Rast e îro birîndar im bê sînor
Belê kurd im evîndarê welat im
Kes birînên di dilan de nabîne
Gelek caran hilatim û dahatim
Mirovim ez xwedî dîrok û al im
Lê mixabin bindest im bê welat im
Min çandî her bostekê pakrewanek
Ji bo jînê ez tovim kok û kat im
Pêşmerge me navê min al û nîşan
Li rû zemîn weke rojê hilatim
Bi xwîna xwe dinivîsim azadî
Sîpan im ez Cûdî û Erarart im
Ji bo gel ez buhar im gul û nêrgiz
Li dijmin ez pêt im ar im şewat im
Bi salane mame di tarîşevan
Îro ji nû heyv û roj im hilatim
Min di dil de veşartiye Kurdistan
Bakur, başûr, rojava rojhilat im
Alên reş tev pîs û xinizên dijmin
Didim ber xwe weke Zab û Ferat im
Divê pak be ev xaka min ya pîroz
Dibim gorî hawar û kêferat im
Ger rojekê serxwebûnê bibînim
Bawer bikin buhişta rojhilat im
Bawer bikin buhişta rojhilat im