Share |

Ahmed Kanî: ”Ez Evîndarê Xwendina Kurdî Me”…Hevpeyvîn: Lokman Polat

Ahmed Kanî
Ahmed Kanî

– Birêz Ahmed Kanî, ez rêzehevpeyvînê bi nivîskarên ku pirtûkên wan ên çîrok, helbest û romanan hene re pêk tînim.

Lê, ê te rewşeke te ya taybet û girîng heye, ew jî te bi navê ”Wêje û Rexne”yê kovareke edebî, rexneyî weşand û tu gerînendeyê (xwedîyê) kovarê bûyî. Herweha tu beşdarê civînên koma xwendinê a li Amedê dibû û te berhemên edebî şîrove dikir, dinirxand. Loma jî dîtinên te ji bo min û ji bo xwendevanên kurd girîng e. Pêşî  ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

 

  •  Ez li gundê kefnecarê yê bi ser Amedê ve hatime dinyayê. Ez dikarim bibêjim ku ez evîndarê xwendina kurdî me. Min bi piranî li Amedê xwendîye. Lê li Zanîngeha Stenbolê min beşa rojnamegerî xwend. Li Zanîngeha Mêrdînê teza xwe ya masterê li ser rojnameya Kurdistanê (1898-1902) nivîsî:

 Niha jî li Zanîngeha Dîcleyê di beşa ziman û çanda kurdî da xwendekarê doktorayê me. Ji ber ku ez difikirim teza xwe li ser rola medyayê binivîsim, beşa dîrektorîya medya civakî jî dixwînim. Ji sala 2010an ve li Amedê, di nav koma xwendinê da cih digirim. Ev bû 12 sal e bê navber romanên kurdî dinirxînim. Di serê sala 2014an (çile-sibat-adar-nîsan) da, me kovara Wêje û Rexneyê derxist. Di rojname û kovarên kurdî da gotarên min cih digirin.

   – Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? Pirtûka te a pêşî ez ne şaş bim lêkolîneke li ser rojnama Kurdistan bû. Dikarî hinek behsa lêkolîna xwe bikî? Di dema lêkolîna te de te çi zahmetî dît, çi astengî derketin pêşberê te?

 

  •  Ez karim bibêjim ku ji sala 1986an ve min biryara nivîsîna bi kurdî daye. Ew sal, ez li girtîgeha Leşkerî ya bi navê “Jimar 5/5 Nolu”yê girtî bûm. Li ser çar alîyê dîwar, binê qatî û zemînê “Türkçe Konuş, Çok Konuş/Bi tirkî biaxive, pir biaxive” hatibû nivîsîn. Dema dîya min a ku bi tirkî nizanibû hat dîtina min, nedixwest bi kurdî biaxive ji bo ku gardîyan me îşkence nekin. Min got dayê ew dewra ku nedihîştin kurdî bê axaftin, bi xwefedakirina hin hevalên me derbas bû.

Di serî da min bi berhevkirina gotinên pêşîyan dest bi nivîsîna kurdî kir. Ji 2010an bi şûn de min dest bi nivîsên rexneyî kir. Pirtûka min a pêşîn bi navê “Morfolojîya Kurmancî û Zimannasî”yê bû. Di sala 2017an da di nava weşanên J&Jyê da derket:

 

 Teza min a masterê wek we nivîsîye bi navê “Analîzek li ser Rojnameya Kurdistanê (1898-1902)” ye, li Stockholmê ji alîyê Weşanxaneya Apecê ve hat weşandin. Dema em behsa zehmetîyan bikin, ez dikarim bibêjim ku hem çavkanîyên metodolojîyê (bi taybetî yên kurdî) hem jî tecrubeya me di vî warî (lêkolîna kurdî) da kêm bû. 

  – Hinek nivîskarên ku bieslê xwe kurd in, bi tirkî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in lê bi tirkî, arebî, farisî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan kurdên nivîskarê zimanê tirkî, arebî, farisî ne? Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (tirkî, erebî, farisî) dinivîsînin çi difikirî?

 

  •  Ziman û kultur ji hev naqetin wek goşt û hestî ne. Meriv bi kîjan zimanî binivîse xizmetê ji kultura wê neteweyê ra dike. Sedema nivîsîna xwe ya bi kurdî min li jorê nivîsî bû. Kesên ku bi zimanê serdestan dinivîsin, xizmetkarên zimanê serdesta ne. Wek mînak Yaşar Kemal, Selîm Berekat kurdên nivîskarên tirkî û erebî ne.

  – Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

 

  •  Ez karim bibêjim ku ev rewş bi zulmûzora li ser ziman û kultura kurdan va girêdayî ye. Wek mînak dema rojnameya Kurdistanê li Misrê, di 22yê Nîsanê da dertê, di nava hefteyek da (30ê Nîsanê) fermana qedexekirina rojnameyê Siltan Evdilhemîdê Duyem derdixe. Kurd mecbûr dimînin ku çanda xwe bi rêya edebiyata devkî biparêzin. Di serdemên ku desthilatdarîya kurdan (mîrektî) heye edebiyata nivîskî xurt dibe. Li gorî min ger zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê dê edebiyata kurdî ya nivîskî gelek bi pêş bikeve. Rewşa niha ya edebiyata nivîskî li ser milê xwebexşan dimeşe.

  5 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

 

  •  Bi dîtina min ger pîvan çendanî be helbest li pêş e. Lê ku pîvan çawanî be, meriv kare bibêje ku çîrok û roman bêtir bala xwendevanan dikişinin. Ji xwe dewlemendî jî li ser eleqeya xwendevanan ava dibe.

 

 

 – Li gor bîr û raya min, nêrîn, dîtin û ramanên min, rexnegirî tena serê xwe rexne nîn e. Digel rexneyê berhemê fêmkirin, şîrovekirin, ravekirin û nirxdayin e.  Bi gotineke kin û kurt, rexnegirî: Hunera şîrovekirin û nirxandina bi hişê têgihîştî ye. Rexnegirî, hunera nirxandinê ye. Şîroveya berhemê ye. Xwendina berheman e û herweha kar û xebateke lêkolînî ye. Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?

 

  •  Bi rastî te şîroveyek baş kiriye li ser rexneya edebî. Berna Moran di pirtûka xwe ya bi navê “Teorîyên edebiyatê û rexne”yê da, balê kişandîye ser kêmbûna çavkanîyan ya di vê qadê da û wiha nivîsîye: “ (…) îro li Tirkîyeyê bi tevî eleqeyek zêde bo mijara rexneyê jî weşanên li ser mijara rêbazên “teorîyên edebiyatê û rexne”yê bi qasî ku meriv bibêje tune kêm in.” (Moran, 2009:9) Dema em vê dîtina Moran di derbarê çavkanîyên rêbazên teorîya edebiyatê û rexneya edebî ya tirkî da ku sed sale bi piştgîrîya dewleta neteweyî ya Tirkîyeyê weşan têne kirin dixwînin rewşa rexneya edebî ya kurdî bi taybetî li bakurê Kurdistanê baştir tê famkirin. Piştî vebûna kunek ronî li ber wêjeya kurdî bi rêya beşên kurdolojîyê li Tirkîyeyê hinek hewldanên xwebexş wek kovara “Wêje û Rexne”, “Zarema” û çend kovarên akademik ên li Enstîtuyên Kurdolojîyê rexneya edebî ya kurdî wek zarokan bi gavên çalepûka dimeşe.

   – Bi kîjan dîtin û ramanê we dest bi weşana kovara wêjeyî û rexneyî kir? Di kovarê de rexneyên edebî hatin weşandin?  Tu difikirî ku rexnegir bi têra xwe girîngiyê didin xebatên wêjeyî?

 

  •  Min li jor jî nivîsî, me wek komên xwendinê çîrok û romanên kurdî dixwend û dinirxand. Me bi hev ra biryar da ku em kovarek ji bo van nirxandinên xwe bi rêk û pêk tê da biweşînin, derxînin. Me bi hev ra kovara “Wêje û Rexne”yê derxist. Piştî hejmara yekê hinek ji nav me derketin, kovarek bi navê “Zarema” derxistin. Mebesta me ew bû ku em hem nivîsên xwe yên rexneya edebî biweşînin hem jî li ser teorîya edebî û rexneyî lêkolînan bikin û di kovarê da cih bidin van lêkolînan. Lê wek me got em bi hêza xwe ya xwebexş heta astekî karibûn biçin.

 – Rexnegiriya kurdî di çî radeyê de ye? Li gor te, çima rexnegirî? Û fonksîyona rexnegiriyê çiye?

  • Rexnegirîya kurdî di asta destpêkê da ye. Bi min rexnegirî rêxweşker û rênîşandera geşedana wêjeya kurdî ye. Ger teorîya edebî û rexneyî fonksîyona xwe bîne cih dê berhemên xurt ên edebî derkevin holê.

  – Dema nivîsên rexneyî di kovara Wêje û Rexneyê de derketin, nivîskarên ku li berhemên wan rexne hatin girtin aciz bûn, nerazîbûna xwe nîşan dan yan na?

 

  •  Naxêr, kesî bertekek neyînî li hember rexneyên edebî nîşan neda. Ez bawer nakim ku kesek li hember rexneyên edebî ên bi rêkûpêk derkeve, hebe.

      – Dibêjin ne hemû bin jî piraniya  nivîskarên kurd pirtûkên hev naxwînin, bêşik ez zanim tu pirtûkên nivîskarên kurd dixwînî. Tu bi giranî kîjan cure pirtûk dixwînî?

 

  •  Di warê xwendinê da hinek nivîskar lewazin, heta hin caran bi henek digotin ez dinivîsim bila hinek jî bixwînin. Di rastîya xwe da nivîskarên ku nexwîne lewaz dimîne. Ez bi xwe herî zêde romanên kurdî dixwînim. Di dema xwendina xwe ya edebiyata tirkî da min bi piranî klasîkên cîhanî dixwend. Lê niha ez bi xwendina berhemên edebiyata kurdî ra ji bo xebata xwe ya teza doktorayê berhemên zanistî li ser medya û dîplomasîyê jî dixwînim.

  – Rexnegiriya helbestan ji ya romanê û çîrokê cuda ye. Rexnegir carna maneyên ku helbestvan qest nekiriye didine helbestê. Di eniya Wêjeya Kurdî de helbestvan gelek in lê rexnegirên helbestan kêm in. Tu li ser vê mijarê çi difikirî?

 

  •  Berî ku beşên kurdolojîyê li zanîngehên Tirkîyeyê vebin, helbestên klasîk li medreseyên Kurdistanê dihatin şîrovekirin û nirxandin. Di van demên dawî da li ser helbesta kurdî jî xebatên akademîk hatin kirin. Wek pirtûk jî li ber destê me hinek pirtûkên nirxandina helbestan bi navê: ”Qonaxeke Modernîzma Kurdî Helbesta Tîrêjê-Îrfa Amîda”, ”Helbest Çiye-Kamran Simo Hedilî”, ”Helbesta Cegerxwîn û Îqtîdar-Mîkaîl Bilbil” û hwd. hene.

  – Ev rastiyek e ku gelek nivîskar tehamulî rexnekirina berhemên xwe nakin.  Helwesta te li hemberê rexneyên li pirtûkên te hatine kirin yan jî rexne lê bêne kirin çiye?

 

  •  Bi rastî ji ber ku asta rexnegirîya kurdî nizim e, pirê caran nivîskar li hember hev ne bi rexneyên bi rêkûpêk lê bi rêya gotegotan hêrîşê hev dikin, ji ber vî awayî jî ji hev dûr dikevin. Ez karim bibêjim ku ez jî ji vê şêwaza bêrêkûpêkîyê acizim. Divê rexnegir bi awayek rêkûpêk rexneyên xwe binivîsin û biweşînin.

  – Berpirsiyariya nivîskar û rexnegir li pêşberî hev çine? Helwesta wan a li hemberê hev divê çi be, çawa be?

 

  •  Bi min berpirsîyarîya rexnegir ew e ku rexneyên xwe bi berhema nivîskar bi sînor bike. Ji derveyê berhemê şîroveyên wî/ê tune bin. Nivîskar jî divê ji rexneyan sûd wergire, ne ku bikeve nava parastina xwe û berhema xwe.

  – Çêbûna atmosfera rexneyê bi çi ve girêdayî ye?  Çima rexne nayê pêşwazîkirin? Û digel ku pêwîstiya kovareke wêjeyî û rexneyî hebû û niha jî heye, çima kovara Wêje û Rexneyê neçar ma weşana xwe rawestand?

 

  •  Rexne bi geşedana wêjeyê ve girêdayî ye. Wêje jî bi xwendevanan derdikeve pêş. Heta ku zimanê kurdî nebe zimanê perwerdeyê û bi fermî di hemû qadên jîyanê da cih negire dê wiha lewaz li ser pişta xwebexşan bimîne. Ji ber vê kovara “Wêje û Rexne”yê nekarî weşana xwe bidomîne.

  – Çawa ku di berhemên edebîyata  cîhanê de erotîzm, pevşabûnên pornoyî hene, pir tebiiye, normale ku di berhemên kurdî de jî hebin û ji xwe di hinekan de hene. Di edebiyata kurdî a devkî de hîn xurtir e. Kurd neteweyek in û ji bilî dewleta wan tişteke wan kêmê neteweyên din nîn e. Dive erotîzm û pornoya wan jî hebe, di berhemên wan ên edebî de pevşabûn hebe.

 

Lê hinek nivîskar şerm dikin û erotîzmê, pevşabûnê û pornoyê li cihek bêhil, qet hevûdu ramîsanê, hev maçî kirin jî di berhemên wan de tunin. Tu di vê mijarê de çi difikirî?

  •  Bi dîtina min têkilîyên zayendî xwezayî ne. Ji ber vê jî di wêjeya devkî da bi awayek xwezayî cihek giring digire. Di wêjeya nivîskî da erotîzm û porno tê tevlihevkirin. Erotîzm, pevşabûn xwezayî ne. Lê porno ne edebîye, belbî karê hin sazîyên ne edebî ye.

  – Di hinek romanên  min de û di hinek romanên  Mehmed Uzun, Firat Cewerî, Bavê Nazê, Mîr Qasimlo, Helîm Yûsiv, Mihemed Şarman, Siud Kîkî, Devliken Kelogirî, Sevda Kaplan, Yildiz Çakar, Gabbar Çiyan, Nîhad Ekîncî, Cîhanroj û hwd, de sahneyên erotîk hene. Cenabê te romanên van nivîskarên ku min bi nav kir û yên din ku di wan de erotîzm, pevşabûn û şadimaniyên seksê hene xwendiye yan na? Heger te xwendiye tu wan berheman çawa dinirxînî?

 

  •  Min gelek ji van nivîskarên te nivîsîye xwendine. Wek me got di berhemên edebî da cih dana hemû hêlên xwezayî ku hêla zayendî jî di nave da ye, bi kêrhatî ye. Helbet hinek xwendevan li hember hêla zayendî derdikevin. Wek dibêjin ev alî bo ku berhem bê xwendin hatîye mubalexe (pirole) kirin. Ev jî dîtina taybet a wan xwendevana ye.

 – Di berhemên edebî yên kurdî de bandora kîjan ekola cîhanê a navnetewî heye?

  •  Bi min bandora gelek ekolan li ser berhemên edebî yên kurdî hene. Wek mînak realîzma efsûnî bandorê li ser hinek nivîskaran kiriye. Lê nivîskarên kurd ên sovyeta berê bêyî xwesteka xwe mecbûr mane ku bi awayê realîzma sosyalîst binivîsin. Ev rewş jî berheman lewaz kiriye.

  – Tu derbarê realîzm, surrealîzm, modernîzm û postmodernîzmê de çi difikirî? Di nav berhemê kurdî de ev cure berhemên li gor van ekolan hene yan na?

 

  •  Helbet her cure berhem hene, lê wek me li jorê nivîsî hîn nekemilîne.

 

  – Nivîskar afirîner e. Afirînerî beriya hertiştî bi xeyalê pêk tê. Ji bo afirîneriyê xeyal, hest û eqil pêwîst e. Li gor min di edebîyata kurdî de xeyal kêm e, realîzm zêde ye. Li gor te di roman û çîroka Kurdî ya nûjen-modern de xeyal çiqas heye?

 

  •  Bi rastî huner jî girêdayê gelek şert û merca ye. Wek mînak em dibînin di demên desthilatdarîya kurdan da hunera edebî jî gelek bi pêş dikeve. Mela, Feqî û Xanî di hunera edebî da ne kêmê helbestvanên serdema xwe ne. Rast e, ji ber atmosfera heyî rê nade berhemên li ser xeyalên dewlemend bêne afirandin, realîzm derketîye pêş.

   – Afirînerên edebiyatê avahîsazên cîhaneke wêjeyî ne û cîhana wêjeyî wê bibe çîrok, roman, avahî û naveroka wê çîrokê, romanê dê hebe.  Ji bo wê jî mijar hewce dike.  Mijar, bi xeyal, hest û mêjî ve di hundirê şiyana afirîneriyê de ye. Li gor min piraniya mijarên berhemên gelek nivîskarên kurd biyokrafîk in,  hinek jê jî otobiyokrafîk in. Li gor te mijara berhemên kurdî ên nûjen li ser çine? Û herweha mijara berhemên te çîne? Û Tu bi gelemperî ji bo mijara berhemên edebî çi difikirî?

 

  •  Helbet piranîya berhemên M. Uzunî bîyografîk (Bîra Qederê, Sîya Evînê) û otobîyografîk (Tu) in. Di heman demê da jî cureyê romanên dîrokî ne. Bi min jî nivîskarên wêjeya kurdî ên nûjen divê mijarên civaka xwe hilbijêrin. Ez bêtir dixwazim li ser mijara bêtifaqîya kurdan ku çar sed sal berê Xanî serê xwe pêra êşandîye, rawestim. Gelo neteweyên xwedî dewlet çawa tifaqa xwe ya neteweyî pêk anîn û dewleta xwe ava kirin. Ez dê li pey van pirsan teorîya medyayê û rola medyayê ya di vê mijarê da lêbikolim.

  – Di dema çûyî de yekê li Fransê, yekê li başûrê Kurdistanê û du kesan li Swêdê gotin romana kurdî tune. Yên ku weha gotin ji wan du kesan wan bi xwe çend roman nivîsîne, du kesên din jî kurteçîrok nivîsîne.

Helbet ev dîtina wan e. Li gor min û piraniya nivîskarên kurd ev dîtineke şaş e, tewş e, nerast e, heta hinekan got pêwîst nake mirov minaqeşe ya vê dîtina beredayî bike.

Tu derbarê vê mijarê de ango dîtina romana kurdî tune de çi difikirî?

  •  Min jî bi baldarî ev mijar şopand. Bi rastî jî ev gengeşeyek bê sûd e. Ya rast divê berhemên li berdestê me ne li gor pîvanên wêjeya navneteweyî bêne nirxandin û berawirdkirin.

    – Tu kîjan nivîskarên kurd nêzikê xwe dibînî û ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?

 

  •  Ez evîndarê xwendina kurdî me. Ji hemû berhemên kurdî hez dikim. Lê cihek taybet ê berhemên (roman) Jan DOST di dilê min da heye.

  – Ez zanim te pirtûkên min xwendiye, lê ji bo pirsên hevpeyvînê dîsa jî bipirsim, Te qet pirtûkên min xwendiye?

  •  Belê, min xwendîye. Ji xwe tu dizanî me wek koma xwendinê romana te ya bi navê ”SYLVÎA Koleya Bazirganê Jinfiroş” xwendibû û min dîtinên xwe bi cenabê te û raya giştî ra parve kiribû.

 

  •   Niha li ser çi dixebitî? Di nêz de pirtûkeke nû heye an na? Di pêşerojêde dê kîjan pirtûka te bê weşandin?

 

  •  Ez niha jî wek xwendekarê doktoraya kurdî amadekarîya teza xwe ya bi navê ”Rola Medyayê di Dîplomasîya Kurdan da” dikim û wek endamê koma xwendinê beşdarî xwendina vê bernameya xwendina edebî dibim:

  – Gotina te ya dawî…

 

  •  Ez dixwazim bibêjim ku tu di nava hewldanek xwebexş û giranbiha ya xizmeta zimanê kurdî da yî. Ez ji ber vê hewldana te, te pîroz dikim û di kar û barên te yên pîroz da ji te ra serkeftin dixwazim.

 

   – Spas ji bo bersîvên te.

 

 

Jêder: çandname