Share |

20 saliya nivîskariyê: Min şîpa xwe danî…Cemil Oguz

nivîskar Omer Dilsoz
nivîskar Omer Dilsoz

Piştî derketina pirtûka yekemîn 20 sal derbas bûne. Tam 20 sal, ji 5’an yekê sedsalê û di van 20 salan de nêzî 20 pirtûkan… Em qala nivîskar Omer Dilsoz dikin. Ew dibêje, “Ez dibêjim qey bi qasî kîso be jî min rêkek, şopek li dû xwe hiştiye, rengek edebiyatê hatiye pêş. Ev ji bo min cihê dilxweşiyê ye. Ev jî dibe sebeb ez dewam bikim.”

 

Ji 2002’yan heta 22’yah 20 pirtûk

 

Omer Dilsoz, di sala 1978'an de li gundê Gûzereşa ya bi ser Culemêrgê ve ye hatiye dinê. Heta niha ji Azadiya Welat heta niha, di rojnameyê kurdî de, di kovarên kurdî de nivîsên wî derketine. Ev demek dirêj e di Diyarnameyê de jî qunciknivîskarî dike.  Pirtûka wî ya yekemîn di payîza 2022’yan de bi navê “Hêviyên Birîndar” ji Weşanxaneya Aramê derketiye. Bi awayekî fermî bû 20 sal pirtûkên wî çap dikin û Weşanxaneya Peywendê ji bo 20 saliya nivîskariya Omer Dilsoz 8 pirtûkên wî yên bi hev re çap kirin û yên kevn jî li ber çapê ne.

 

Ji bo vê 20 salî û her wiha derketina pirtûkên wî yên nû me bi Dilsoz re xeber da. Em dixwazin ji bo me qala 20 salan bike, dibêje, “20 sal emrek e. Kitêbek Robin Sharma bi navê ‘Unvansi Lîderler’ heye, dibêje ‘ji bo mahîrbûna tiştek 10 sal lazim in. Mesela tu xwe aîdî bajêrek hîs bikî, piştî 10 salan êdî tu xwe wir hîs dikî, wekî mala xwe dibînî. Ji bo kar û bar, ji bo pisporî jî 10 sal dane’. Dema mirova benda 10’ê derbas kir, mirov dibe malxweyê wî karî. Ev tespîk bala min kişand. Ji bo nivîskarî jî heta 10 salî mirov amator e, ji wir pêde dibe, bi rastî bikaribe wê bendê derbas bike mirov derbasî qonaxek din dibe, êdî qonaxa afirandinê, dahênanê ye. Dema ez li edebiya xwe dinêrim, 20 sal ez wekî malê de di nava malê de dibînim. Wekî hest ez xwe bisteh (dingin) dibînîm”…

 

 

Rengê edebiyatê hatiyi pêş

 

Dilsoz qala dezavantajên kurdî jî dike û dûre van lê zêde dike, “Em bin sifrê re bi dejzavantajan em didomînin. Di nava 20 salan de hindik be jî, rêjeya xwendevanên kurdî diyar e. Ez dibêm qey bêjingek heye, hinek li ser dimînin, hinek têde diçin xwarê. Ev tiştek normal e. Ez xwe, edebiyata xwe bi sebir, hêdî hêdî, dibêjim di nava 20 salan de min şîpa xwe bernedaye. Hêdî be jî, ez dibêjim qey bi xasî kîso be jî min rêkek, şopek li dû xwe hiştiye, rengek edebiyatê hatiye pêş. Ev ji bo min cihê dilxweşiyê ye. Ev jî dibe sebeb ez dewam bikim.”

 

‘Ez qunciknivîskarî bi qasî kitêbê girîng dibînim’

 

Nivîskar Omer Dilsoz ji bo kovaran jî dinivîse û di Diyarnameyê de qunciknivîskariya xwe didomîne. Li ser vî aliyhe xwe jî van lê zêde dike, “Heta 10 salan mirov kela xwe dirêje, tecrubeyên jiyanê çêdibin, xwendin, heyecan û kel… Piştî 10 salî êdî huner e. Mirov ê dewam bike, tiştin lê zêde dibin. Ez jiyanê, pirrengî dibînim, qunciknivîskarî heyecanek din e. Divê der barê spor, magazîn, der barê tiştên aktuel, siyaset, siyaseta rojane û ramanî de divê gotineke me jî hebe. Meseleya qunciknivîskarî, van karan jî bi qasî kitêbek girîng dibînim. Divê nivîskar xwe jê dûr negirin. Projeya romanê tiştek din e, tu tiştên xwe didî hev, kom dikî, karek berfireh e. Lê ev tiştek din e. Der barê astrolojiyê de divê tu nivîsekî binivîsî. Ev jî tiştek baş e. Em şahidiya demê dikin, tiştên em dinivîsin ji bo tarîxê dimîne. Nivîs mirov vejîn dike. Dema mirov navberê dide, mirov sar dibe, mirov nikare binivîse êdî, gelek mirov zêde navberê nedê.”

 

“Ez dixwazim li dor tenûrekê qirş û qalên xwe kom bikin”

 

Ji serî de pirtûkên Omer Dilsoz li weşanxaneyên cur bi cur derketine. Herî dawî pirtûkên wî ji Weşanxaneya Lîs derketin. Niha yên nû ji Peywendê bi hev re derketin û yên kevn jî hin niha, hin jê jî dê paşê derê. Li ser cih guhartin, yan jî derketina pirtûka li Peywendê wisa dibêje, “Mebesta min, heta niha ev bîst sal in ez bi awayekî banekî mîna koçeran her carê li qonaxekê, li war û zozana weşanxaneyekê karê xwe yê nivîsê dikim, êdî ez dibêjim, wext e gawestîyayî bûbim û li banekiyê bême gundekî. Nîşana gundewariyê ya ewil, mirov kuçik û tenûrekê ji xwe re datîne. Ez jî dixwazim li dora tenûrekê qirş û qalên xwe kom bikim û tifika xwe hil bikim. Deh salên ewil, koçerî û kelecana bêpayan, piştî bîst salên vê keftûleftê bezebez diqede, nijintin dest pê dike. Êdî dema serîgirtina lodê ye. “

 

Peywendê 8 pirtûkên wî yên nû çap kirin

 

Weşanxaneya Peywendê 8 pirtûkên nû yên Omer Dilsoz bi etîketa “20 saliya nivîskariya Omer Dilsoz” bi hev re çap kirin. Em dixwazin Dilsoz li ser van jî çend tiştan bêje, ew van lê zêde dike, “Ev 8 kitêbên nû, cure cure ne. Sê ji wan roman in, lê heman wext ev roman di esasê xwe de mînanî sêyîneyekê ne; bi mijar û kontekstên xwe li ser şîpekê ne. Ceribandinên dî, heçî şano ye, heçî helbest e, heçî ceribandin e.. her yek ji wan xweserî xwe ye û di warê xwe de nayab e.”

 

Ev in pirtûkên Dilsoz ên nû

 

Bi kurtahî pirtûkên Omer Dilsoz ên ku niha ji Peywendê derketine û bi kurtahî naveroka wan bi vî rengî ye:

 

- Kanûnkuj / Çapa 1 / Peywend / Wan / Bîranîn / 90 rûpel

 

Mijar: Bîranînek ji zivistanên çetin, bi çîrokên xelek xelek tê xemilandin. Rastî û xeyal qasî sî û rastiyê nêzî hev lê heman wext jî dûrî hev..

 

- Işik / Çapa 1 / Peywend / Wan / Novel  / 53 rûpel

 

Mijar: Çirûskên ronahîyê dipekin nav rûpelan û jê çemek bi şerbetî yê peyvan çêdibe. Ceribandineke bi lewnê pexşan helbestî..

 

- Morîbeşkê Êntel / Çapa 1 / Peywend / Wan / Şano  / 56 rûpel

 

Mijar: Moriyekî îdealîst, ji palehiyê aciz e û dixwaze dinyaya derve nas bike. Bi hunera şanoyê çîrokeke nas û heta bêje dilkeser.

 

- Şair Dibê / Çapa 1 / Peywend / Wan / Helbest  / 298 rûpel

 

Mijar: Helbesteke dirêj, qasî sîbereke ketî pêş bejn û bala xwediyê xwe. Vebêjiyeke bi helbestî û çend dem û wextên ji zemanê eşqê hatine veqetandin. Me hemûyan carina pistîniyên di ber nihwêrandinê re, mîna gazîyekê ji xwe re veqetandine.. aha, ev ew deng û hisên nepenî ne.

 

- Siwar û Peyar / Çapa 1 / Peywend / Wan / Roman  / 257 rûpel

 

Mijar: Ev roman wextan ji zemanî hildide û di navbera rêwîyeke berdewam de, bêhnvedanên bo duh û îro; bo îro û wextên berpenî, zemanê metafîzîk hildide dest. Qasî hemû rastiyan rast, qasî hemû xeyalan jî mimkûn e. Du celeb mirov hene; heçî siwar heçî peyar..

 

- Li Dû Bihuşta Berze / Çapa 1 / Peywend / Wan / Roman / 249 rûpel

 

Mijar: Profesorê me li dû sirên govenda Sofî Omer berê xwe dide welatê navçiya. Di paşxaneya vê romanê de binehişê civakî, mîtolojî, dastan, xeyal, rastî di nav hev de tên raberî mirov. 

 

- Serpêhatiyên Mîro û Simore / Çapa 1 /Peywend / Wan / Roman /81 rûpel

 

Mijar: Mîroyê pir mereqdar, rojekê sêvekê gez dike û êdî bi zimanê ajelan serwext dibe. Ceribandineke nû di vê zincîreçîrokê de heye.

 

- Dinyaya Me ya Germ/Dinyaya Wan ya Sar / Çapa 1 / Peywend / Wan / Roman /251 rûpel

 

Mijar: Şeveke dirêj, li welatekî dûr; komek kurd. Kurd diçin kê derê çiyayên xwe; xem û barên jiyana xwe jî didin gel xwe û dibin wirê. Lê wer binêre, ev şevbihêrka xweş bi rastiya berbangê re serobin dibe. 

 

 

Pirtûkên wî yên çapa nû

 

Li aliyê din Peywend hin pirtûkên Omer Dilsoz yên berê derketine jî bi çapa nû digihîne ber destên xwendevanan. Ew jî ev in:

 

- Gûzereş/Derza l’Parsûyê / Çapa Nû 2022 / Peywend  / Wan / Roman / 246 rûpel

 

- Bêhna Axê / Çapa Nû 2022 /Peywend / Wan / Roman / 219 rûpel

 

- Neynika Dilî / Çapa Nû 2022 / Peywend / Wan / Roman /213 rûpel

 

- Berbiska Zer / Çapa Nû 2022 / Peywend / Wan / Roman /274 rûpel

 

- Hevrazên Çiyan / Çapa Nû 2022 / Peywend / Wan / Roman / 227 rûpel

 

- Ez û Min / Çapa Nû 2022 / Peywend / Wan / Roman  / 80 rûpel

 

DIYARNAME