Share |

Belgefîlmê li ser Jiyana Hesen Haco li Hewlêrê

 

 

Di bîranîna salvegera koçkirna kesayetîya netewî û kurdperwer Hesen Haco Axa û bi helkefta amadenûna belgefîlmê li ser jiyana wî .

dezgeha Sema ya çandî û hunerî bi hevkariya derhênerê fîlim Alan Pêwend. Fîlim hate nemayşkirin li hola Sema li Capîtol Hotêl li roja înê 18 adarê 2022an de û beşdarbûna hin kesayetî ji malbata Haco û gelek ji nivîskar û rojnamevan û rewşenbîr û gelekî din .

Ev belgefîlim ku ji demijmêrek pêk tê.hejmareke kesayetiyên civakî û kesên ku Hesen Haco dîtine li ser kesayetiya wî diaxivin mîna ( pirofîsor Celîlê celîl – lêkolînvan Ibrahîm Mehmûd- sînem xanim beidirxan-Ciwan Haco…Hwd) .Piştî temaşekirina fîlim derhênerê belgefîlim li ser fîlim axivî û pirs û têbîniyên temaşevana bersivandin.

Hêjayî gotinê ye ku Azad Berekat Belgefîlim amade kiriye, Alan Pêwend derhêner û montaja wê kiriye

Hesen Haco Axa, kesayetiya civakî û netewî yê devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê bû, Kurdperwerekî naskirî bû, di navbera salên1898 -1963 jiya bû.