CEJNA DIL
îro cejna dile
ji bo bînim gule
lê bikim silava
pêre qevda gule
rojbûna te evro
gula mina her ro
ez bêriya tedkim
çima ji min sile
gula baxê minî
şaha dilê minî
ez vîndarê teme
lê ji nîva dile
cejna vîna meye
lê rojbûna teye
simko wê bi mînê
xwedyê soza dile
dam herin şêrînê
warê mem û zînê
da bi bin weke wa
bê derd û bê kule
------------------------------------
WELATÊ MIN
welatê min şirîne
dar û mêrg û kanîne
cihê geşt û seyrane
dêrik periya mine
deşt û zozan û avin
şax û çîmen li navin
kanî têde belavin
dêrik evîna mine
warê bab û bapîra
cihê camêr û mêra
li gunda û li şara
dêrik bajarê mine
şar û şaroçkên diyar
xemla wa nayê jimar
keyf û xweşî tim li dar
dêrik şahiya mine
gundewarê hêviya
li ber ava û li çiya
lê gerame bi piya
zixat landika mine
cihê vîn û vîndare
dilê simko bi are
ez evîndarê teme
dêrik dîroka mine
-------------------------
Kurdistan
Nîzîke vaye hat Kurdistan bi xemlîne
Tu rake ala xwe li rewşê bi meyzîne
De bêjin bi hevre her bijî welatê me
Xemla xwe bi xemlîne renga jî pêre bîne
Kesk û zer sor sipî ser xakê bi reşîne
Dengê pêşmerge tê te dim dima lingê wane
Saykis pîko ya reş ji mêjo ya min derîne
Pîroze pîroze welatêm Kurdistane
Bilbilo bi xwîne dengê te pir êrîne
Va hate roja me dîlan û tilîlîne
De bêjin bi hevre welatêm kurdistane
Birano dayikno welatêm urdistane
-----------------------------