Roja 9 tebaxê 1972 helbestvanê Kurd Qedrî can koça xwe ya dawî kir û îsal 44 sal li ser koçkirina nixuriyê kovara Hawarê Helbestvan Qedrî Can ne weke ku Mîr Celadet Bedirxan ew binav kiriye, derbas dibin.
Ebdilqadir Ezîz Can ku bi navê Qedrî Can dihat naskirin, di sala 1911an de li gundê Dêrika çiyayê Mazî yê ser bi bajarê Mêrdîn ve ji dayik bûye û li wer qonaxa xwendina xwe ya seretayî û navendî bi dawî kiriye. Herwiha li bajarê Qonya li mala mamosteyan, ligel hevalê xwe Reşîdê Kurd xwendiye.
Di sala 1931an de bi sedema têkçûna şoreşa Şêx Seîdê Pîran û zordariya Tirkiyê neçar dibe ligel hevalê xwe ber bi Rojavayê Kurdistanê ve, mîna gelek rewşenbîr û siyasetmedaran birevin û li bajarê Amûdê ji aliyê saydayê Cigerxwîn tê pêşwazîkirin, li wir tevlî komeleya Xûybûnê dibe û dest bi karê siyasî dike.
Helbestvanê Kurd Qedrî Can di sala 1936an de yekemîn helbesta xwe bi navê "Riya Taze" nivîsand û weke pêşengê Helbesta Kurdî ya nûjen tê naskirin, ji ber ku ew yekemîn kes bû dest bi nivîsandina helbesta Kurdî ya nûjen kir.
Di sala 1957an de Qedrî can ligel grûpek ciwanên Kurd diçe Moskoyê û beşdariyê di festîvala ciwanên navdewletî de dike, li wir serdana nemir Mela Mistefa Barzanî dike û helbestekê xwe diyarî wî dike.
Piştî Barzanî ji Moskoyê vedgere, Qedrî Can serdana wî li Bexdayê dike û helbesta xwe ya binavê "Şêrê Welat" jê re dixwîne, helbest bi dengê hunermendê Kurd Hesen Şerîf ve hate gotin û deng veda, di wê helbestê de dibêje:
Şêr hat welat Şêr hat Welat
Roja Kurdistanê Helat
Migîn li we Barzanî hat
Qedrî Can gelek berhemên wêjeyî li pey xwe hêştine, ji wan Dastana Helbestan, wergerandina romana Şivanê Kurd a nivîskar Erebê Şemo, Elfebaya Kurdî û gelek berhêm din.
Di sala 1939an bi keçekê Tirk re li Şamê zewacê dike û sê zarokên wî çê dibin, ew jî Serwer, Şêrîn û Mizgîn.
Helbestvanê Kurd Qedrî Can di 9 Tebaxa 1972an de li Şamê koça dawî dike û li gorîstana Şêx Xalid Neqeşbendî tê veşartin.