Share |

Bakur…Yasîn Hisên…Amûdê

 

Dema em zarok bûn, mezinan ji me re digotin: Dema roja qiyametê radibe, gur dimîne rûniştî li ser her çar lingan û pişta xwe dide bayê kur, heta çermê wî ji ser dikeve ew li ser xwe rûniştî dimîne.

Dema ez diçûm dibistanên ereban jî li bajarê xwe Amûdê, bayê kur dîsa jî hevalê min bû, bayekî sar û qefilî ji çiyayê Omeriya li rûyê min dida, guhê min ji ber sor dibûn.

Û wisa her sibeh jî ez ji xew radibûm, min berê xwe dida çiya, Omeriya, Mêrdînê, Qurdîsê, Darê, çi gundê ji min ve diyar bûn min li wan dinêrî. Sawa bakur û bayê kur her duyan di dilê min de maye.

Tiştê dihêle ez van bîranîna deynim ew e, ku em li binxetê wekî tê gotin, ji du salan de em di rewşeke gelekî xerab de ne. Ji ber şerê li welêt heta bi kêmtirîn pêdawistiyên jiyanê li cem me nemane.

Aniha jî êrîşa Selefî û Islamiyan bi ser me de tê, li ser sê û çar cebheyan şerê me dikin, Em jî li ber xwe didin, xort û keçên me berxwedana mêrxasan dikin. Ez bawer dikim heta yekî kurd li Rojava hebe jî em ê nesekinin û doza mafê xwe jî bikin û nehêlin ling û riyên qirêj derbasî nava bajarên me bibin.

De, dem dema Bakur e jî, dem dema bayê kur e, ku ew jî destê xwe bidin me, em van çete û rih dirêjan li ser xwe vegerînin.

Ez bang li hemû nivîskar, heval, birader û xelkê xwe li Bakur dikim, ku ev dema pêş bidin me. Bera ez dîsa serê xwe ji deriyê mala xwe derxim û sura bayê kur li rûçikê min û zarokê min xîne.

 

 

ji malpera Diyarname