Share |

19’emîn Mihrîcana Helbestên Kurdî hate lidarxistin

19’emîn Mihrîcana helbestên Kurdî li bajarê Qamişlo bi beşdarbûna gelek helbestvan û nivîskarên Kurd hate lidarxistin.

 

Mihrîcana Helbestên Kurdî her sal li Rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin. Ji sala 1995 heya niha 18 Mihrîcan hate darxistin. Mihrîcana 19’emîn li bajarê Qamişlo ji aliyê nivîskar û helbestvanên Rojava ve hate orgazanîze kirin.

 

Di mihrîcanê de, gelek partî, sazî, rêxistin, nivîskar, helbestvan û dezgehên çapemeniyê amade bûn. Mihrîcan li salona Melekiyê ya Qamişlo seat di 10.00’ê de hate darxistin. Mihrîcan bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Axaftina vekirinê ji aliyê Komîteya amadekar Umer Îsmaîl hate kirin. Îsmaîl di axaftina xwe de bal kişand ser yekîtiya gelê Kurd û rola nivîskar û helbestvanên Kurd di roja me ya îro de.

 

Helbestvanan helbestên xwe yên nû ku bi tu awayî nehatine weşandin pêşkêş kir.

 

Bi xwendina helbestan 19’emîn Mihrîcana Helbestên Kurdî bi dawî bû.

 

QAMIŞLO –Hawar (ra/jh)