Share |

"2 Şev"… Helbest : Umêd qerenî

Umêd qerenî

 

1. Şeveke meha Pûşperê ye, karker di bin tîrojika heyva şevê de dirêj bûne, kevok li pişt bijangên çavên min xwe vedişêrin, xewnên min li minareyên bêdengîyê dadikevin û ez ji xwe re dibêjim: Em ne tu tişt in ji bilî lîstikek ji bo cih û demê xwe..

 

2. Şeveke din a meha Pûşperê ye, karker di bin

tîrojika heyva şevê de nivistîne, bijangên min bi qasî wê avahîya ku li ser banê wê dirêj bûyîn giran in, ez li têkilîyên *gemjane difikirîm, li sozên erzan, li birîna kenên bê wate, ji xwe re dibêjim: Jîyan di wê damarê re diçe ku berxwe dide..

 

 

*gemjane, ehmeqane, bêaqilane, nezanî

 

 

 

*"sakegor"

 

balindan girev girtine

Daxwaza başkirina

Rewşa qefesê dikin!

 

*Çoldeşt,Deştayî

 

 

 

 

"Straneke kevn"

 

Ne hewce ye tu bîr bînî...

Em dizanin

Mirin, şeveke kovî û

 Pariyekî nanê sar e

Ku di hewayê de hilawîstî ye

Ew jî ku tu qet venagerî,

Berdewam jiyanê şêrîn dike...