Share |

3‘yemîn Pêşengeha Pirtûkan a Herekol li Qamişlo bi dawî bû

Sêyemîn Pêşengeha Pirtûkan a Herekol bi xelatkirina beşdarên pêşengehê bi dawî kir.

Pêşengeha Pirtûkan a Herekol li hola Zana ya li Qamişlo bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê li dar ket û 6 rojan berdewam kir.

34 sazî, weşanxane, yekitî û komîteyên çandî tevî rewşenbîrên serbixwe ji tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, weşanxaneyên ji peytexta Sûriyê Şamê, sazî û weşanxaneyên Bakur û Başûrê Kurdistanê tev li Sêyemîn Pêşengeha Pirtûkan a Herekol bûn.

 

Pêşengeha îsal ji yên salên borî cudatir bû. Îsal  hejmara cihên belavkirina pirtûkan gihîşt 34`an, 8 hezar û 500 sernav, 113 hezar kopî hatin pêşkêşkirin. Pirtûkên hatine pêşkêşkirin ên çand, siyasî, civakî, helbest, çîrok, kevneşopî, wêje, zanist, felsefe, dîrok, ol û roman bi zimanê kurdî, erebî, ingilizî, suryanî, tirkî û fransî hatin pêşkêşkirin.

 

Di dirêjahiya 6 rojên pêşengehê de gelek şênî tevî şandeyên leşkerî YPG û YPJ`ê, şandeyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şandeyek ewropî û Ereb ên ku tev li çalakiyêm komxebata navdewletî ya girêdayî DAIŞ`ê bûne, serdana pêşengehê kirin.

 

Di beşek taybet de wêneyên fotografî yên girêdayî xeteriyên ku rastî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên, wêneyên girêdayî Şopdarên Rojê yên girêdayî serkeftinên QSD`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê li Baxozê hatin pêşkêşkirin.

 

Di roja dawîn de malbatên şehîd Hisên Çawîş Herekol, rewşenbîr û nûnerên partiyên siyasî yên Kurd tev li pêşengehê bûn. Her wiha şênî jî bi hejmarek baş ji bo ku pirtûkan bikirin serdana pêşengehê kirin.

 

Di pêşangehê de cîgira hevserokatiya Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê got: "Ev pêşangeh di dema şer de şoreşa çandî ye, hejmarek mezin a pirtûkan hate pêşandan, her wiha bi alaqeyeke mezin hate pêşwazîkirin."

 

Di dawiya pêşengehê de Komîteya Amadekar a Pêşangehê, xelata pêşangeha îsal dane dayîka şehîd Herekol Xedîce Mele, komîteyê Rafael Lueruji ê ku ji Firansayê tev li pêşengehê bûye, Dijwar Ehmed ê herî zêde serdana pêşengehê, dikir, Xelîl Musa Hisên ji Efrînê wek nivîskarê herî biçûk li ser pirtûka xwe bi navê Rastiya Efrînê û weşanxenayên ku tev li pêşengehê bûne xelat kirin. Her wiha spasname dane weşanxaneyên tevlî pêşangehê bibûn.

 

Desteya Çand û Huner her sal pêşangeha pirtûkan ji bo bîranîna rewşenbîr, têkoşerê şoreşger Hisên Çawîş (Herekol) li dar dixe. Hisên Çawîş di 20`ê Tîrmeha 2016`an de dema li ser erka xwe bû li bajarê Dêrikê yê herêma Cizîrê şehîd bûbû. Şehîd Herekol hewl da çanda Kurdî pêş bixe û xwendina pirtûkan li herêmê teşwîq bike.

 

 şx -ANHA