
Dîdara Giştî ya Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojavayê Kurdistanê ya ku ji aliyê "Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistan"HRRK", Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê, yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê" ve li hola zana, li Qamişlo di 07.03.2025anhate lidarxistin û li ser babeta tunekirina gotara nefretê û rola rewşenbîran di gutûbêjên Kurdî- Kurdî de di nava beşdarvanan de giftogoêyn berfireh hatin kirin û li gora ku li ser rûpelên wan saziyên beşdar de hatîye belave kirin û di dawiya dîdarê de û piştî wan danûstandina de ev Encam hatin standin:
Encamên Dîdarê
1. Pêwist e ku rewşenbîr bi rola xwe ya ronakbîrî li gel rola xwe ya niştimanî û neteweyî rabe, ji ber ku ew nûneriya manewî ya wijdanê komî ya gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê û hemû beşên Kurdistanê dike.
2. Dûrketina ji hemû sedemên ku nakokiyê di nava civaka kurdî de çêdike, her weha ji hemû awayên gotara kîn, tundî û nefretê û binpêkirina aştîya gelêrî di civaka kurdî û surî de.
3. Piştgirî û alîkarîya hemû hewldanên yekkirina gotar û helwesta kurdî di navbera aliyên tevgera siyasî ya kurdî de, da ku bigihêjin avakirina lêvegereke giştî ya kurdî ku nûneriya daxwazên rewa ên gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê destnîşan bike.
4. Piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dijî êrîşên Tirkiyê û çeteyên wê yên ku Rojavayê Kurdistanê û bakur-rojhilatê Sûriyê armanc dikin.
5. Nûnerî û tevlêkirina jinê di hemû saziyên siyasî, çandî, civakî û aborî de bi awayekî dadwer û li gor bingehê jêhatîbûn û pîşeyî.
6. Tekezkirina beşdariya ciwanan a aktîv di hemû çalakiyên çandî de.
7. Peydakirina jîngeh û hawîrdorek guncaw ji bo rêxistinkirina çalakiyên çandî bi hev re.
8. Biryardayîna avakirina komîteyeke hevbeş ya giştî ji bo hemû rewşenbîr û nivîskarên kurd li Rojavayê Kurdistanê ku bibe lêvegereke giştî.
9. Avakirina komîteyek ji yekîtiyên rewşenbîr û nivîskarên kurd da ku roleke çalak di hemû dîdar û çalakiyên li hinder û derveyî welat bilîze.
Qamişlo
7ê meha adarê 2025
--------------