Share |

“Kurdolojî û Malbata Celîlan” derket

Kitêba Metin Yüksel, “Kolana Weşengîra, Xaniyê 3, Apartamênta Hijmara 6, Êrîvan / Kurdolojî û Malbata Celîlan / Hevpeyvîn bi Celîlê Celîl û Cemîla Celîl ra“ di nav weşanên Avestayê de derket.

 

Ev kitêb ji sê hevpeyvînên dûr û dirêj bi dîrokzanê navdar û pisporê zargotina kurdî Celîlê Celîl û muzîkolog Cemîla Celîl pêk tê. Ev hevpeyvîn ji destpêka sedsala 19an heta hilweşîna Sovyêtê, rewşa kurdolojiyê li Rûsyayê didin ber çavan. Her weha di vê kitêbê de gelek pirs û mijarên girîng li ser edebiyat, dîrok û zargotina kurdî li Sovyêtê ciyê xwe digirin. Rojnameya Riya Teze û Radyoya Yêrêvanê bi bîranîn û xebatên girîng û balkêş ên Malbata Celîlan tê ber destê xwendevanan. Girîngiyek vê pirtûkê jî ew e ku tevî gelek foto û tabloyên dîrokî yên neçapkirî ve tê xurtkirin. Ev kitêb ji bo xwendevan û lêkolînvanan wê bibe çavkaniyek girîng derheqê tarîxa kurd û kurdolojiyê li Sovyêtê.

 

“Kurdbûna me, kurdnasîn û neteweperweriya me di navbera çar dîwarê apartamênta me ya ser hijmara 6an bû, li ser Kolana Weşengîra, Xaniyê hijmara 3ya koka xwu avêt. Qinyata kurdbûnê me ji dê û bavê xwu, hevkar û dost û xêrxwazên xwu yên mêvanên kurd distand.” Celîlê Celîl

 

CELÎLÊ CASIMÊ CELÎL

Rojhilatnas, kurdzan, pisporê dîrokê û zargotina kurdan e. Xwediyê bi dehan berheman e. Pirtûkên wî bi gelek zimanan çap bûne: kurdî (soranî, kurmancî), tirkî, farisî, almanî, rûsî, ermenî, litvanî, polonî û yên mayîn. Celîlê Celîl ji malbateke bi nav e. Bavê wî Casimê Celîl yek ji wan çend kesan e, ku salên 1930yî bingeha edebiyat, çand, perwerde û hunermendiya kurdên Sovyêtê danî. Celîlê Celîl 26ê teşrînê (novembêr) sala 1936an li Êrîvanê, Ermenistanê ji dayika xwe bûye. Xwendina destpêkê ya deh salan (1944-1954) li Êrîvanê bi zimanê ermenî standiye. Xwendina bilind (1954-1959) li Fakûlteya Dîrokê ya Unîversîteya Êrîvanê ya Dewletê qedandiye. Sala 1959an bi gazîkirina akademîk Î. A. Orbêlî bona xwendina li aspîrantûrayê ser zanistiya kurdzaniyê çûye Lênîngradê (niha Pêtêrbûrg). Teza xwe ya doktoriyê ser Serhildanên Kurdan yên Netewî-azadariyê li Salên 1850-1880 li Înstîtûta Rojhilatzaniyê (para Lênîngradê) ya Akadêmiya Zanistiyan ya Sovyêtê nivîsiye û 1963yan navê doktoriyê wergirtiye. Sala 1964an vegeriyaye Êrîvanê û li Sêktora (paşê Înstîtûta) Rojhilatzaniyê li Para Kurdzaniyê, heta sala 1993yan karê zanyariyê kiriye û gihiştiye dereca navê pêşeng, rêberê kurdzaniyê standiye. Çend salan li unîversîteyê ser navê Davît Anhaxt dersên kurdzaniyê (dîrok, etnologî, jûrnalîstîk) daye. Sala 1991an li Moskvayê teza habîlîtatiyonê parastiye û bûye profesor. Sala 1992yan veguhêzî Avstryayê, bajarê Wienê bûye. Li Akadêmiya Zanyariyê; Ûnîvêrsîtêta dewletê (Înstîtûtên Îndogêrmanîstîk, Gelnasî; Perwerdeyî) 15 salan bûye mamosteyê dîrok, çand û zimanê kurdî. Sala 1994an li Wienê Înstîtûta Kurdzaniyê vekiriye û heta niha rêberiya wê dike. Celîlê Celîl endamê Yeketiya Rojhilatnasên Sovyêtê ye. Sala 1979an bûye endamê Akadêmiya Zanistiya Îraqê; endam-alîkariyê ya Akadêmiya Zanistiyan ya Herêma Kurdistanê.

 

CEMÎLA CASIMÊ CELÎL

Mûzîkzan, mûzîkêtnolog û mûzîkar. 19ê Sibatê sala 1940î li Êrîvanê ji diya xwe bûye. Ji 7 saliya xwe çûye dibistana dehsalan, pê ra jî dibistana mûzîkayê ya ser navê A. Spêndyaryan. Pey xilaskirina herdu dibistanan, salên 1960-1964an li ûçîlîşça mûzîkayê ya çar salan ser navê R. Mêlîkyan xwendiye û dîploma mamostetiya mûzîkayê standiye. Salên 1964-1965an li bajarê Telînê di dibistana mûzîkayê de wek mamoste xebitiye. Paşê salên 1964-1969an li Êrîvanê li Konsêrvatoryayê ser navê Komîtas xwendina bilind standiye. Pey xilaskirina xwendinê, ji 1967an heta 2002yan (35 salan) Cemîla Celîl li Radyoya Kurdî ya Êrîvanê bûye berpirsiyara para mûzîkayê. Cemîla Celîl endama Yeketiya Komponîst-Mûzîkarên Sovyêtê û Ermenistanê û endama Yeketiya Jûrnalîstên Sovyêtê û Ermenistanê ye. Xwediyê bi dehan pirtûk û berhevokên mûzîka kurdî ye. Bi xemxwuriya wê bi hezaran stran ji windabûnê xilas bûne, ji hezarî zêdetir awaz û stran bi notanivîsê naveroka bendên pirtûkan dagirtine. Cemîla Celîl xudanê afirandina heyştê stranên gelêrî ye, ku wê bona komên sazbendan veçêkirine. Xanima kurdan Cemîla Celîl bi dirêjaya salên kar û xebata xwe bona Radyoya Kurdî û rojnama Riya Teze, miqaleyên ser mûzîka kurdî û mûzîkzaniyê nivîsîne. Pirtûkên wê li bajarên Stockholm, Silêmanî, Hewlêr, Wien, Êrîvan û Moskvayê çap bûne.

 

METİN YÜKSEL

1979an de li Piyongê (Kop, Mûş) ji dayik bûye. 2011an de doktoreya xwe li Zanîngeha Chicagoyê, di Beşa Ziman û Medeniyetên Rojhilata Nêzîk de qedand. Derheqê bandora civakî, çandî û siyasî ya mela, dengbêj, ronakbîr û jinan de lêkolîn pêk anîne. Heta niha du kitêban ji osmanî wergerandiye ser tirkiya nû. Ev herdu kitêb Edirne Sukûtunun İç Yüzü û Bobi’nin Hatası ne û ji kitêb, helbest, nivîs û çîrokên Celadet Bedirxan û Kamiran Bedirxan pêk tên, ku di ciwantiya xwe de li Stembolê çap kirine. Çendekî ye berê xwe daye ber bi çavkaniyên farisî û dîroka Îranê ya sedsala 20an. Li Zanîngeha Hacettepeyê di Beşa Zanistiya Siyaset û Rêvebiriya Giştî de li ser dîroka medeniyetan û dîroka nûjen a Rojhilata Navîn ders dide. Di çend kovarên navneteweyî wek Middle Eastern Studies, The Muslim World û International Journal of Turkish Studiesê de miqaleyên zanistî çap kirine.

 

KOLANA WEŞENGÎRA, XANIYÊ 3, APARTAMÊNTA HIJMARA 6, ÊRÎVAN

Kurdolojî û Malbata Celîlan

Hevpeyvîn bi Celîlê Celîl û Cemîla Celîl ra

Metin Yüksel
ISBN: 978-605-5279-65-3
21.5 x 13,5, 208 rûpel, 16 L

 

www.avestakitap.com

https://www.facebook.com/wesanenavesta

https://twitter.com/avestayayin     

http://www.youtube.com/avesta1995