Konê Reş
Mirov ji ber xwe ve nabin leheng û her roj leheng çê nabin. Dibe ku di nav miletekî de nifşek derbas bibe û Xwedê lehengekî di nav lingê dayikekê de ji wî nifşî re derbas neke, ew nifiş stewir bimîne; û dibe ku di nifşê miletekî de gelek dayik lehengan bînin.
Gel jî mirovên ne leheng nake leheng. Heger teraziya dîrokê gel be, teraziya gel jî ji zêr e; gel bi wê teraziya xwe ya zêrîn lehengên xwe dibijêre û navê wan di bîr û baweriya xwe de tomar dike û bi demê re xebat û bizava wan lehengan jê re dibe dîrok.
Ne gereke ez navên lehengên gelê kurd bibêjim, ewên ku navên wan di hişê her Kurdekî dilsoz û xemxur de hatiye tomar kirin; ewên ku di zindanan de, di bin şert û mercên dijwar de li ber xwe dane..
Lê wek nimûne, bi helkeftina derbasbûna 109 salan di ser rojbûna Apo Osman Sebrî re, ez wî wek lehengekî ji lehengên gelê kurd dibînim û vê panoramayê wek wefadarî ji giyanê wî re pêşkêş dikim.
Osman Sebrî, yê ku li dor parastina zimanê kurdî wiha gotiye: "Parastin û geşkirina xwendin û nivîsandina kurdî li ser milê her Kurdekî dilsoz û welatparêz e, bi taybetî xwendayên me, çûnkî ziman roleke giring di jiyana her netewekî de dimîne. Zimanê me jî gelekî li paş de ye û gereke em bi zimanê xwe mijûl bibin, hingê em qenciyê li xwe dikin..."
Osman Sebrî(Kovara Pêşeng, hejmar 5/1984)
* * *
Di roja 05.01.2014an de, 109 sal di ser rojbûa Apo Osman Sebrî re derbas dibe. Ev mirovê ku di tevayî Kurdistanê de wek, têkoşerekî, torevanekî û rewşenbîrekî kurd hatiye nas kirin.
Osman Sebrî di nav tevgera rizgarîxwaz a gelê kurd li Sûryayê û tevayî Kurdistanê de navekî sereke û belû ye. Vî lehengî bi tev şiyanên xwe bervedêrî di ber mafê gelê Kurdistanê de kiriye. Ji destpêka xortaniya xwe û ta bi rojên xwe yên dawî re, ango di 88 bûharên xwe de, bi vîneke ku nayê tewandin, li ber xwe daye û ranewestiya ye.
Ew jî li ser vê rêbazê gelek caran ji rex dagîrkerên Kurdistanê ve hatiye girtin û sirgûn kirin û tevaya jiyana xwe di mişextî û zîvariyan de derbas kiriye.
Ew di roja 05.01.1905ê de li Kurdistana Bakur, gundê Narincê, qeza Kextê ji wîlayeta Adîyeman (Semsûr) çê bûye; bavê wî wek axayê hoza Mirdêsan dihat nas kirin.
Di 11e-saliya wî de, bavê wî koça dawîn kiriye, di peyre jî dayika wî. Vêca mamê wî Şûkrî bi kar û barê hoza Mirdêsan ve rabûye, û biraziyê xwe Osman bi delaliyeke mezin xwedî kiriye. Di wan salan de, Osman Sebrî xwendina seretayî li ber destê mamoste Îsmaîl Efendî bi dawî aniye, pê re pê re jî hez pirtûkên dîrokî û helbestan kiriye; belê dûrî dibistanê bûye û li kêleka mamê xwe Şûkrî bi kar û barê hozê ve rabûye.
Osman Sebrî ji şoreşa Şêx Seîdê Pîran re wek dîdevanekî bû; di vê şoreşê de dû apên wî bi tewana beşdarbûnê li Amedê (Diyrbekirê) hatine bi dar vekirin. Ew jî bi gunehê şoreşê dû caran hatiye girtin û zindan kirin...
Di sala 1930î de, piştî ku binxetî Sûriyayê bûye û bûye endamek ji endamên Komela Xoybûn, wî ji hêla Berazan ve (Kobanî) beşdarî di Şoreşa Agrî de kiriye, lê mixabin hevalên wî xwe ji pişt dane alî û bi paş de vegeriyane.
Piştî herifandina Şoreşa Araratê, berê xwe daye Kurdistana Başûr, da ku navbera Barzaniyan û Berzenciyan xweş bike. Lê mixabin li wir jî tev hewildanên wî beravêtî derketine.
Osman Sebrî di navbera sala 1926an ta sala 1972an, ango di navbera 46 salan de, 18 caran hatiye girtin û zindan kirin. Ew girtin di navbera rojan ,mehan û salan de bû. Yekemîn car di sala 1926ê de li Amedê hatiye girtin û ceza xwe di zindana Denzlî de derbas kiriye, ta bihara 1928ê. Di payîza 1928ê de, careke din di gel 26 axayên Kurdan bi gunehê ku karê xwe û şoreşekê dikin hatiye girtin û piştî 7 heyvan ji zindana Meletya hatiye berdan. Li Iraqê jî du caran hatiye girtin, carekê ji zindana Mûsilê reviya ye, cara din karbidestên ingilîzî ew spartine hikûmeta firensî, ya ku Sûrya dagîr kiribû. Wan jî ew - wek tevayî endamên Komela Xoybûn - li Şamê xistine bin rûniştina zorê de..
Di sala 1935ê de, du carî li Libnanê hatiye girtin û di eynî salê de ew sirgûnî girava Medegeşker li Efrîqiya kirine û salekê lê maye.
Li Sûryayê 12 caran hatiye girtin, cara paşîn sal û nîvekê di zindana Kelehê de li Şamê razaye. Piştî ku vê carê ji zindanê hatiye der, di sala 1972an de êdî ji nû ve li mala xwe a li Şamê rûnştiye, xwe dûrî karê siyasetê kiriye û dest bi fêrbûna zimanê Kurdî kiriye.
Bi weşandina kovara Hawarê re di gulana 1932ê de, ew piştî Qedrî Can duyemîn kes bû, ku ew kovar bi berhemên xwe xemiland, û ji wê hingê ve berê xwe da warê nivîsandina bi zimanê kurdî û li kêleka Bedirxaniyan Mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan re sekinî, beşdarî di tev kovar û rojnameyên wan de kir, wek Ronahî, Stêr û Roja Nû. Hêjayî gotinê ye, ku - li gor ku Mîr Celadet Bedirxan gotiye - Osman Sebrî yekemîn kes bû, ku ziman û nivîsandinên wî ji yên tev nivîskarên wê hingê tekûztir, rastir û xweştir bûn.
Di sala 1938an de, yanek li Şamê bi navê Yana Selahedîn a Rewşenbîrî û Werzişî damezirand.
Di sala 1942an de 'Yana Kurdistan' li Şamê vekir.
Di sala 1949an de, 'Yana Henano', Di sala 1954an de, 'Yana Cezîrê'
Osman Sebrî di van kulûp û yanan de, xort û keçên Kurdên Şamê fêrî xwendina zimanê kurdî dikirin.
Di 14.06.1957an de, wî di gel çend ronakbîrên kurd, mîna Dr. Nûreddîn Zaza, Reşîd Hemo, Hemîdê Derwêş û hinên din, yekemîn partiya kurdî li Sûryayê damezirand û serokatiya wê partiyê kir.
Di 16e-saliya wî de, apê wî Şûkrî ew zewicandiye; ji wê jinê kurek bi navê (Welato) jê re çê bûye (Welato di sala 1970î de li welat hatiye kuştin). Di sala 1944ê de, li Şamê careke din jineke çerkesî ji xwe re aniye; ji wê jinê sê kur (Hoşeng, Hoşîn û Heval) û du keç (Hingûr û Hêvî) çêbûne. Belê Kewê, ya ku her dem pê re bû, keça birayê wî ye.
Osman Sebrî bi navê APO di nav gelê kurd de hatiye nas kirin; Rewşen Xanim Bedirxan ev naznav lê kiriye, ji ber ku wê bi çavekî mezin li Apo Osman Sebrî mêze dikir û rêzgirtineke zor jê re digirt.
Osman Sebrî di roja 11.10.1993ê de li Şamê, di mala xwe de, koça dawîn kir. Di roja bi du de, termê wî guhestin gundê Berkevirê, navça Derbasiyê, û ew di goristana şehîdan de veşartin.
Ji Pirtûkên Osman Sebrî yên çapkirî:
1 - Elifbêya Kurdî 1954/ Şam:
Ji 54 rûpelan pêk tê, bi hin helbest û nivîsên wî xemilandiye. Li ser qaba wê a pêşî wiha hatiye nivîsandin; Pêşkêş ji bo karker û cotkarên Kurd ku dixwazin hînî xwendina û nivîsandina zimanê xwe bibin. Li ser qaba dawî wiha hatiye bivîsandin; Çapkirina vê elifbêya cara duyemîn, Partîya demokrata kurdê Suriye Pêk aniye. Xuya ye ku du caran hatiye çap kirin.
2 – Bahoz û çend nivîsarên din 1956/ Şam:
Ji 68 rûpelan pêk tê, tev helbestin. Ji bil helbesta Bahoz, van her şeş helbestên din jî di nav rûpelên xwe de kom dike: Bang (Ji bo keç û lawên cîhan li mihrîcana pêncan), Jan, Ji dest Bextê reş û hevalên şaş, Feleka Bêbext, Wefda Kurdî, Ho Xort.
3 - Derdên Me 1957/ Şam:
Ji 32 rûpelan pêk tê, bi piranî gotarên ramyarî û li dor ziman in, di gel çend helbestan, ew jî evin: pêşgotinek, Kolegîrîya Ramanê, Ziman Di Jîna Miletan De, Diçin Hec (Helbest e), Raman Di Navbera Aferîn Û Vaca Bûnê De, Newroz (Helbest e), Welatparêzî Di Navbera Duh Û Îro De, Fedekarî, Şêrê Sîrk (Helbest e), Elifbêya Kurdî.
4 – Apo, Gotinên xav napijin bê tav 1981:
Helbestên vê dîwanê rehmetiyê hêja Hemereş Reşo ji kovarên Hawar û Ronahiyê daye hev û bi pêşgotina xwe û pêşgotina Dr. Nûreddîn Zaza di sala 1981ê de li Almaniya çapkiriye.
5 - Elifbêya Tekûz 1982/ Şam:
6 - Çar Leheng 1984/ Şam:
Ji 56 rûpelan pêk tê, ew jî kitêbokek bi çûk e, wek Bahoz û Derdên me ye. Naveroka wê, li dor bûyerên ku bi serê çar lehengên Kurd hatiye, bi têr û tesel şirove dike, ew jî evin; Ferzende di şoreşa Agirî de, Seydxan ji Serhedê, Remezan li çiyayê Sasûnê û Adil Beg li dor Amedê.
Mamoste Osman Sebrî di pêşgotina bi navê (Çend Gotin) wiha dibêje: (Ev her çar bûyerên ku di dûrvê pirtûkekê dadidim çapê, berî hejde salan min ji kovara ÇIYA weşandibû û têde hatibûn belav kirin. Îro jî dixwazim van bûyerên ku berî çil-pêncî salî hin birayên me ên kurd pê rabûne û li pêş neyaran bi çi mêraniyê şer kirine û bi xurtiya dilên xwe çawa çevê dijmin şikandine û serê gelê xwe bilind kirine, ji nû ve bidim ber çavên xortên Kurd, da bizanin rûmet, mêranî û gelparêzî çawa bûye û me îro çi divê bikin..)
7 - Berseva Hoşeng 1977/ Şam: Helbestek dirêj e.
8 -Şerrên Sasûnê 2005/ Şam:
Apo Osman Sebrî ev pirtûka bi navê (Şerrên Sasûnê), ji ser zimanê Abdulrehman Axayê Eliyê Ûnis nivîsandiye û di sala 2005an de, li Şamê hatiye çapkirin. Ji 100 rûpelên orte pêk tê.
9 - Piştî damezirandina Partî Demoqrat a kurd li Sûriyê (P.D.K.S) (Al-partî), di roja 14/06/1957an de ku Osman Sebrî hîmdarekî sereke bû têde, vê partiyê di sala 1960î de, di bin şêwirdariya wî de rojnameya (Dengê Kurd) bi kurdiya Latînî weşandiye. Sebaretî vê rojnameyê min ji mamoste Hemîd Derwêş pirsî, wî got: Di serê sala 1960 de me Dengê Kurd bi kurdiya latînî diweşand, tê bîra min; Dr. Nûreddîn Zaza gotarekî Maw Tisî Tong, ji Fransî wergerandibû kurdî bi navê (Serberdayetî) têde belav kiribû.. Li gor ku ji min re got, ev rojname (Dengê Kurd), ji rex komîta navendî a P.D.K.S di navbera salên 1960 û 1963 an de derketiye, û ji kesên ku têde dinivîsandin ev bûn; Dr. Nûreddîn Zaza, Osman Sebrî, Reşîd Hemo, Cegerxwîn û Hemîdê Derwêş..
Di sala 1979an de, Partiya Demoqratî kurdî li Suriyê (Al-partî), di bin şîretên Osman Sebrî de kovara (Gelawêj) weşandiye. Û navê wê ji (Gelawêj) a Kurdên Îraqê, ewa ku rehmetî Îbrahîm Ehmed û hevalên xwe di salên 1939-1944an de li Kurdistana başûr diweşandin, girtiye.
Qamişlo, 05.01.2014