Share |

Dîdarek kurt di gel hunermend Mehmûd Ezîz şakir

hunermend Mehmûd Ezîz şakir
Wêne ji Kurdistan tv

 

Piştî dûriyeke dirêj , hunermendê navdar Mehmûd ezîz ji rojavayê kurdistanê, me çav lê kir li bajarê Duhokê ,

ku ji bo çend karên hunerî seredana herêma Kurdistanê kir, û me di destpêkê de bi xêrhatina wî kir , bi nave Malpera SemaKurd , û me çend pirsiyar jê kirin mîna wê cixara di nava tiliyên wî de keserera xwe berda  nava van bersivan  û axivî , hunermend Mehmûd Ezîz ku di vê dema nazik de ji rojavaiyê Kurdistanê hatî , me ev hevpeyvîna kurt pê re çêkir, di nava seredana xwe ya ji herêma Kurdistanê re.

Di destpêkê de Behsa stranên xwe kir , û got ku ew strana, hebs û ziandan û eman dilo , gewrê, awaz û helbestên min bi xwe ne , her weha berdewam kir û got ku , strana peymana min, şêrîn yare, helbestên rehmetî Omer lalê ne, û awazên Mihemed Elî şakir in.

Li ser stranên xwe berdewam kir û got ku kedera min çendî çiwane , awaz û strana minin.

Û gulîzar , yadê rebenê , ên rehmetî bêbuhar in  .

Û behsa hunermendê nemir Mihemed şêxo kir û got ku hunermen M şêxo berniyas û xuya ye .

Me pirs jê kir ku piştî demekê pir dirêj hate herema Kurdistanê , çi hasten wî ne û çawa herêma Kurdistanê dît ?

Got ku azade , xweşe, kêf û şahiye û helbeste.

-          Yekem wêne bi çavî wî ketî me jê prsî ?

-          Got wexta ku ez li balefirxana Hewlêr ê peya bûm , wekî xwenekê lê rastî geriya berçavê min.

-          Te çi daxwazî heye bo tu pêşşî cemawerê xwe bikî?

-          Got ku Ew hunera berî 35 salan ez pêşkêşdikim ez wê pêşkêşî miletê xwe û tiştên ku di dilê min de mane ku milet nabîne û nebihîstine , ez dixwazim wan jî bibhîze û ez serkeftinê ji bo herçar perçên Kurdistanê dixwazim , û wek çawa ala rengîn li herêma Kurdistanê li ba dibe , ez dixwazim ew xwen bibe rastî û li deverên din yên welêt jî li ba bibe.

-          Çi gotina te ya dawî heye û tu dixwaze bighîne ragihandina Kurdistanê

-          Azadî û serxwebûn bi temamî

Şîlan Hemo . 4.4.2012 .Duhok