Share |

Berhema dawîn a nivîskarê kurd Dilawer Zeraq “ Ferhenga Biwêjan “ derket

 

Dilawer Zeraq berhemeka hêja, a ku ked û xebata wî a 20 salan e, dîyarî zimanê kurdî kir.

Hefteya pêşîya me weke ku tê zanîn hefteya zimanê daykê a nawnetewî ye û di vê hefteyê de yek ji weşanxaneyên kurdî Weşanên LÎS, lêkolîn-lêgerîneka berfireh, a ku ji hêla nivîskarê kurd Dilawer Zeraq ve hatîye amadekirin û ji sê cildan û ji zêdetirî 2000 rûpelan pêk tê, weşand.

 

Lêkolîn bi navê " Ferhenga Biwêjan a mezin  – Büyük Deyimler Sözlüğü " hate çapkirin û hêjayî gotinê ye ku di nav xwe de 18000 biwêjên kurdî dihewîne. Cildên wê, ji beşên ji kurdî li tirkî, ji tirkî li kurdî û ya mezin jî, ji ravekirina wateya biwêjên kurdî dîsa bi zimanê kurdî pêk tên.

 

Berhem, xweya ye ku dê valahîyeka mezin a pirtûkxaneya kurdî dagire, wê dewlemendîya zimanê kurdî rabixe li ber çavan û di pêşerojê de ji bo lêkolîner û zimanzanan wê bibe berhemeke bêhempa û gelek kêrhatî.

 

DILAWER ZERAQ

 

Dilawer Zeraq, biwêjan wek " anarşîstên ziman " bi nav dike û li ser rûpela xwe a medyaya civakî de hestên xwe ên ji bo berhema xwe wiha dinvîse;

 

" Keda bîst salan di behra çand û folklora Kurdan de bi kêfa dilê xwe avjenî kir..."

 

DANASÎNA CİLDÊN BERHEMÊ (kurdî û tirkî)

 

-- Deyimler Sözlüğü- Ferhenga Biwêjan, ji bo Kurdên ku zimanê xwe ji bîr kirine û dixwazin zimanê xwe î dayikê rast û baş hîn bibin û ji bo Tirkên ku dixwazin hînî Kurdî bibin hatiye amadekirin. Di ferhengê de, nêzikî 13 hezar biwêjên Tirkî digel berginda wan a Kurdî hatiye nivîsîn û ravekirin.

 

-- Ferhenga Biwêja a Mezin, ji bo kurdên ku dixwazin di her warî de bi awayekî durist biaxivin, binivîsin û hay ji mantiqa Kurdî hebin, hatiye amadekirin. Di ferhengê de 18 hezar biwêjên Kurdî hene. Biwêjên Kurdî ên di ferhengê de cî dane xwe, wekî Biwêjên Resen, Diayên Biwêjî, Nifirên Biwêjî, Lêkerên Hevdanî ên Biwêjî û Rengdêrên Biwêjî li hev hatine dabeşkirin. Her wiha, biwêjên tê de bi xalbendan hatine ravekirin û ji bo awayê bikaranîna biwêjan, herî kêm di xalbendekê de hevoka mînakîhatiye nivîsîn.