Share |

Albuma hunemrend Armanc a nû ‘Jan’ derket

Albuma “Jan” a hunermend Armanc ji aliyê Kom û Mîr muzîkê ve derket. Hunermend Armanc diyar kir ku hemû berhemên wî wek zarokên wî in û got: "Lê strana ‘Perşîn’ ji bo min tiştekî cuda ye. Çimkî perçekirina gel û erdnîgariyekê vedibêje.”

Albuma “Jan” a hunermned Armanc ji aliyê Kom û Mîr muzîkê ve derket. Armanc, der barê muzîka xwe û albuma xwe de pirsên me bersivandin. Armanc, anî ziman ku piştî 1975’an nêvenga siyasî wî ber bi lêgerîneke nasnameyî ve hêl kiriye û wiha got: “Li dibsitanê meyla min a ji bo muzîka çepgir zêde bû. Bêtir min guhdariya Îhsanî, Mahsûnî, Zulfu Lîvaneli, Rûhî Sû, Rahmî Saltûk û Cem Karaca dikir.” Li ser pirsa çima ne bi tirkî lê bi kurdî, Armanc wiha got: “Di warê zimên de tu pirsgirêkek min tune bû. Lê min bêtir dikaribû xwe bi kurdî îfade bike. Wek ku min got me xwe ji bo pêşerojeke zaf cidî amade dikir û melodiya stranên herêmê pir xweş bû. Di yên klasik de bêtir behsa pevçûnên di navbera du eşîr an jî malbatan de dihat kirin. Kesê dengbêj kesê nêzî xwe an jî eşîra nêzî xwe baş nîşan dida û yên din jî wek nebaş. Ji ber vê ev yek li xweşa min nediçû.”

 

EWIL LI ÎSKENDERÛNÊ DERKET SER DIKÊ

 

Armanc, diyar kir ku piştî sala 1975’an de tevgera kurd a çepgir de cih girtiye û wiha domand: “Muzîka çepgiriya kurd jî di muzîka Şivan Perwer û helbestên Cegerxwîn de xwe dida der. Em jî hêdî hêdî bûn şopdarê vê pêvajoyê.” Armanc, got ku di sala 1979’an de li Îskenderûnê ew beşdarî şeveke TKP’ê û paşê bernameya Newrozê bûye. Armanc diyar kir ku ew di salên 80’yî de bi rojên nebaş re rû bir û mane û wiha domand: “Wan rojan belkî em zaf ciwan bûn, lê wek nêvenga niha tesir li min nekir. Çimkî wê demê ez di nav de bûm. Lê îro ez li dûra me û tenê temaşe dikim. Ev yek ji bo kesên mîna min istirabeke mezin e. Polîtîkaya dewletê ya niha  har e. Nizanin ku dê hemû gel heman cezayî bikişînin.”

 

Armanc, dest nîşan kir ku hin hunermend ketine pêyî rantê û muzîka kurdî û tirkî bi hev re dikin û wiha domand: “Muzîk tim ji bo min wek hobiyê ma. Heke ne ji wê heza min a ji bo ziman bûna û ne ji wan berhemên aîdî min bûnan, min ê tu carî stran negotanan. Ji bo min a girîng ew e ku berhemên xwe û dengê xwe ji nifşên nû re bihêlim.”

 

Armanc balê kişand ser albuma xwe ya nû û wiha got: “Wek naverok min xwest zor û zehmetiyên gel vebêjim. Ya ku divê bê kirin jî berxwedan e. Çimkî em berdewamiya gelekî berxwedêr in. Te dît em tim dibêjin li ber faşîzmê serî nayê tewandin, bi têkoşînê û serbilindiyê mirov dikare ji derheqê wê derê. Tevgerîna mirovahiyê her diçe li herêmê berbelav dibe û divê tevî hemû saziyan em li gor vê armancê xizmetê bikin. Ne mumkun e ku muzîkjenek alîgirê şidetê be. Hunermendekî reel tim hêla xwe ya humanîst dide der. Lê belê li cem me li dijî şidetê tenê berxwedan maye.”

 

‘BERHEMÊN MIN WEK ZAROKÊN MIN IN’

 

Armanc, anî ziman ku gotin û muzîka hemû berhemên di albume de aîdî wî ne û hemû berhem ji bo wî qîmetdar in. Armanc ji bo berhemên xwe wiha got: “Hemû berhemên min wek zarokên min in, lê strana ‘Perşîn’ ji bo min tiştek cuda ye. Çimkî perçekirina gel û erdnîgariyekê vedibêje.” Armanc balê kişand ser strana xwe ya bi navê “Newrozê” ku ji bo wî pir girîng e û wiha got: “Heta niha der barê Newrozê de tiştekî wisa nehatiye kirin. Madem Newroz a gelê kurd e, min jî xwest bi hemû zaravayên kurdî straneke wisa çê bikim. Helbet zaf zehmet bû. Lê em bi ser ketin.”

 

 

STENBOL – mezopotamyaajansi