Bi boneya Roja Zimanê Kurdî ( 15'ê Gulanê ) Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya ( Şaxê Hesekê)
Li Hola Cegerxwîn li bajarê Hesekê . Roja Înê 17.05.2024, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, Şaxê Hesekê, imzekirina romana ( Zabêl Ez Ermenî me) Ya Nivîskar û helbestvanê kurd Ezîz Xemcivîn lidarxist.
Di destpêka ahingê de Nivîskar Miş'elê Osman bixêrhatina mêvanan kir û kêlîkeke bêdeng li ser giyanê pakrewanên kurd û Ermeniyan rawestiyan.
Dipêre Nivîskar S'aîd Yûsif serokê Şaxê Hesekê gotina Yekîtiyê xwend.
Û hunermend Mesûmê Şikakî ahing bi çend stiranan xemiland.
Di dawî de mamosta Zabêl Lûlû gotina her du malbatên Ermenî pêşkêş kir.