Share |

2 romanên nivîskar Dîlan şewqî li Hewlêrê hatin imzakirin

 

Bi beşdariya hejamrek ji nivîskar û rojnamevan û hezkiryên wêjeya Kurdî û li binçavdêriya Dezgeha Sema ya Çand û Hunera Kurdî şeva îmzakirina roman ( şikirê di bêrîka bavê min de) û (deh roj li nexweşxaneya lêkolînê) ya nivîskara kurd Dîlan şewqî hate li darxistin li Hola Sema li Hotêla Capitol. Hewlêr di roja  Înê 25/11/2022 .

Dîlan şewqî nivîskar û wergêrvane ji daykbûya  sala 1970yî li bajarê Dirbêsiyê ji dayik bûye. Ji bo karê bavê wê eynî salê mala wan diçe Serêkaniyê. Xwendina xwe heya lîsa dawî li Serêkaniyê xilas dike lê ji ber malbata wê ji kurdên Sûrî yên bê nasname bû, xwendina piştî lîse nikarîbû temam bikira. Di gelek kovar û rojnameyan de nivîsandiye. Ji tirkî û kurdî gelek helbest wergerandine erebî. Berhemên wê: - Ramûsanên sor (helbest, Heleb, 1998) - Hevdîtina pêxemberan (helbest, Şam, 2006) û herweha yek ji wan jî helbestên Ehmed Arif ji zimanê Tirkî bo Erebî ji weşanê Dezgeha Sema sala 2009an û hin pirtûkên din û liv ê dawiyê 2 romnên k udi vê çalakiyê de hatin imzakirin.