta em gihiştin vê rojê û gelek kar li pêşiya me hîn maye û em bi piştgirya we bi hêz dibin . û da nîşan dan ku îro gelek erk dikeve ser milên karsazên kurd de da em karibin ev avedaniya li kurdistanê çêdibe em ji para xwe têxin nav de û daxwazî li beşdarvanan kir da berê xwe bidin Kurdistan û pirojeya çêkin . her weha got ku min seredana kazixistan kir û min germahiyek mezin dît li wir û girêdanek xurt bi welat ve heye ji aliyê revenda kurd li wir û sipasiyê xwe pêşkêşî pirofîsor Ezîz Bedirxan kir ku ew bi vî şeweyî pêşwazî kirin .

 

Pirofîsor Ezîz ziya bedirxan serokê fidrasiyona kurd yê berê li kazaxistanê jî gotinek pêşkêş kir û ji bo xebatên Dezgeha sema sipasî kir û got em gelek hêja dibînin ev kar ji ber ku di xizmet û bercewendiya çanda kurd de ye . berdewam kir û got wext hatiye em dest bi pirojeyan li herêma kurdistanê de bikin û ezê di nava demekê kurt de dibistanekê bi zimanê kurmacî tîpên latînî vekim ..

 

Dûvre karsaz û nûnerê karsazên kurdistanê axivî û bi germî kêfxweşiya xwe da nîşan dan bo pirofîsor Ezîz bedirxan û hemî beşdarvanan . û piştgirî da axaftina rêzdar Arif Remezan ya ku gereke em berê xwe bidin avedenaiya herêma kurdistanê .

 

Şêx yasir heqî jî li ser xebat û tekoşîna malbata bedirxaniyan axivî û rewla wan di pêşxistina edebiyata kurdistanê û zanistên olî û islamî de kir , û got . em şaş nemînin çawa kurdên kazaxistanê nasnama xwe parastine û welatparêz mane .

 

DR : Ala Dîn Cengo jî behsa Dezgeha sema kir û xebatên wê yî di xizmeta çanda kurd de . hêviya xwe ji xudanê dilovan xwest ku herdem ev dezgeh weha pêşkeve û xurt bibe .

 

Piştî axaftin bi dawî hatin tev bi hevre dest bi xuarin şîvê kirin û gift û go li ser gelek babetên girêdayî kurd û kurdistanê kirin û bi vî awayî şeva xwe bi dawî anîn .

 

 

06 March, 2008 01:40:00