
ji “Dar El Zeman” ya çap, weşan û belavkirinê, qevdek helbestên Bulgarî yên jinan bi navnîşana “Ji Evînê Wirdetir„ ji wergera mamoste Xurşîd Ilêwî hate weşandin.
Di vê xebata rexneyî û wergera bedew de, Xurşîd Ilêwî kûrahiya ezmûna helbestî ya jinan li Bulgaristanê vedike, qûnaxên wê yên dîrokî û estetîkî eşkere dike û rêyên wê yên nenas ji bo xwendevanê Kurd ronî dike.
Pirtûk hilbijartineke helbestan ji nêzîkî 30 helbestvanên Bulgarî ji serdem û dibistanên cûda vedihewîne, digel notên destpêkê yên li ser rêyên jiyanê û dengên wan ên afirîner, di tevlîheviyek dewlemend de ku bêhempabûna her dengî û kûrahiya her ezmûnê ronî dike.
Careke din, Xorşîd Ilêwî bi zimanekî xweşik û kûr bi me re diaxive, bi nermî me dibe axa Bulgaristanê, ber bi bedewiya xwezaya wê û xezîneyên wêjeya wê, di rêwîtiyek ku rexne û zanîn, helbest û vedîtinê bi hev re dike yek.
Hejayî gotinê ye, ko berî nuha jî "Dar Elzeman" pirtûkek din bi navnîşana "Geştek di baxê helbesta Bulgarî de" jê re weşand.
pirtûk ji 160 rûpelan pêk hatiye ûqebare A5 e
Ji pêşgotina berhevokê Ku Fewaz Ebdê jêre nivîsandiye:
“Di helbestan de dengê jinê bi hemî ruwên wê vedibîne; dê, yar, keç, evîndar û sêwî, û ne tenê wekî rola civakî dinivîse, lê wekî rewşek mirovî nasnameyan derbas dike, tijî dijraberî ye: hêz û qelsî, nermî û hişkayî, hêvî û şikestin. Awaz û tona deng ji helbestekê heta helbesteke din tê guhertin: ji pistînî ta qarînê, ji kesereke evînî ta felsefeya hebûnî.
Ev ne berhevoka yekem e ku wergêr Xurşîd Ilêwî pêk aniye.. Berî niha em birin “Geştek di baxê helbesta Bulgarî de”. Di vê berhevokê de jî ne tenê veguheztineke ziman e, lê ha ji ciwaniya deqê zimanê dayik heye, ligel parastina naverokê ciwaniyeke zimanî di kurdî de jî diparêze, mîna ku ji nû ve bi kurdî hatibin nivîsandin.
Wergêr li vir bûye pireke zelal ku helbest bi naveroka xwe û şêweyekî nû di ser re derbasdibin çanda miletekî din.”
Xorşîd İlêwî
Li gundê Abrê ku girêdayî herêma Dêrika rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.
Li zanîngeha Sofyayê ya Bulgaristanê beşa edbiyata Bulgarî xwendiye.
Di gelek kovar û rojnameyên Kurdî û bulgarî nivîsên xwe belave kirne.
Endamê yekîtiya rojnamevanên rojavayê Kurdistanê ye.
Endamê yekîtiya wergêrên Bulgarî ye .
Pirtûka wî ya bi navê “Ji Evînê Wirdetir„ ya diwemîne di warê helbest û edbiyata Bulgarî de.
Ew li derveyî welat di warê xebata sivîl de kar dike û li swîsrayê dijî.