Share |

Bahoz Baran: Ez dê bi 'dengê çîrokên xwe' sînoran rakim

 

 

 

Bahoz Baran hem bi zimanzaniya xwe û hem jî bi çîroknûsiya xwe tê naskirin. Lê ji aliyê xwe yê zimanzaniyê zêdetir dixwaze bi çîrokên xwe derkeve pêş. Ji ber vê yekê ev demeke ku navber daye xebatên zimanzaniyê û hemû hêza xwe daye ser nivîsandina çîrokan.

Beriya heftiyekî pirtûka wî ya dawî "Rik" gihişte ber destê xwîneran. Rik, çaremîn pirûka wî ya çîrokan e. Bahoz Baran kesekî piarlî ye. Ew di heman demê de yek ji xwediyê weşanxaneya Wardozê ye jî. Tekane weşanxane ye ku piraniya xebatên wê li ser folklora kurdan e. Ji ber vê taybetiya wesanxaneyê beşeke jiyana Bahoz Baran bi berhevkariya folklorê derbas dibe. Vê yekê bandora xwe li ser çîrokên wî jî kiriye. Ji ber vê yekê mirov dikare Bahoz Baranî weke "Nêçîrvanê peyvan" jî bi nav bike. Baş e Bahoz Baran di çîroknûsiyê de nêçîrvanekî çawa ye?

 

Hevpeyvîn : Maşallah Dekak

 

  • Çîrokên te herikbar in, bala mirovî dikişînin lê wekî ku ji çîrokên modern dûr in. Tu xwe çîroknûsekî modern hesab dikî yan na?

 

Wextê ku em li bîra xwe, li paşxaneya xwe dinêrin gelek bûyerên ku hatine serê me hene. Ew parçeyên jîyana me ne. Gundekî me heye, çêlekên me hene, rezên me hene, serêşîyên me hene. Ew bîr û paşxane jî parçeyên vê serdema modern in. Em mecbûr in li bîra xwe vegerin, qala wan, qala xwe bikin. Ma qey wextê em qala wan dikin, qala xwe dikin çi dibe? Gund yan jî bajar ferq nake ez çîrokê li ku bibînim xwe lê digirim. Ku te baş vegotibe, hest be, raman be, te kiribe gerdûnî pirsgirêk tune ye. Esil dema ku em behsa bajarvanîyê dikin, em dibînin ku kurd gelek jê li bajaran dijîn, lê li bajaran ziman ne bi kurdî ye, jîyan ne bi kurdî ye, ev jî bandora xwe li ser mijarên çîrokan û zimanê mirovî çêdike. Modernbûn pir bi bajar yan jî gundan ve girêdayî nîne êdî.

 

  • Di çîrokên te da gotinên folklorî piçek zêde ne. Wekî gotinên pêşîyan, biwêjan... Çima ev şêwaz?

 

Gotinên folklorî hîmên zimanî ne, bê wan nabe. Lê divê mirov li bikaranîna wan miqate be. Ew wekî xwê ne, zêde bin şor dikin, kêm bin bê tehm dikin. Kesên ku çanda xwe, folklora xwe baş nizanin zimanê wan pir bê ekl e, lê kesên ku hêmanên folklor û zargotinê jî pir zêde bi kar tînin şêwaza wan a taybet dernakeve meydanê û zimanê wan dibe anonîm, difetise. Ez ji wî zimanê ku jê ra dibêjin “zimanê akademîk”, ew zimanê ku gel jê fam nake direvim. Ez rexneya te qebûl dikim, ji ber ku ez karê berhevkarîyê dikim bivê nevê folklor xwebixwe tesîrê li min dike. Di pirtûka Rikê da ez li vêya miqate bûm, min hefsarê folklorê pir berneda. Esil di edebîyata kurdî ya modern da ev pirsgirêk heye. Di edebîyata kurdên Kafkasyayê da ez vê yekê pir dibînim, bikaranîna gotinên pêşîyan, biwêjan, qalibên kurdî; mijarên berteng ên gund û gundewarîyê bandoreka neyînî li ser wê edebîyatê çêdike. Dema ku min nivîsîye, min tu caran negotîye bila îlim ev gotin an jî biwêj li vir bi cih bibe, ez lê miqate me.

 

  • Di gelek çîrokên te da dema mirov dixwîne tê da şîretek heye. Tu ev bi zanebûn wekî şîretan dikî lê yan hema wisa li hev tê?

 

Ji xwe her çîrok, wekî mijar şîretekê, fikrekê dide me. Esil dema mirov dibêje çîrok, çîrok fikrên te ne, rexneyên te ne, xeyalên te ne. Gelek tişt di nava serên te da hene, gelek tişt jî wextê ku tu dinivîsî teşe digirin. Wextê ku şîret, fikr û rexne rût bin, ne hunerî bin, te li çîrokê nefesilandibe, beloq bin, dibin pirsgirêk. Yek ji kêmanîyên çîrok û romanên me jî ev e ku di wan da fikir gelek qels e. Lê nabe ku mirov di roman û çîrokê da fikrên xwe wekî gotarekê pêşkêş bike. Ev jî tiştekî şaş e. Çunkî çîrok û roman ne alavek in ku mirov tenê ji bo wê fikr û rexneyên xwe wan bi kar bîne.

 

  • Derheqê çîrokên te da xwîner rasterast bi te ra didin û distînin? Şîrove dikin yan na? Fikrên xwe ji te ra dibêjin?

 

Belê, em didin û distînin. Mesela ji bo çîroka “Gelo Mela Çima Mir?”ê ji Bîngol, Şirnex û Bedlîsê telefon kirin. Di vê çîrokê da şexsek heye, yek tê jê ra çîrokekê dibêje , lê çîrokê nîvco dihêle. Lehengê min pir dide dû wê çîrokê. Pir digere. Di dawîyê da yek jê ra çîrokê tîne. Lê ew êdî naxwaze guhdarî bike. Lê xwîner meraq dikin. Dibêjin, gelo dawîya wê çîrokê çi bû? Wekî din jî rexne yan jî pêşnîyazên wan hebin, dibêjin. Ez guh didim rexneyan, lê carna hinek rexneyên elewat hene, mirov şaş dimîne.

 

  • Berê di civaka kurdan da kurteçîrok tune bûn, lê çîrok hebûn. Çîrokan bandoreka zêde li ser civaka kurd dikir. Lê tu bandoreka kurteçîrokan jî li ser civakê dibînî yan na?

 

Li Bakur 30 milyon kurd hebin bawer bike 10 hezar xwendevan tune ne. Ev rêjeyeka pir kêm e. Bi giştî têkilîya civaka me û edebîyatê pir qels e. Bi milyonan kurd bi xwendin û nivîsîna bi zimanê xwe nizanin. Pirsgirêkeka din jî heye Maşellah. Kesên ku em dibêjin xwendevan û xwîner in, nivîskar in esil ew jî ji hêla zimanê xwe ve hatine bişaftin, ji zimanê xwe dûr ketine. Rexneyeka min li xwendevanan heye, zorê nadin zimanê xwe. Hinek hînî zimanekî akademîk bûne û nema tehmê ji kurdîya gewr û rewan digirin. Bûye meseleya şorbeya rehmetîyê! Civak ji hêla ziman û çandê ve felişîye. Ew civaka dengbêjan, a gundan nemaye ku ji çîrokan sûd wergire. Hesab ke êdî tu kurteçîrokan dinivîsî, birayê te, xwişka te, kurxal û keçxal û dotmam û pismamên te, hin hevalên te jî naxwînin. Ka dê bandor çawa çêbibe.

 

  • Civak bêhtir dixwaze çîrokan bixwîne yan guhdarî bike? Wekî tesbîteka sosyolojîk di civakên din da heta 10 salîya xwe zarok dixwazin li çîrokan guhdarî bikin. Lê di civaka kurd da di ser temenekî da jî ji bo nimûne ji 40 salî jortir jî ji xwendinê zêdetir dixwazin çîrokan guhdarî bikin. Tu vê yekê çawa şîrove dikî?

 

Di kurdan da guh û dev çalak in. Neteweya me, neteweyeka devkî ye. Ev tişt mirovan heta cihekî dibe, lê nivîs û xwendin dinyayeka cuda ye. Nivîs ji gotina devkî vediqete, hurgilîyan vedihewîne, bi pergal e. Loma ez dibêjim îmkana wî tune ye civakek bibêje îlim ez dixwazim guhdarî bikim, ez naxwazim bixwînim. Kurd li hemû derên dinyayê belav bûne. Deng dikare xwe bigihîne wan. Êdî wekî berê wextê însanan jî pir tune ye. Malpereka pirtûkên dengî ya kurdan ava bûye. Ez difikirim çîrokên xwe bi deng jî belav bikim da ku sînoran derbas bike û xwe bigihîne hemû kurdan.

 

  • Piştî çîrokê gelek nivîskar dest bi romanê jî dikin. Di plana te da romanûsî heye yan na?

 

Na. Ez nafikirim. Heta dereceyekê ev normal e. Lê di nava kurdan da ev bûye wekî nexweşîyekê. Te roman nivîsî jî divê tu dev ji nivîsîna çîrokan bernedî. Berdewamî giring e, kurd di karê xwe da berdewam nakin. Çîrok ne pêlikek e ku tu jê derbasî romanê bibî. Çîrok çîrok e, roman roman e. Belkî ji ber cazîbeya romanê be. Stêrka romanê di vê serdemê da diçirise. Lê bi min çîrok qadeka pir taybet e. Lê ez niha nafikirim romanekê binivîsim.

 

  • Di çîrokên kurdan da ji bajarvanîyê zêdetir em têkilîyên civakî yên gundan û zemanê berê dibînin. Ev di yên te da jî hene. Tu bi xwe li bajêr dijî, lê çîrokên te gelek ji wan ên gundan in. Çima?

 

-Liam O’Flaherty, çîroknûs û romannûsê îrlandî ye, li wir mezin bûye, lê diçe Londrayê û dixwaze jîyana Londrayê binivîse. Edward Garnett jî nivîskar û rexnegirê îngilîz e, ji bo biçe welatê xwe li ber Liam O’Flahertyî digere û jê ra weha dibêje: “Vegere welatê xwe û li ser çêlekan çîrokekê binivîse.” Liam O’Flaherty bi ya wî dike, vedigere welatê xwe û li ser gundî û masîgiran, jîyana çolterê çîrokên rengorengo û zindî lê dike. Jîyana me li ku be, çîroka me li wir e. Mirov jîyan, tecribe û warê xwe bêhtir nas dike, hîs dike. Li bajaran jîyaneka bikurdî tune, ev bivê nevê bandora xwe li ser edebîyatê jî çêdike. Heger wekî çand û ziman jîyana me li bajaran bifesile dê hêdî hêdî çêbibe. Di pirtûka min a Rikê da hinek çîrokên min li bajarî derbas dibin.

 

RUDAW