Share |

Ahenga Îmzekirina CD û Pirtûka Stranên Hunermend Zibêr Salih.

Di 20.8.2023an Li Hola Hêlîn li bajarê Essnê li Elmanyayê Yekîtîya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê ahenga îmzekirina CD ya ji helbestên melayê Cizîrî  û pirtûka stranên hunermend Zibêr Salih li darxistin.

 Di vê ahengê de gelek hunermend û helbestvanan û siyasetmedaran beşdar bûn . û Bixêrhatina amadebûyan ji aliyê birêvebirên çalakiyê Elwan Şivan û Yusra Zibêr ve hate kirin.

Gotina yekîtiya giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd ji aliyê Nivîskar Merwan bavê Zozanê hate xwendin û herweha çend gotin ji aliyê mêvanan jê hatin kirin ji wan axaftinan gotinek li ser kurtejîyana Hunermend Zibêr Salih ji aliyê Helbestvan Bavê Elind û Romannivîs Helîm Yûsiv hate gotin.

Her weha hunermend Zibêr Salih gotinek li ser jiyana xwe pêşkêş kir û piştre ji aliyê Yekîtiyê ve hat xelatkirin û hate pîrozkirin û tevayî kesên beşdar û hunermendên beşdar ên ku bi deng û awazên xwe cih girtin û şahî xweş kirin

Hêjayî gotinê ye ku Yekîtiya Nivîskaran di axaftina xwe de destnîşan kir ku girînge Hunermend û Nivîskar divê ku hîn di jiyanê de werin xelat kirin û em keda wan ji bîra nekin.

 

kurdishdc.org