Share |

Şewqdana giyanê…Rêber Hebûn

Ew hevrika min e di hezkirina gewdeya dilçûyî de, di ferehiyên xewinên

min de buhirtî ye.

Li gel min binçengê berbanga metirsîdar helmijîn dike, cilên

perîşanên têr bi fêrbûnên xwe xemilî ne, endîzên orispiyên

westiyayî ,li ser nivînên felekê  de, xwe bi serîn dike, çendîn ez

şerim dikim ,ji tiştê ku ezmana şîn li ser gewdeya xwe de, ji xwîn û

gurandinê dibîne , jê re guhdarîbûna min e, firinde êdî dev ji

şaperên xwe berdidin, dûvên dûpişkan bi xwe ve kirin, nema firtikan ji

cadeyê pencereya min dixun, ji ber ku zimanên maran yên di devê wan de

jê re dibûn kelem, ez gelek di şevekê de bêzar bûm, ji dema xwe , ev

şeva, ji hev ket, min hîn di lezoka yekem de, ji çavzêliyê re hêlabû,  

, ponijîna xwe dinivîsim pir caran bi hijmarê zivîrandina erdê li dor

xwe de, tiştê bi êş di guhertinê de, ku hevalên me hîn ji kelexa xwe

ya pîroz derneketin, ew kelexa yê li paş sivîlbûnek derewîn de  berz

dibe, dibe xwe vedişêre, dibe jî ku hîn di qehfê – Nemrod – de

spartî be.

 

Ew kelexek ji kêm kes ve xuya dibe, yên berkenê mirovê gewre nêçîr

kirin, bi kamêreyên xwe yên deherok , dîmena giriya wî digirtin.

 

Bi dîwarên yên evîndar bi ser de efsanên bendewariyên xwe yê tirsdar

dinivîsandin lêkdan dibim, di kata xwe de vebijîn dibim.

 

Ez gupek mezin bi qasî kevçîka çayê  vedixum, ji sêwirê dirinde , yê

li deryayên ramanbûna min de xwe bi cih kiriye.

 

Peyalên xwe yên binefşî dirjînim, li ser darebestên tunebûnê de

helçon dibim, û ji ropela tazî re aşkere dikim, jê re bawerkirinên xwe

dibêjim, ku wê bikim şanoyek dagirtî bi cîtengiya nerm, têde – Ehlam

Mestexanmî –  bi aramî raze , dûrî xêvetên êşa Cezaîrî , ev

şanoya , nû dike hevaltiya – Gogan – bi – Fankux – re û zêde

êşê binyad dike di navbera  - Edonîs – û – Bul Şaûl – de û di

navbera – Cubran – û – Emîn Rêhanî – de, ev şanoya nakok û kûr

bi zivirbûnên xwe, - Elbêr Kamo  - li ser sehneya wê radibe, bê ku

bitirse ji salixgeriya Sofiyêtî ,û têde – Endir Şaft -  bi cih bibe ta

ku – Berbara- bibîne li ber çavê hêsiran , -Birnadşo – .

 

Ez mûmek im , hoste ye bi kedîkirina rojê û tekûzbûna heyvê pêşwaz

dike.

 

  Di hundirê min de navnîşanên şevek sermedî bi tekûzbûna wê heye,

dibe ku dînbûn hogirê min be , evîn rêhevê min be, di kata zayîna

astengbûyî li her ciheke bedew de , bedewtir e ji tojbûna amedebûnê di

dojehê de, çi rê ji jiyanê re bê giriya nerm nîne, li ser rêyên

rabûyî berve êşê de, û daketî li qeraxê hêviya dirêj û dûr de, ez

berve asoyên xwe derdikevim, bendavên belavbûnê û herêmên  wê ya

nepenî diqetînim, di hundirê min de nifira keşe û perestgehan e, ta ez

hêrsa xwe bi ser şagirt û xwediyên mêrê eyînê yên virnas derxînim,

xweda li ser wan mîztî.

 

Metirsiyên vêketî , li ber ristan de rêxistin dibin,çirayên rehniya xwe

li derbasbûyan re , bi qerebalixên xwe  hildigrim, gelek êş ji

meraqbûnên mirî re dihêlim, henasêyên xwe  paş perdeyan, perwerde

dikim, xwe jê re dikim eywan , ta payîz beranberî wê ,jê re bibe kavil.