Share |

50 salîya nivîskarîya Berken Bereh: Helbest dê wek siha min li gel min be!... Hevpeyvîn: RÊZAN DILJEN

Berken Bereh   FOTO: MİRAD BAYRAM
Berken Bereh FOTO: MİRAD BAYRAM

Pênasekirina helbestê sedan sal e di poetîkayê da yek ji mijarên sereke ye ku tim li serê gengeşî hatiye kirin, bes penasekirina şairî miqayesî helbestê kêm caran bûye cihê nîqaşê. Gava ez li ser teorîya helbestê dixebitîm min jî serê xwe hinekî li ser vê yekê êşand lê ya rastî ji heqê wê derneketim ta ku şairê ezîz, henûn, dilgerm, nefsbiçûk û xweşkelam Berken Berehî nas bikim. Bi min heya ku ferhengnûs û teorîsyen ravekirineka pak û tekûz bo şairî peyda bikin em Berken Berehî gava behs li ser şairbûnê vebû wek mînak û ravekirina şairî bi xwe bidin nîşan. Bê guman bo min kêfxweşî û serbilindî ye bi minasebeta 50 salîya nivîskarîya şairê şair Berken Bereh niha hevpeyvînê li gel wî dikim. Herwiha malavayîya wî dikim ku dilê min nehişt û hevpeyvînê qebûl kir.

 

Peyv nizilîn/dinizilin ji qelemeka ku nîv qirn e her û her boş diherike…

 

…….

 

-Îsal 50 salîya nivîskarîya te ye, bi vê minasebetê ez hem wek şairekî hem jî wek xwînerekî 50 salîya nivîskarîya te pîroz dikim. Bo 50 salîya nivîskarîya te Avesta hemû dîwanên te di berhema bi navê Botannameyê da çap kir. Di heman demê da Nûbihar jî hemû helbestên te yên di kovara Nûbiharê da weşîyane di berhema bi navê kirasê heyînê da çap kir. Avesta û Nûbihar li gel hev, bo te bernameyek çêkir, keç û xortên xwendekar di bernamê da helbestên te xwendin. Kokteylek hat çêkirin, peykerê te jî… Gotina Arjen Arî tê bîra min, digot em kurd zindîkujên mirîhez in. Herçiqas ev hemû bo şairekî wekî te kêm jî bin, van salên dawîn qedirdayîneka baş heye bo cenabê te. Bo 50 salîya xwe û van bertekan dikarî çend kelaman bibêjî? Hestên çawa li te peyda bûn îsal? Tu aniha dibêjî min baş e ev rêya helbestê da ber xwe?

 

  • Helbet bi jiyaneke 50 salî ya li gel helbestê bo min cihê bextewarî û serbilindiyê ye. Helbest, ji roja min xwe û helbestê nasî ta îro û dikarim bibêjim ta nefesa dawî dê wek siha min li gel min be. Lew di her şert û mercan de ew her wext li gel min bû û tu carî dev ji min berneda. Hê wêdetir bo min helbest hem dost û hem jî kakilê wê enerjiya liserlinganmayîn e.

 

Kurd jî wek her giyanewerî bi demê re tên guhertin. Kes ji me ne wek kesê beriya salan e, heta ne wek yê berî heyvekê ye. Vêca kurd di vê sedsalê de rastî gellek bûyer û qewimînan hatin, hem jiyana navxweyî û hem jî guherînên cîhanê derfetên baş ji me re ava kirin. Di van bîst salan de hema ji alî xwendin, nivîsandin û ponijîn û hizr û fikirînê de bi qasî sedan salan livbazî û hewldan pêk hatin. Kurd di her warî de bi pêş ve çûn û dixwazin bibine endamek cîhanî yê şaristaniyê. Ev guherîna hizrî feraseta me jî guherand û hinek dabûnêrît jî guherîn. Aha gotina “zindîkujên mirîhez” jî tu m’eneya wê nema. Ez helbet serbilind im ku ez bûme sedema gengeşekirin û bêwatekirina vê îdyomê. Ya rast jî ev e, kurd di rastiya xwe de qedirzan û nefspiçûk in. Niha bi helwesta xwe evê carek din peyitand. Vêca em çiqasî bi nijada xwe serbilind bin bi min kêm e.

 

 

-Te di sala 2018an da, di hevpeyvîna xwe ya li gel Rêdûr Dîjle[1] da wiha gotibû: “Vêca helbest ji bo min, ew war e ku li wê derê dikarim Berkenî wek dareke ku nû hatî çandin û her roj tu av didî, paşê mezin dibe û fêkî û kulîlkên wê çêdibin û dibe dareke gelekî xweşik ku kesên di wê derê re dibuhurin, dixwazin, bêhna xwe vedidin li bin siha wê. Fêkiyekê jê dixwin. Ji bo min helbest, aha! ew war e ku Berken dibe Berken û belkî înşela Berken bi heyîn û hebûna xwe bikaribe bibe modelek ji bo ciwamêran.” Te şeş sal berê behsa modelbûnê kiriye ku em îro baştir têdigihin. Em îro gava kesên nû bi şi`rê radibin dibînin ku kelama ewil ji risteyên te zeft dikin -ez jî yek ji wan im-. Şehmus Kurt di helbesta xwe ya “behiya bêdîwaniyê an jî hunera helbestê”[2] da dibêje ji destêd mûeyed û barnas û bereh maçî kiribana. Gelek ciwan “mamê” xwe wek îdolekî dibînin, ne tenê wekî şairekî, wek şexsîyet, sekn, fikrî û hwd. jî. Îro li Kurdistanê gelek zarok navê wan Berken e. Gava em van yekan dinêrin bi rihetî dikarin bibêjin, te 50 salan tenê ne helbest nivîsîye, te di heman demê da roleka din jî li xwe bar kiriye. Li ser vê hevpeyvîna te ya li gel Rêdûr Dîjle çi guherî? Te wê çaxê got bikaribim bibim modelek ji bo ciwamêran, îro dikarî bibêjî erê va ye ez bûm modelek?

 

  • Belê xuya ye ku bûme modelek û ev bo min şanazî û bextewarî ye. Rêzanê delal, tu zanî em endamên civat û neteweyeke ji desthilatdariyê bêpar û hemû heyîna wan di bin nîrê mêtingehkariyê de tê felişandin, bêqîmetkirin, tune kirin hwd. Helbet wek xwenda, rewşenbîr û xwedî feraseteka netewî lazim e ne tenê bi helbesta xwe lê bi rabûn û rûniştin, bi sekn, feraset, hizr û fikra xwe bibe modelek da civat û endamên wê nemaze xort wan ji xwe re wek model bibînin û li gor wan xwe perwerde bikin da bikaribin li hember neheqî, zordarî, asimîle û hemû tiştên dagirker li ser me ferz dike berxwe bidin û heyîn û hebûna xwe biparêzin. Bi gotina Şehmus Kurt û te û ew dilgermî û pêşwaziya xortan ya li fuarê nîşaneyên wê modelê ne.

 

-Şairekî 50 salan şi’rê dinivîse, şi’rê çawa penase dike?

 

  • Helbest, çalakiyeke hişî ye, sekneke li hember jiyanê. Rêwîtiyek e; ji hişî ber bi dilî. Hawar û qêrîna ji dil e. Helwestek e; ji çanda xweragirtinê ber bi watedariyê. Bi van taybetiyên xwe helbest, ne kopiyeya rastiyê lê karekî afirînerî ye. Ê ku vê afirîneriyê pêk tîne helbestvan e. Alav û hevîrê wî ziman e, tenê bi wê dikare afirîneriya xwe pêk bîne. Ev ziman car nuxamtî car wek esmanê bê ewr sade, sayî, resen, xweser û bi sembol e. Her kes tiştek ji xwe tê de dibîne. Helbestvan ji bo wê hatiye dinyayê, bê wê nikare bijî. Helbestvan li wir di ewlehiyê de ye, azad e, coşî, tenêtî, neçarî, şehwet û têkçûna xwe bi wê der dike. Ev derbirîn û afirandina helbestî çi qasî jidil, hevgirtî, biaheng, tîr û bi felsefe re dabe û standibe hew qasî bi hêz jî dibe. Helbesta rastîn wek wahyê ye. Helbesta bi peyvên ji dileke birehm afirî, di dilê xwendevên de evînê, hêvîyê û bextewariyê nexş dike. Lewre helbestvan tiştên qewimî û yên ihtimal e ku biqewime, bi hêza hiş û sehekiya xwe hîs dike.

 

 

-Bi qasî ku dizanim helbestên te yên ewil “Mîna gulekî êvelî ger bibuhire jîna me” û “Ji ba me rê diçe xweşitiyê” di sala 1980yan da di hejmara diduyan a kovara Tîrêjê da weşîyan. Ji wan helbestan ta îro herçiqas ji alîyê ferheng û poetîkayê ve gelekî guherîn di helbestên te da hebin jî bi min ji helbestên te yên ewil ve reng û cudabûneka te heye di şi’ra kurmancî da, naşibin helbestên tu kesî. Ristesazîya te, dengê te, nêrîn û çavdêrîyên te cihê ne. Te ev çawa ava kir? Ji bo şairên dixwazin bibin xwe/neşibin tu kesî dikarî çi şîretan bikî?

 

  • Em baş zanin ku helbest derbirîna hiş, mêjî û dil e ku ev bi hev re hem takekesiya me û hem jî tiştine me yê hevpar yên mirovahiyê di xwe de dihewîne. Ango dema ez dinivîsim ez xwe dinivîsim û ez bawer im ku çiqasî min xwe gihandibe derbirîna ruh û giyanê Berken Berehî hewqasî min kariye bibime berdevkê kesên din jî. Ango helbestvan karîbe, xwe, ruh û giyanê xwe û hemû taybetiyên xwe yên aîdî vê dinyayê ne-qehr, tenêtî, êş, hezkirin, têkçûn hwd. di helbesta xwe de bi awayekî serkeftî cih kiribe, êdî xwedî welatekî ye ku li wir her tişt yê wî ne, ew xwediyê wê gencîneyê ye. Helbest ji ber ku derfeta xwe derbirîn û xwe bi cih kirinê -bê sansûr û bê desthilatdariya tu kesî- dide helbestvanî ew dibe welatê wî yê herî şîrîn û pîroz. Lew li wir, desthilatdar, stemkar, axa, şêx, karbidest û zordar nînin. Çiya, banî, robar, kulîlk, mêrg û çîmen û hesp û hewa û ewr û baran -dinyaya xeyalî- bi gor dil û vîyana te ne. Tu li wir serbest û azad î, çawa dixwazî wisa dijî. Helbet ev diyarde şiyana te ya afrîneriyê jî bi hêztir dike. Ya din, ji ber ku havêynê helbestê ziman, erdnîgarî û hemû gencîneyên wê neteweyê, ji vê hêlê ve jî dibe welatê helbesta helbestvanî. Helbestvan bi peyvan helbesta xwe ava dike. Ew peyv jî li ser xakekê û di nav civatekê de tê bi kar anîn. Helbestvan bi wan peyvan zimaneke resenî xweser yê aidî xwe diafirîne, wate û erk û hêz û şiyaneke din dide wan. Bi vî awayî helbestvan hem xwe ji nû ve diafirîne û hem jî bi helbesta xwe li xaka xwe vedigere û konê xwe datîne.

 

-Bi te mîsyoneka helbestê heye? Helbest xizmeta şairî dike an şair xizmeta helbestê dike? Balanseka çawa heye di navbera şi’r û şairî da?

 

  • Bê guman mîsyoneka helbestê heye; ew jî xweştirkirina jiyana însanî û watedartirkirina wê ye. Lew ew yanî helbest ciwan, delal û xoşewîsta afirînerî û nûwazeyîyê ye. Şair jî ew kes e ku wê delalê her roj ji nû ve û bi awayek din dixemilîne, xweşik dike û reng û dirûveke din dide. Ez dikarim helbest û şairî wek her du şehîne (tasik) yên şihînê bi nav bikim. Helbet hevsengiyek dive hebe di navbera wan de. Yek ji ya din ne bilindtir an jêrtir be. Ger her du şehîne li tengala, beramber hev bin hingê dikare bigihe asta afrîneriya ciwankariyê. Şehîneya helbestê her amade û li cihê xwe ye, lê şair tê û diçe û bi her şairî re ev terazû jî an bi miwazene ye, an bo helbestê serdest e. Yanî her şair di xizmeta helbestê de ye. An dê wextek helbest bi dawî bibûya. Lê em zanin ew heta însan hebe dê bijî û daw û doza nûvejenkirina xwe bike ji şairan.

 

-Te qet got va ye min ya xwe got û divê ez hew binivîsînim?

 

  • Na. Ma gotina mirov û daxwazên wan diqedin? Jiyan her berdewam e û li Rojhilata Naverast şihîna wê jî ne serast e, ne yeksan e. Her wiha em ne li civateke aram û birêkûpêk dijîn, ev jî rê nade ku xwe malnişîn bikî û bibêjî min bes e.

 

Tê gotin ku li cîhanê ji roja însan xuliqîne ta îro tu kes naşibe kesek din. Her însanek dinyayek e. Aha hewldana ewilîn ew e ku em berê xwe bidin xwe û taybetiyên xwe destnîşan bikin. Rastiya xwe çi fizîkî, çi derûnî binasin û bo vê jî dive em têkevin rêwitiyeke ya ber bi xwe. Helbet wek endamek ya mirovahiyê dive em çi di alî jiyan û çi di aliyê hîs û hestan de be tiştine hevpar jî bizanin û bo jiyaneke xweştir xwedî sekn û ferasetekê bin.

 

Nexwe divê helbestvan rast, bi rehm û jidil be. Ji bilî helbestê tu derdekî wî tunebe. Jiyana xwe ji bo wê terxan bike. Piştî van jî divê zimanê xwe, hemû kod û şîfreyên wê baş bizanibe, hay ji zanistê hebe û şopdarekî baş be; ji dîrokê bigir ta xwe bigihîne jiyana kêzik û nebat û daran hwd. Helbest encama perwerdehiyeke bi rêkûpêk, xwendin û xebateke bê navber e. Bê guman ev tenê destnîşankirinek e, hê gellek tiştên din tê lê zêdekirin.

 

-Rewşa helbesta kurdî bi giştî çawa dibînî? Ji alîyê rûxsar, naverok, mijar, poetîka, ferheng, ristesazî û hwd. ve çawa ne? Dilê te rihet e? Ji ber ku ev mîrasa te bo van şairan e.

 

  • Helbesta kurdî bi giştî ne xirab e, digel zordestî, stemkarî, nebûna çavkaniyan û şaristaniya sext hewl dide xwe ji kevnetoriya xwe bişû û bi reng, hêma, ciwankarî û dengê xwe bigihîne kanona cîhanî. Cihê bextewarî û serbilindiyê ye ku her helbestvan hewl dide dereke vala û îhmalbûyî ya helbesta me pîne bike û hêlek wê rûxsara delal temam bike. Helbet her helbestvan bi gor hizr, raman û zanîna xwe helbesta xwe ava dike. Em bi giştî nikarin yek kirasê li vê nifşê bikin. Bi gor salên nodî helbesta me ber bi cihokine resen ve diherike. Gellek kesan xwe ji bandora ziman û feraset û helbesta bi wî zimanî ya serdestên xwe rizgar kiriye û gihiştine qonaxa “xwebûnê” ku ev qonax encama lêkolîn û nasîna berhemine mîrateya helbesta kurdî ye. Di serî de ev bertek û reaksiyon bêhtirîn bi awayek pexşanî û vegotinî be jî niha gihiştiye asta estetîka helbestyane. Helbet ev vegotin têra helbesta me nake û jixwe helbest tu carî nabêje ev tiştine ji bo min bes in. Ew her dem li pey tiştine nû ye. Di nav helbestvanên nû de çendine ji wan bi serbilindî dikarin di her qadê de netewa kurd û helbesta wê temsîl bikin. Ev kes jî ew kes in ku helbestê û ji bo wê saz kirina ciheke resen di civakê de ji xwe re kirine armanca sereke. Em baş zanin ku dûrketina ji warê helbestê, li ser navê çi pîroziyê dibe bila bibe fîşekeke qelp e di destê xwediyê xwe de. Ji ber vê çendê gotinên resterê, beloq, çendî bi nirx bin jî, ji ber li hevnehatina wan ya bi helbestê re tu coş û peroşiyekê wê nede tu kesî.

 

Her wiha bi giştî kurd li bajaran kom bûne, pirsgirêkên bajarîbûn, debara malbatî, daxwaz û xwestekên takekesî û bertek û bendên li ber wan qasî bindestbûnê barekî giran in li ser civaka kurdî. Helbest divê bikaribe bibe berdevkê van êşan jî. Di vir de helbesta kurdî hê qels û bê hêz e. Pêjn, bêhn û tahma zimanê kurdî qels û kêm e. Ger biyaniyek wê şi’rê de çi cografya, çi kurdî û kurdan nebîna, hîs neke û lê rast neyê dêmek di wê helbestê de kêmasiyek heye. Çima? Ji ber ku her însan dikare wek hev bihizire, bifikire lê nikare wek kesekî biyanî hîs bike. Yanî her netew xwedî kodên taybet in ku ev bi cografya, rabûn û rûniştin û çanda wan ve girêdayî ye. A din îmaj û hêma bi tena serê xwe nikarin bibine kakilê helbesteke baş. Divê digel wan deng, aheng, têma, naverok û hwd. di nav terazûyekê de bin. Wekî din ji bare bar û qareqarê pê ve ne tiştek e.

 

 

-Kitêbek an jî helbestek heye ku tu tim û daîm lê vedigerî, dixwînî?

 

  • Dîwana Melayê Cizîrî; işq û ciwankarî… Ya Ehmedê Xanî; filsefe, hizr û bîr… Û Feqiyê Teyran; xweza û xwebûn…. Lew bo min ew her sê şahkar wek şîrê ruh û giyanê min û helbesta min in.

 

-Em behsa nifşê Tîrêjê nekin nabe. Rojen Barnas, Mem Ronga, Arjen Arî û tu, we tesîreka ecêb xurt li helbesta kurmancî kir. Heta ne tenê helbestê, muzîkê jî. Ji Ciwan Haco heya Mehmet Atli gelek stranbêjan ji helbestên we sûd wergirtin. Îro gava tu şairên ciwan dinêrî bawerî li te çêdibe ku dê ev keç û xort jî bi qasî nifşê Tîrêjê tesîrekê bikin? Ango, ji bo karibin bi qasî we tesîrekê bikin, heta ji we derbas bikin divê çi bikin?

 

  • Bê guman dikarin tesîreka baş li civata xwe bikin û asoya helbesta kurdî geş û firehtir bikin û helbesta kurdî bigihînin qada cîhanî û ala kelama kurdî li banê gerdûnê bimilmilînin. Û gelek nimûneyên wan jî pêk tên û berdewam in. Ez gellek dilxweş û bextewar dibim ku ji me derbas bikin û dive bikin jî. Hingê dikare kanona helbesta kurdî ber bi kamilbûnê ve biçe. Helbet bo vê divê bêrawestan kar û xebat bê kirin. Lew wek her pîşe û karî helbest jî encax bi xebateke berdewam ku min 50 sal di ber de da, dikare bigihe lûtkeya xwe ya şairî. Şert û mercên niha ji gelek ya dewra me guncavtir in. Ziman ber bi standardbûnê ve diçe. Berhemên kurdî di her warî de hene û roj bi roj hejmara wan zêdetir dibin. Îmkanên teknolojiyê rê dide ku gelek zimanan fêr bibî, xwe bigihînî helbest û teoriya wê ya li cîhanê.

 

-Em hinekî behsa jiyana rojane bikin. Tu nêzî du sal e tenê dijî, car caran di helbestên xwe da hêmayên tenêtîyê jî diemilînî. Kêfa te ji bajar ra jî nayê bi qasî em ji helbestên te fêm jî dikin. Tenêtî û ji bajêr dûrbûn îlhameka çawa dide te?

 

Mixabin bajar bo hemû neteweyan û mirovan cih û mekanên şaristaniyê ne lê bo me aşê asîmîlasyon û bişaftinê, dûrketina ji çand û kultura xwe, bikarneanîna zimanê xwe ye. Helbet ez ji ber van sedeman ji bajaran hez nakim. Wekî din jî ekosîstema xwezayê gelek hatiye tehrîb kirin û avahî û mîmariya wan derûniya însanan xera dike. Ji ber hindê dema diçime gund û çolterê an ciheki aram û bêdeng li gund û çiya; dikarim bi xwe re bidim û bistînim. Guhdariya dengê dilê xwe, li ser xewn û xeyalên xwe biponijim. Wek filmekê zaroktî û jiyana xwe ya ta îro wek filmekê temaşe bikim û bihizirim. Ev jî rehetî û aramiyekê dide min û helbet li ser helbestê re jî hêsantir dikarim têkevim têkiliyê.

 

-Te qet fikirîye ku bîranînên xwe binivîsînî?

 

  • Min gellek caran hewl daye ku binivîsim û niha jî tenê ew maye ku dixwazim pêk bînim.

 

-Çi dixwînî, çi temaşe dikî van pêlan?

 

  • Helbet helbest, dîrok û pirtûkên bîranînan.

 

-Hebe gotineka dawî?

 

  • Ez jiyanek bi dilê te û pîrozkirina 50 û 75 saliya helbestê bo te û hemû şairên kurd dixwazim.

 

[1] Kovara Kund, Hejmara 2yan

 

[2] Tarantîno, Babê Min û Ez, 2020, Weşanên Avesta

Berken Bereh û  RÊZAN DILJEN

 

 

 

Jêder . Kovara Dilop