Piştî çend rojan ji vegera herdû bira, Osman û Ferhan ji ser patozê, ku herdû her sal havînî diçûn çinîna genim û ceh; û karê wan jî drûtina devê çewalên genim bû.
Dema patozê diçinî, û hûr dikir, poş di paşiya xwe re diavêt û genim di gihişte jor û ê karker çewalên vala didan e ber boriya ku genim têre dihate xwar, û piştî dihate dagirtin; wan ew çewal didan ber kêl û zemên şûjin ê di dirûtin û berdidan xwar ê.
Osman brayê Ferhan ê mezin bû, û bi salek ê tenê jê mestir bû, ew weke du hevala bûn! Jinên wan jî xuhê hev bûn, tevlî ku jê zanetirbû jî, lê Ferhan gotina wî li erdê nedixistin, û ew qebûl kiribû weke rêzan û şêwirdar ê xwe!?...Car carna ew li teşqela jî di qelibandin!? Lê dîsa jî lê dibûrand.
Ferhan axa: Ma tu hîn di xew de ye? Ma ne îro civan ê me û xwedî yê patoz ê ye? Ew perê mey mayî li cem; gereke bidê me, bi telaq eger salekî dîjî em rîya xwe pênexin, ewî qurûşê Sûrî, ji mere neşand malê? Qey nayê bîra te bê parseko zêdey helaw û dolmikê qelandî, di nîvê havînî de nedida me? Mirîkî mezela ye!? Min di heyata xwe de zilam jê xesîstir û çiroktir, min nedîtin?. Osman ji devê derî derbas bû hewş ê û bakirîyê?. Na na min ji bîr nekirîye? Va ez cilê xwe li xwe dikim, hebekî ji xwe re bi meş e, ezê bighime te?.
Li riya vegerê ku bêrîkên herdiwan germ bûn, her yekî ji wan, ji xwe re mirîşkek qelew kirî, ji wan re gurandin, pirtikadin û dan e wan û ji wan re got: Bera kebanîyên we di beroşa pirîsto de bi kelînin, ji be ku mirîşkên me hebekî pîrin?. Û di riya xew de jî çend kilo sêv û porteqal jî kirîn û çûne mal, lê Osman ji Ferhan re got: piştî şîvê were cem min îşekî min bi te re heye?.
Meyzêne Ferhan, va em ji ser patozê vegerîyan, û va wext ber bi payîzî ve di çê û tu kar li vandera êdî nîne ji min û tere!? Çend rojin emê van perê ku me ji ser mûsim ê anî ne, emê li ser rûnên û bixun!? Û peyre emê dest bi deyna bikin tanî sala bê!..Ev ne tu hale? Di vê em ji xwe re çarakê bikin?. Ferhan bêdengî lê guhdar dike û got: hema tu zanê? Tu çilo di bînê, hema weke te?. Başe, emê herin Beyrûdê?..Te go çawa? Erê erê Beyrûdê? Di bêjin ku li wir gelek kar heye, û roja tu bighê wir, roja dîtir tu di kar de ye? Û bi perê gelek jî!?. Xwedê ji te razî qey tu tinazê xwe dikî, ma tu nizanê ku çûna wir nasname jê re divê? Û tu dibînê ku em nikarin herin deverekê û em weke hepisçiya ne wey? Niha ku deverek nasname jêre neva jî, xem nedikir; Ferhan li Osman vagerand?. Yaho fêm bik bê ez çi ji te re di bêjim? Min zlamek dîtiye û ew xwedîyê wê Otobîsa kû ji vir diçê Beyrûd ê, gotiye perena bidin min û ezê we bi qaçaxî derbas bikim û we bighînim wir? Ma tu çîdî dixwazê!?.
Bi dilekî bi tirs û bi belengazî, di kursîkî ji ên wê Otobîsa kevnar, ku di bajarên Sûrî yê tevan re derbas dibû tanî ku digihişte sînorê Lubnan ê, û çi rêwingî yê ku di rê de destê xwe jê re hildida, lê disekinî û ew swar dikir, û eger cihê rûniştin û şipyabûnê di hundirê wê de jî nediman, ew hildidan ser pişta wê!?. Di wan salên heftê yî û ji ber astengiyên abûrî, bi hezaran, karker di çûne Beyrûd ê, ji bo kar!? û ew Otobîsa kevin û meş giran! Carna du roj û du şevan, hetanî ku wê rêwingî ji Cizîr ê bi gihandina Beyrûd ê!?.
Bi zeraqa roj ê re gihiştin sînor! Ê Otobîs çî berî derbasbûna degehê sînor bi pêncsed mitrî, ew peyakirin û şîret li wan kir û got: Çiya û çiya sînor qut bikin û dîsa werin se rê û bimînin li benda me!?.
Geh meşîn û geh revîn di wan çiyan de; û bi halekî kotekî, û piştî se’etek ê, gihiştin ser rîyek ê, û di dil xwe de ku li ser riya ku wê Otobîs çî wê bê û wê wan rakê bi xew re!?. Qederekî baş man lê tu pêjin jê nehat? Çend terembêl derbasbûn, lê tu kes li wan nesekinî!?. Hîn wilo ku li bendî Otobîsê ne, dîtin ku cêbek bi lez bi ser wan de hat û di cîh de li ber wan sekinî, çend Polis jê daketin, bi wan ve qedimîn û nasname ji wan xwestin?. Herdû jî gelekî bi zimanê Erebî nizanîbûn! Lê mesele fêm kirin!?. Bi milê herduwan girtin û ew xistin hundirê cêbê, û swarbûn û çûn!?. Piştî roj û şevek ê, di girtîgih ê de, roja dî sibehê, ew birin dadegihê û her yek ji wan du heftî hebs û pêncî wereq ê Sûrî jî, cize dan wan!?.
Ji wî dused wereqê kû bi wan re mayî, sed jê dabûn dadegih ê û sed ê mayî jî dane bi çixarê û qet jî hesab ê perê ê kû wê bi din kirya vegerê nekirin!?. Piştî ku ewan panzdeh roj di zindanê de bûrandin, bi belengazî ew avêtin pişt sînor û berên wan dan ber bi sinor ê wan ve!?.
Min ji tere got ku çûna Beyrûd ê ji mere nelazim e? Te biya xwe kir û wilo te em xistin vê tomik ê de! De ka me xelaske ica? Ferhan di wê riya ku dane ser û nizanin wê wan bighînê kû; ji Osman pirsî? Bê ku bersiva wî bide û ra û tevdîrekê ji xwe re bidin darî çav? Got: gelekî serê min ne êşîne bide pey min û hew!?.
Xwe ji Qereqolên sînor parastin û ber bi çiyê ve bi lez herduan da ser xaçû rêkê û meşa xwe berdewam kirin. Ji dûr ve pez û şivanek dîtin û bi rexê wî ve çûn! Û ji dûr ve silavek lê kirin û pirsa? riya ku wê wan bighînê bajarekî yan jî riya Terembêlan kirin?.Şivan gelek alîkarî bi wan re kir û riya ku diçê Şamê saloxî wan kir.
Li ser rê, kî derbas dibû, destên xwe jê re hildidan? Lê mixabin tu kes li wan nedisekinî, û ew bi xwe re ranekirin! Û bi wî halê tî, birçî û westiya yî, meşa xwe berdewam kirin û bêhêvîtiyên wan zêdetir bûn, û ji neçarî ji xwe re li bin siha darek ê li ser rê, rûniştin, yekî pişta xwe da vî milê darê, û yekî da milê dî!?
Dema Şifêrê Kemyonê ê ku li nêzîkî wan tekelê wê, ê paşî teqî bû û bi mebesta ku alîkariy ê pêre bikin ew ji xeweke şêrîn şiyarkirin, ji xew bi lez rabûn û herdiwan jî ji xwere gotin ku va dîsa em hatin girtin!? û ji tirsa re di cî de şipya sekinîn û bê deng man!?.
Ji kerema were hûn Karin bên hinekî alîkarî yê bi min re bikin, da ez tekelê Kemyona xwe bi guherim, barê wê giran bû vê carê û dinya jî germe? Loma dibin bar de teqîya!?. Wexta wilo ji wan re got ji nûve xwîn di damarên laşê wan de gerî, û bêhn hate ber wan û bi hevre gotin: Wey li ser sera û li ser çava? Ew li ezmana li yekî wilo digerîyan xwedê li xakê ew ji wan re sand, û bi kêf û şahî dane pey wî.
Birçîbûn û wetîya bûn ji bîr kirin û weke du pilingan tekelê kevin vekirin û ê nû jê re swarkirin beyî ku bihêlin ku xwedî yê Kemyonê dest bidîyê? Ew bi wê yekê gelekî şa bû û di ber qedeha çayê û hinek taşte re ku bi hev re xwarin û di ber re jî çîroka belengazîya wan bihîst, gelekî dilê wî bi wan şewitî!.
Herdû ji xwe re kirin şagirtî û riya ku wan bighînê Helebê, Ku xwedî yê kemyonê ku tê ji Beyrudê û wê barê wê li wir deynê; soz da wan ku wê bar bi wan deynê bi kirê û li gor texmîna wî, gereke perekî baş be, loma ji eşqa car carna Ferhan qîir dikir strana, û tevlî ku xwedî yê Kemyonê fêm nedikir jî, lê li pişt derkisyon, xwe di hejand.
Piştî ku bi germî xatir ji xwedî yê Kemyonê xwestin û gelekî spasîya wî jî kirin; dîsa li cem hev di kursîkî ji ên wê Otobîsa ku wê wana bighînê nav zarokên wan û piştî, ku her yekî ji wan dîsa ji zarokan re çend kilo fêkî û hinek şîranî kirîn û bi bêrîk germî destên xwe ji hevalê xwe ê hêja re hildan û ji keyfa re; şûr simbêlê wan ne dibirî!?.
Di rê de dest bi henek û qerfan, li hev kirin tanî gihiştin malê.
Sibata 2012 an,
Şam