Şewata Sînemaya Amûdê an jî Agirê Sînemaya Amûdê di dîroka kurdan de bûyereke reş û giran e ku di 13ê Mijdara 1960an de li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê çêbibû. Di şeva 13ê mehê de agir Sînemaya Amûdê girtibû di encamê de 283 zarok di nav pêtên agir de can dabûn.
Ji bo piştgirîya Şoreşa Cezayirê fîlmekî bi navê Cerîmet Nisif el-Leyl "Cerîmeya Nîvê Şevê" ji alîyê dewleta Misirê ve hatibû çêkirin û li pêşkêşî zarokên Amûdê hat kirin. Sînema ku têra 200 zarokî dikir 500 zarok hewandibûn. Wexta 500 zarok di sînemayê de agir dest pê kir. Derîyê salona sînemayê girtî bû. Di vê bûyera kesertijî de 180-283 zarokên kurd jîyana xwe ji dest da.
Gelek çavkanî aşkere dikin ku dewleta Sûrîyê ev bûyer pêk anîye û dewletê heta niha ti lêkolîn derbarê wî agirê de çênekirîye. Agirê Sînemaya bajarê Amûdê wek semboleke zilm û neheqîya li gelê Rojavayê Kurdistanê hîn jî hildibe.
Mihemedê Seîd Axayê Deqorî di vê bûyerê de xelaskerê gelek zarokan bûye. Di şeva Şewata Sînemaya Amûdê, ji sînemaya ku dişewite bi dehan zarokan derdixe û xilas dike. Di dawîyê de stûnek di ser de dihête xwarê û canê xwe ji dest da. Wêrekîya Mihemedê Seîd Axayê Deqorî dibe yek ji mijarên dengbêj û stnranbên kurd.
BasNews