Share |

Amûdê fm radyoyeke nû li malbata ragihandina Rojava zêde kir

 

 Li bajarê Amûdê û di 1ê çileyê de, radyoya amûdê fm, weke radyoyeke xwecihî

dest bi wşana xwe ya zindî kir.

Xebatkar û karmendên amûdê fm perwerde û rahênanên karên ragihandin û bitaybetî yên radyoyê bidawî kirin, wisa dest bi karê xwe kirin.

Li gorî karmenên wê, dê amûdê fm bê piştgirî di dema bê de kar bike, jiber ku hêj ti alî soza piştgiriyê bi wan re nedane.

Endamê rêveberiya radyoyê Ferîdon Qiço, ji Orient Net re axivî û got: Pêdiviyên teknîkî û alavên radyoyê ji Başûrê Kurdistanê bo me hatine pêşkêşkirin, hêj derfetên me kêm in, lewra me tenê bi 4 demjimêran demjimêran destpê kiriye.

Weşana amûdê fm, jiber curya alava wê, tenê li bajarê Amûdê ye.

Xebatkara radyoyê Gulsoz Ûcê, libarê mijara destpêkirina weşanê ji me re wisa got: Berî ku em dest bi kar bikin, me rahênanên ragihandinê kirin, lê hêj ji me re pêwîst e, em soz didin ku em ê bikaribin bibine dengê civakê li bajêr.

Hêjayî gotinê ye ku amûdê fm radyoya 5mîn e li Amûdê, piştî radyoyên arta fm, orkêş,  rêveberiya xweser û jin fm.

 

Orient.net