Share |

Bi riyêa nîşadana filklurê‮ ‬kurdî em şiyayin Kurdistanê‮ ‬bidine niyasîn‬‬‬‬‬‬

Arif Remezan serokê dezgehê Sema kurd

 

Dezgehê sema kurdya çand û hunerî li sala 2005li Îmaratî hatiye damezirandin û niha dû tîpên hunerî hene û radibe bi

çapkirina pertûkên kurdî,  li dûv axiftinên serokê dezgehê Sema kurd dibêje: (dezgehê sema bûye pirika hevnasînê dinavbera kurd û Ereban da.)

Arif Remezan serokê dezgehê Sema kurdyê çanda hunerî li Îmaratê diyarkir ku dezgehême bi riyêa encamdana çalakyên hunerî hemû bîrweriyên miletê kurd saxdketeve,  ev dezgeh li sala 2005bi fermî hatiye damezirandin û hikûmeta îmaratî moleta karkirinêpêdaye û got: du tîpên hunerî li dezgehî hene zêdebarî çapkirina pertûkên kurdî li îmaratê,  her tîpeka hunerî j14endaman pêk dihêt û çi layen piştevaniya me naken bi tenî giropêhecî arifêbazirgan piştevaniya dezgehême dike.

Serokê dezgehê Sema kurdyê çanda hunerî got: em yekemîn dezgehêkurdî bûne li îmaratî ku em şiyayne filklurî kurdî bu xelkêhndêû pakstanêû Îmaratêra bidine naskirin û fîstevala Dubeyya salane da ji sercemê38welatan me şiya pila yekêya nimayşikirina cil û bergên kurdî bi dest xove bînîn.

Arifî aşikira kir ku salane fîstevala Dubey dihête kirin û her welatek gondekê xwe dest nîşan dike,  di wî gondî da filklurî xwe nîşadet û salane em pişkdar dibin lêheta niha me neşiyaye gondekê Kurdistanê têda dirust bikin û filklurêxwe nîşa welatên biyanî bidin çunkû ew dixwazin em bi navêdewleta Kurdistanê pişkdar bibin lê hîşta ew delîve bo me dirust nebûye em li ber dergehêgondekêêraqî filklurî xwe nîşa bididin.

Serokê dezgehê sema kurdyî çanda hunerî amaje da wê çendê ku 184 netewe li Îmaratê dijên meya şiyaye filklurê Kurdistanê bideyne nasîn bi hemû neteweyên wî welatî bi rastî jî gelek caran me filklurê xwe nîşadî ye û hemû xelk maye hêbetî jiber filklurê me.

Arif Remezanî xuyakir ku jiblî encamdana çalakyên hunerî em radibîn bi çapkirina pertûkan jî bo nivîserên kurd li îmaratî wiheta nûke meya şiyane pitir ji40hizar pertûka çap bikinku her pertûkeka em çap bikin90%bo nivîserî ye û 10% pertûk bo dezgehîye vêrêjî em nav dam û dezgehên hikûmeta êmaratî belav dikin bo nasandina nasnameya miletê kurd.

Di berdewamiya axivtina xwe da serokê dezgehê got: dezgehê Sema kurdyî bûye pirik di navbera sînemakarîn Kurdistanî û Îmaratî da û gelek caran filmên sînemayî me ji Kurdistanîyên birine Dubey li holên wan sînemaya hatine nîşadan weku filmê zarokên Diyarbekir û filmê Helebce û Enfal û gelek filmên dî ku hemû bûne cihî serinicirakîşana xelkê Dubey.

Arif î ew jî diyarkir ku gelek caran demêdehwat li Îmaratêdirust dibin û em dihêne daxwazkirin bi dahol û zerinayêpişkdariyêtêda bikin û me dû tîp hene ew jî tîpa Sema kurd û tîpa Amudêher du jî hunerîne û bi cil û bergên kurdî pişkdariyêdikin û demêem pişkdarbin xelkêwan hemû dimînin hîbetê,  bi tenê temaşey me dikin.

Li dûmahiyê jî serokê dezgehê Sema kurdyêçanda hunerî got: çendîn çalakyên hunerîyên mezin bo nasîna miletê kurd li Îmaratê me encamdane û mezintirîn kunfransê kurd û ereb me encamdane,  ez bawer dikem ev dezgehe bûye pirik bo pitir hevnasînê di navbera kurd û ereban de.

 

 

 

 Duhok,  Lezgîn Coqî:  Rojnama Evro

 

2012-04-12