Share |

‘Mehrîcana Kurteçîrokê ya Rojava’ destpê kiriye

 

 ‘Sêyemîn Mehrîcana Kurteçîrokê ya Rojava’ bi durişmeya “Li ser lorîkên dayîkan em çîrokên xwe birêsin” bi beşdariya 55 çîrokên ji Rojava, Başûrê Kurdistanê û Ewrûpayê destpê kir.

 

Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê bi hevkariya Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriye û Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê bi durişmeya “Li ser lorîkên dayîkan em çîrokên xwe birêsin.” ‘Sêyemîn Mehrîcana Kurteçîokê ya Rojava’ li ser asta Kurdistan û Ewrûpayê organîze dike. Mehrîcan duh li Navenda Çand û Hunrê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo destpê kir.

 

Di mehrîcana ku wê 7 rojan li pey hev bidome de nivîskar bi 55 çîrokên li ser rewşa civakî û şoreş û berxwedaniya Rojava, Bakûr û Başûrê Kurdistanê beşdar bûne.

 

Hevserokên Desteya Çandê Bêrîvan Xalid û Ilyas Ibrahîm Seydo, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan, rayedarên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriye, Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê, Desteya Niştîmanî ya Erebî û bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Xweser û hezkiriyên çîrokan amade bûn.

 

Ebdulkerîm Saroxan axivî û bal kişand ser destkeftiyên çandî yên di Rêveberiya Xwesreiya Demokratîk de bi saya tekoşîna şehîdên ku ji bo azadiya gelê herêmê canê xwe feda kirine hatine bidestxistin.

 

Saroxan diyar kir ku çîrokên ku dê îro li ser dika şanoyê bêne xwendin, wê şaristanî û hevgirtina gelên ku di herêmê de bi hev re dijîn, destnîşan bike.

 

Bêrîvan Xalid jî destpêkina mehrîcanê li hemû beşdaran pîroz kir û destnîşan kir ku rewşenbîran her dem bo rola xwe  ya di belavkirina rastiya ku li herêma me ji çi êşa gel û çi jî berxwedana ku ji bo azadiyê tê nîşandan, rabûn.

 

Hevseroka Desteya Çandê da zanîn ku armanca ji vê mehrîcanê vejandina çanda nivîskî ya çîrokê û qeyda tiştê ku ji pişaftina û komkujiyên ji aliyê desthilatdaran ve li ser wan li ser pêkhateiyan pêk hatine, ye.

 

Bêrîvan Xalid spasî pêşkêşî hemû beşdaran, nivîskar, rewşenbîr û mêvanên festivalê kir.

 

Piştre 10 kurteçîrokên beşdaran hatin xwendin.  Çîrokên hatin xwendin wiha ne: “Hemamat Raman” a çîrokvan Cano Mihemed Elî, “Penaberiya piştî nîvroj” a çîroknivîs Îbrahîm Cerces,  “Keçek za” ya çîrokvan Kewser Mardînî, “Hezkirin û fedekarî” ya çîrok van Xelef Siwêhil, “Rojek berê” ya çîrokvan Elî Mustefa Mustefa Îbrahîm, Îsa û “Hebab” a çîroknivîs Hela Ferêdûn, “Şamîran dest ji mala xwe berda” ya çîroknivîs Ebîr Îliya, “Zarok dipeyîvin” a çîrokvan Ezher Dawûd, “Festîvala taherwa” ya çîrokvan Kawa Şêxo ji Ewrûpa û “Kalo û zarok” a çîroknivîs Yezda Havîn ji Bakurê Kurdistanê.

 

Naveroka çîrokên ku her yek 10 deqan hate xwendin, derbarê beşdarbûna ciwanan a rizgarkirina  her bohistek axa xwe ji çeteyên DAIŞ’ê, koçberî û bandora wê ya neyînê li ser civakê, çawa koçberî û qeniqandina di deryayan de û girêdana bi axê û hezkirina welat de bû. Tekoşîna jina kurd jî cihê xwe di çîrokên roja 1’emîn a festival de girt.

 

Naveroka çîrokên li ser tekoşîna jinê hatin xwendin, tekoşîna jinê û çawa ew bû ronahî û riya hemû jinên cîhanê ronî kir, edetên ku hişmendiya baviksalariyê ser jinê ferz kiriye û tekoşîna li hember vê hişmeniyê  vegot.

 

Çîrokên ew ji komkujiyên  ku ji aliyê rejîmên desthilatdar li dijî gelên herêmê pêkhatine de jî ji bîr nekirin.Di çîrokan de balhatkişandin ser komkujiyên ku  Împaratoriya Osmanî li hemberî Ermeniyan anî. Her wiha balhatkişandin ser êşa astengdaran  û pêwîstiya wan li dewsa depresyonê bi sebrê.

 

Festîval li ser dika şano ya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo di roja xwe ya 2’emîn de bi xwendina çîrokên nû didome.

 

(xê)

 

QAMIŞLO – ANHA