Di destpêka biharê de, tîrêjên rojê, bi danê bêriyê re, germ xwe berdan ser tingê rîxa, çariyekê heya bi vê germê re hilm ji rîxên hîn hêwî fûriya û da pozê Bêzarê Keçel!….Tengezarê bê kes û bêcar…..!
Ji rojhilat û heya ber danê evarî, her roj, ev çend salên ku ev tilmanê ji rîxên sewalên di vê tarîkê de hatiye bilind kirin, Bêzarê Keçel ji xwe re kiriye bergih, li ser qelîviska ve di rûnê û bi dûyê çixarên ku wek tilya distê xwe ya navê sitûr didê pêçan, li her mirov û sewal û mirîşkên vî gundî temaşe dikê, pêre jî keserên tengezar ji kezeba rizî berdidê!….. Sedem jî ewe ku şopa her kesî şaş dibînê, çi lev û xebata gundiyan dinav sikak û kolanên gund de, çi bangdana Melê, ku di her pênc danên rojê de li ber serê wî bang didê!…Û çi şanaziya lawê Axê yê tolaz!…Êdî heya xepara mirêşkên gund di nav rîxên ting de , tev ne li gor daxwaza wî derbas dibin!…Lwere jî, her tim bi qîr dibêjê, ku ev mirîşk di ting de berema di xepêrin….!
Nûçeyên gundiyan, çi ji peya û çi ji jina, heya xort û zarokan, wilo sewal û mirîşkên wan, li ba Bêzarê Keçel in !….Tev jî li gor baweriya wî, şopa wan xwehire, lewre ji derdê vê xuheriya ku li ber çavên xwe dibînê, her tim xemgîne û keserên germ bi dûyê çixarên sitûr re berdidê, û lal û bêdeng di dilê xwe de leanetê li felekê tînê!……
Gelo ev keserên han, encamên çi derdî ne?……Pirsek bû ku heya Bêzarê Keçel bi xwe jî bersiva wê nedizanîbû!……Nexwşî…..Perîşanî……..Bêkarî……Keçelî……..Lîkitika li herik……Êdî wek kêlîka ku berê xwe didê ezmana û bi qîr bang li Yezdan dikê û di bêje:
-Ma Xweda…..Hîn derdek li ba te maye û te bi laşê min nexistiye?!.....Te bi melyona kes di vê cihanê de jibîrkirine û te ez bi tena min dame ber çavên xwe…!
Li peyê vê jî, bi şanazî gotina xwe berdwam dikê û dibêje:
-Malî eva, ku ti min bi tenê li hemberî xwe dibînê!…..Ev jî serbilndayeke pir girane…..!
-Lawoo …..Bêzaro………Kufriya nek…..Tiştên ji halo mestir li ba wî hene, ku bi te bikê…..Estixfara xwe bîne….!
-Na….Na…..Ahaaa… Ev qûçê wî…..Çî dî maye bila bi min bikê….Ma ji van kul û êşan pê ve…..!
Bêzar bi kenekî sar re, bersiv dida û li peyê jî û ji bêhna teng di kuxuya, bi kuxukê re jî keçeliya xwe di bin kom de di xwerand, û bi destê dî serê dismalê digirt, bihvila ku tim li herik bû, lîkitika paqij dikir…..!
Hingî jî, ku ev her sê karên han bi hevûdin re di qedandin, mizek jikel li çixarê dida û dûyê di gulmika wî de civiyayê, bi bêhna rîxan re berdida kezeba bêçar…..!
Bêzarê Keçel, wêniyek ji sirûşta kurdistanê bû, êdî wilo ye ku heya wênekarê herî navdar di dîroka mirovatiyê de, nikarê wî bidê wênekirin!…
Danfinşî, Cokenda, bi du rûyan dabû danîn, şîn û şahî!…..Lê di rûyê Bêzar ve, bi dehan tişt diyarin, ku qet di rûyekî bi tenê de cih nagirin !….Bêhna teng ji kezeba elorî, ku xetên çep û rast di aniya wî de dane kolan ……Rengê rûyê zer, ji kêm xwarin, ergûşkên bel û eyarê tenik…..Diranên ji nêkotînê zer, û ji bê tewaşî, çi şîr û çi berhemên ji şîr, her tim qeremên wî sistin û lewazen!..Lê wilo jî, viyan û serî nedanîna di hinav û cegerê Bêzar de, heger navekê jê re hebê, wê berxwdana bêhembe be…..!
Bêzar, temenê wî derbasî salên piştî sihî dibe, lewre dilê wî ji wî tiştê ku li ber cem her tim bi xwe dikir sar bû ye, nema wê germê didê hinavê wî û kela rayên wî didê sarkirin!..Ji wilo jî bi rastî ev derdekî dî bû bi ser derdên wî ket .
Roja înê, bi hin peya û navserên gund re, derbasî camiya gund bû, camî li bakurî tingê rîxane bi hin kerpîçên ji heriyê hatiye avakirin û wek pêncî kesî dikarên nemaza xwe têde derbas bikin!….Melyayê ku baş Bêzar nasdikê, dibin çavan re bi tirs lê nehêrt û di dilê xwe de tiştek got!… Lê wilo jî, bê deng dest bi nemazê kir, gundiya xwe li peyê rastikirin, li peyê jî ayetin ji quranê xwendin!….Tiştê pêşî ku bi dengekî bilind ji devê Melê hat der, ev gotina Xwedê bû…..( Me mirov ji nêr û mê çêkirin…..) Hîn Mela ayet bi dawî nekirî, dengê Bêzar bi ser dengê wî ket û bihêrz got:
-Lê bo min… Yeke mê çênekir ……!
Nemaz hat bi dawî kirin, hin keniyan û hin gotinên nebaş ji Bêzar re dan, dawî ji camiyê hat derxistin . Lê pit pita wî bû, gotin ji Melê re didan û di bere jî li xwe di vegerand…..
- Mê…..lwooo…..Ya mê…..Tiro ew û Axayê xwe bi çar jina ne û ez perîşanê xwedê, ji xewin û serşokê pêve nabînim…….!
Biriyara wezareta rewşenbîriyê, ya komara Suriyayê ew bû, ku nexwendevaniyê di dewleta xwe de ji holê rakê, bi taybet nexwendevanî di nav kesên gundî de, lwere jî Mamostayê gund li gor fermana gihiştiye destê wî, biryar girt ku di dibistanê de û piştî ku zarok vegerin malên xwe, dest bi firbûna peyayên gund bikê !…..
Dibistan, li rojhilat û başûrê camiyê ye û tingê rîxan jî li rojavayê dibistanê û başûrî camiye ye, lê di nav bera dibistan û tingê rîxan de, çala genimê Axê ye, ku di destpêka payêzan de, çi genim û çi ji ceh, têde didin bin ax kirin, genim ji bo tov û ervanên salê û ceh jî ji bo êmê sewalên xwe di zivistanan de!…Li peyê vê çala ku ji demeke dirêj ve nehatiye bikaranîn û ji ber ava baranê taqên wê hêrivine, ku êdî fereh bûye wek hefîr, konçaleke pir fereh jî heye, ew jî jibo kerpîçên dibistana gund hatbû kolan ….!
Mamosta ji dibistanê hat der û berê xwe da Bêzar, ji dûr ve bi destê hildanê re bang lê kir û jê xwest ku herê ba wî …..!
Bêzar, ji ser mitika ting, bi ser hefîrê de jikel bezî û jikel çal qevast, li bayê bezê ku hefîr qevast, li alîyê dî ku konçal ne dûr bû, xwe ne girt, ket konçalê û gindrî !…Ji şerma, bilez rabû ser piya û bi xwe ket, çekên lewitî paqijkirin û berê xwe da Mamosta …!
-Bêzar….Li peyayê gund bigere, ji wan re bibêj, bila werin dibistanê …!
-Çi me ….!?
-Ti ji wan re bibêj, êdî tuyê bizanibê çi me !….
Bêzar, tarik bi tarik li gund geriya û çi peyayê ku ew dît, jê xwest ku herê dibistanê, jiber ku Mamosta wilo dixwazê !….
Bêzar xwest bizanibê, ev li hevkomkirin bo çi ye, loma ew jî bi peyayê gund re derbas bû ba Mamosta, lê wilo ew jî ket xefkê, Mamosta navê wî jî da nivîsandin û li peyê jî ji gundiya re got, ku kesê ji vê hînbûnê bêyî sedem dûrbikevê, wê li ba polîsan bê tewanbarkirin ….!
Jiber ku Bêzar di zaroktiya xwe de Quran xwendibû, pirtûka pêşî ya sertayî li ber hesan bû, loma jî bi ser peyayên dî ket û tim jî Mamosta bi serkeftin navê wî ditanî ser ziman, encama vê serkeftinê jî, kir ku Bêzar rojnamên di pencera dibistanê de zer bûyî bi xwenê!….. Hingî jî, ku sê mehên firbûnê bi dawî bûn, Bêzar wek xwendvanê yekem hat hilbijartin!..
Ev serkeftin û firbûna Bêzar, gihişt nûnerê partiya Komenîst di gund de, loma roja dî di kêleka Bêzar de, li ser tilmanê tingê rîxan rûnişt û bi dizî ji bin sakoyê xwe rojnama bi zimanê erban, ya bi navê ( Al nidal-Berxwedan) anîder û bilez kir nav destê wî de!…..Li peyê jî, li ser xebat û berxwdana hevalên di partiya xwe de axifî !….. Lê, Bêzar dengê wî nedikir, jiber bi xwendina rojnamê mijûl bibû, dawî û berî ku jê dûr bikevê, milê wî hejand û got:
- Îşev civîna partiyêye di mala me de, tu jî dikarê wek hevalekî nû beşdarî civînê bibê…..!
Bêzar deriyê oda nûnerê partiya komenîst, ya pir teng û dagirtî mirov vekir, pêre pêre pozê xwe bi her du tiliyan da perçiqandin û bi dengekî bilind got:
-Eeeewoooo…..Mala we xirabû….Bêhna we ji ya tingê rîxan genîtire !.
Dawî jê xwestin ku bêdeng rûnê û nûnerê wan dest bi axeftinê kir.
-Wekhevî ermanca me ye, talankirira Axa û melakên mezin û behirkirina erd û malên wan ermanca partiya me ye !……Encamên keda me cotaran, wê ermanca me ya teybet bê !…Em tev wekhev in…..
Bêzar, bi kenekî bilind re, gotina nûnerê partiyê birî û pêre got:
- Ez talankirina ti mirovî naxwazim, ji ya Melê pêve !…. Lawoooo….Ne edalete ku ew bi du jina be !…. Û ez bêçarê Xwedê bê jin im!…..
Car dî hin bi Bêzar re keniyan û hin jî gotinên nebaş jê re dan, dawî jî ew ji civînê anîn der…..!
Bêzar vegeriya ser tingê xwe, tingê ku ji rîxan hatî bilindkirin, ku bêhna rêxan bi germa rojê re di fûrî!……Mizik hişik ji çixara sitûr wek tiliya navê kisand û dû yê di gulimka xwe de civandî bi bêhna rîxan re berda kezeba tengzar!….
Lê wilo jî, nûnerê partiyê du sedemên taybet di Bêzar de didîtin, ku wî ji partiya xwe re bikar bînê!…Yekem ew bû, ku Bêzar bêkar û xebate . Duyem jî ew bû ku piskilêtê wî heye, êdî dikarê rojname (Al nidal) li wan gundên der û dorawan belav bikê!…..
Firfira piskilêtê Bêzar bû, di nav bera gundê wan û gundên li der û dora de, rojname Berxwdan û nerînên nû yê ji Nûnerê partiyê dibihîstin di gihand hevalan!….
Di her çend mehên bayêz û zivistanî de, navê Bêzar bû Heval Bêzar, pêre jî deriyê hevalan, her kêlî jêre vekirî bû, di nav van hevalan de jî, pir hevalên jin hebûn, ku bi Bêzar re têkliyên wan bi hevaltî xweş derbas dibû!….Ev jî ronahî dida piskilêtê Bêzar di şevên reştarî de, û wilo jî germahî bi hinavê wî dixist….!
Di çend civînên fereh de, ku herîmî derbas dibûn û Bêzar jî tev û çalekiyên wan dibû, kir ku hişê wî ji estengên tingê rîxan, derbasî nav nakokiyên navnetew bibê!…
Bêzar û piştî çend biharên şêrîn, ku dinav xebata rêxistinê de derbas kirin, gihişt wê radeyê, ku tev û civîna Komenîstên tevayê welatê Suriyayê bibê, dawî û piştî konviransek berfereh, Heval Bêzar hat hilbijartin ji rêkirina welatê Suviyêt re û bi hêviya firbûna Idiyolociya Komenistan wek qadroyekî zîrek hat rêkerin…. !
Çend zivistanên bi berf û seqem li welatê Komenîsta derbas kirin û vegeriya gundê xwe!….Hingî jî, di destpêka biharî de bû, loma tîrêjên rojê car dî dan ser tingê rêxan, lê jiber ku şopa piyên Bêzar ji ser hatibû birîn, tertên rîxan li ber germê sist man û di nav de jî sîsikên xurma û tovê tolikê nerm bûn û zîl dan!…… Û jiber ku erda bi rîx, şûva herî başe ji şînayê re, piştî çend rojan, tayê xurma bûn du pelî û hin bi hin takên tolikê jî bi erdê ve behin bûn û bibanî ketin!…..Êdî tingê rîxa, bergiha Heval Bêzar, dibin şînayê de winda bû!…
Di vê biharê de, ne bi tenê tingê rîxan ji tayên tolika harbûyî û xurman şîn dikê!…Lê belê, dilê Heval Bêzar jî, bi hevala por zer re, Neviya Xeraçof …
Bila êdî bimirê Mela û bijî Xeracof…..!