Share |

8emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê dest pê kir

8emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, dest bi karên xwe kir û biryar e 8 rojan berdewam be. Di festîvalê de, 94 fîlmên Kurdî, biyanî tên pêşandan, ji wan 49 fîlmên biyanî ji 30 welatên cuda ne û 45 fîlmên Kurdî ne.

 

Biryar e jî festival bi pêşandana fîlmê Kurdî “Ezmûn” dest pê bike. Fîlmê Ezmûn, berhemeke hevbeş a Herêma Kurdistanê û Almanyayê ye. Ew film ronahiyê dixe ser ezmûnên pola 12 amadehiyê û fişara li ser malbata xwendekaran. Ev yekem film ji vê cureyê ye ku li Herêma Kurdistanê û Rojhilata Navîn tê berhemanîn.

 

Berpirsên 8emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê Emîr Elî di destpêka festîvalê degotarek pêşkêş kir û spasiya kenala Kurdistanê24ê, ji ber ku rasterast merasîma vekirina festîvalê diweşand.

 

Di merasîma vekirina 8emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan Heme Hemeseîd û Parêzgarê Duhokê Elî Teter amade bûn û gotar pêşkêş kirin.

 

K24