Share |

‘Nameya Şîn’ xelata pêşbirka Arjen Arî wergirt

Helbestvan Emerîkê Sidiqayê
Helbestvan Emerîkê Sidiqayê

Pêşbirka Xelatên Helbestan a Arjen Arî ya 5emîn diyar bûn. Di Pêşbirka îsal de Emerîkê Sidîqayê bi berhema xwe ya bi navê “Nameya Şîn” hêjayî xelatê hat dîtin. Herwiha Yekîtiya Tebîbên Tirkiyeyê (TTB) jî layiqî xelata rûmetê hat dîtin.

Encamên Pêşbirka Xelatên Helbestan a Arjen Arî ya 5emîn roja 1 -4  diyar bûn. Juriya ku ji helbestkar Berken Bereh, Dîlber Hêma, Osman Memed, Ulku Bîngol û xwişka Arjen Arî Necla Arî pêk dihat de îsal "Nameya Şîn" a Emerikê Sidiqayê hêjayî xelata Arjen Arî dîtin.

MIN GOT GERE EZ BI KURMANCÎ BIXWÎNIM, BINIVÎSIM Û ASÎMÎLE NEBIM, NE KU HELWESTEKE MIN HEBE Û BIBIME ŞA'IR Û NIVÎSKAR'

 

Helbestkar Emerîkê Sidîqayê ji Spûtnîk Kurdistanê re axivî û got, "Meselaya min a ku min bi kurmancî nivîsî ew bu ku, min got gere em bi kurmancî bixwînim, binivîsim û asîmîle nebim, ne ku helwesteke min hebe û bibim şa'ir û nivîskar; pê da pê da min dît ku wa tiştin derketine holê, min jî girt ew hinekî dan ser hevdû û ji pêşbirkê re şandin û wê dosyeyê xelat stend."

 

 

Emerîkê Sidiqayê diyar dike ku helbestkarê ku Arjen Arî li wan tesîr nekiribe tune ye û wiha axivî: "Tu kesê ku Arjen Arî li wan tesîr nekiribe tune ye. Beriya her tiştî helbesta Arjen Arî ji bo xwînerên kurda lomeke (balyozê mezin). Arjen bi wî lomî li çi xist deng jê derxist, perçe perçe kir. Bi wî balyozê li ser kurdan yê mîna kevir jî dixist û û mejiya wan ê belawela dida ser hev. Meriv dikare bibêje ku ev yek di tevahiya helbestên Arejn Arî de heye. Ya rast ev yek di piraniya helbestkarên kurd de heye lê Arjen Arî rengekî din, deqe din daye helbesta kurdî."

 

HELBESTA KU BERKEN BEREH XWENDIBE, OSMAN MEHMED XWENDIBE Û LAYIQÎ XELATÊ HATIBE DÎTIN, NE KÊM E'

 

Sidîqayê got ku stendin xelata Arjen Arî berpirsyariyekê dide mirov, ji îro û pê ve ez dê binivîsim nenivîsim ez nizanim lê dê nivîs hebe, dê were nivîsandin, "Stendina xelatê meriv motîve dike, ez dibêjim kêm-zêde ez vî zimanî hîn bûme û dikarim hint iştan jî binivîsim. Kesên di juriyê de, kesên weke Berken Bereh, Osman Mehmed, Dîlber Hêma û Ulku Bîngol xwendin. Helbesta ku Berken Bereh xwendibe, Osman Mehmed xwendibe û layiqî xelatê dîtibin, dêmek tiştek tê de heye, ne kêm e. Ev yek bivê nevê berpirsyariyeke jî dide însan. Lewra lazim e xwe bêhtir daynimê ser kurmancî û bixwînim û rihê kurdî baştir hîn bibim."

 

DOSYAYA KU DIBE YEKEMÎN DÊ WEKE PIRTÛK WERE ÇAPKIRIN Û BALAVKIRIN'

Malbata Arjen Arî, Weşanên Evrensel û Weşanên Lîsê ev çend sal in ji bo bîranîna helbestvan Arjen Arî "Pêşbaziya Helbestan a Arjen Arî" li dar dixin. Di pêşbaziyê de dosyaya ku bi ser dikeve paşê weke pirtûk tê çapkirin û balavkirin.

 

Hêjayî gotinê ye ku di sala yekemîn a pêşbirkê de Selamî Esen bi dosyeya xwe bi navê Qijikên Xêrê û di sala duyemîn de jî Yehya Omerî bi dosyeya ku nav Anatomiya Demsalên Zer xelat wergirtibû. Di sala sêyem a pêşbirkê de bi qasî 10 dosyeyan hatibûn şandin lê lijneya pêşbirkê ya ku Berken Bereh, Îrfan Amîda, Yıldız Çakar û Mihemed Ronahî pêk dihat tu berhem hêjayî xelatê nedîtibûn. Herî dawî sala bihûrî Narîn Yuklerê bi dosyeya Rê û Rêç û xelata Arjen Arî stendibû."

 

EMERÎKÊ SIDÎQAYÊ KÎ YE?

 

Helbestkar Emerîkê Sidiqayê ji gundê Dehlaelo ya Qereyaziya Erziromê ye. Dibistana seretayî li gund û ya amadeyî li Agiriyê xwendiye. Ji besa mamosteyiya sosyalê ya Zanîngehê Ataturkê derçûye. Sidiqayê Lli Erdîşê dijî.

 

© Sputnik/ Omer Faruk Baran