Share |

Dîroka zarê kurdî… Arşek Baravî -Amûdê

 

 

Zar  diyardeyeke jiyaniye û ji boy pêrabûneke çandî û konevanî alaveke bi kêre, bi hebûna mirov re çê dibe û geş dibe û pêş dikeve,

çiku bandora jînwar û gelên hawîrdor li mirov heye.. zar jî weke mirove..û ew rêçana pevgihîjtinêye.. her weke ku kevn û nuhê miletan pev digihêjîne, nêzî 3000 zar di cîhan de hene,li hindê tenê nêzî 800 zarê zindî hene,her weha jî pirr zar ji zû de mirine..lê kevnetorekî çandî  bi nivîsên li ser kevalên qehfikî hiştine ku roj bi roj têne dîtin, hin zarên jibîrbûyî jî hene militên wan qirr bûne û qeliyane.

Ji her zarekî zindî re dîrokeke dûrî dirêj heye,ev zarê kurdî ê îroj ne tenê ji hemû şêwezarên zarên mîdiye.. ew ji şûwezarê (avista) bi xweye,em nikarin bêjin.. zarên ewan miletên ku li ser xaka kurdan(mîtan,manî,gotî…) holisîne û bi cî bûne  ew bingehên zarê kurdîne,her miletekî ji wan şaristaniyek li xaka kurdan ava kiriye.. û têkiliyeke rêzimanî û rênivîsî di nav wan û zarê kurdî de çê bûye..û di demekê de bûye zarekî serbixwe, gellê kurd navê (kurmancî)lê kiriye  .. belê ên ji bilî kurd navê(zarê kurdî) lê kirine.

Ji hêleke dîtir ve jî ..bandora gellên cînar û hevsî (somer , akad…).. ji hêla çandî û konevanî û olî ve li zarê Kurdî bûye.. ew jî tev di bin bandora zarê Mîtanî de mane,ev zar buwe serdestê herêma bakur ji welatên mezobotamya(navbera herdû rûbaran),gellê Mîtan  di sedsala pêncemîn berya zayinê de li navbera rojhilatî rûbarê Hayis û ta bi rûbarê Araks li jora Diclê û ta bi rojavayî Zagros.. serdest bû,Mihemed Emîn Zekî  gotiye:Mîtaniyan di derdorî sedsala şanizdem de B.Z.. li(Mûsil-Terabulsê) desaleteke xurt ava kiribûn û di dema (Aşûr nasirbal) de qeliyan..hino hino welatên wan stendin û ew ji hebûnê tune kirin.

Hîrodotsê dîroknas gotiye: (485-425 B.Z).. çar milet li rojhilatî Yonanistanê dijiyan(Ermen, Sazbîr, Ardo, Mîtanî..) navê Kurd ta wê demê jî nenas bû ji wan re.

Ji bêjeyên ku hevbeşin di Kurdî û Horî(zarê mîtanan) de: firr(vartana),yek(ayka),sê(têrra),pênc(penca),haft(satta), ta(arta),rastî(satya).

Nêzî du hezar sal B.Z.. koçberên Hindistan û Oropa hatine li herêmên Kurdan  û çiyayên zagros bi cî bûne,bandora zarên wan li hev bûne..lewra hin guhertin ketiye zarê Mîtan û ew dem destpêka çêbûna zarê kurdî bû li gor dîroknasên ku dibêjin :zarê kurdî pêmayê rewayî ji mîtaniye..û amaje kirine ku kevalên şahên Aşûr bi kurdî hatine nivîsîn.. û Kurd ew xwediyê kevnetorê zar û dîrokê li wê herêmêne.

Kurd arîne û arî ji çiyêne, ji berya dîrokê de , tevlî miletan bûne û efsaneyî ava kirine, zarê kurdî jî ji malbata Hindoropiye ..û koma ademîzadên Êranî ên arî jî ji wê malbatêne,Mihemed emîn Zekî gotiye:((kurd ji  miletên(Hind-Êran)in.. ew hatin kurdistan di dema ku Mîdî hatin mîdya û Parsî hatin parsya.., û rêkefta hatina Kurd piştî(650 B.Z)  çiku tomargehên aşûr ên berya vê demê tiştek di vî warî de bi bîr nanîne..)), rojhilatnas THAREAN DANGINgotiye: ewî di kovara aşûrlogî de dîtiye..du kevalên kevnar bi nexşên ji dîroka du hezar sal berya zayinê de li sere, ku  herêma (kar-dekar) li nik xelkên(soy) bû  ên ku li başûrî gola wanê dijiyan, her weha dibêje.. piştî evê rêkeftê bi hezar salî (tîglat pilser 1098-1068 B.Z) şerê miletekî bi navê(kurd) li çiyayê(ezo) kiriye.. û bi wan re şkestiye,Daryo ê rojhilatnas dibêje: ezo çiyayên( Hazoye) dêmekî (Sasûne).

Walas layn bi gumane ku zarê kurdî ji pirr şêwezarane(ji koma zarên Êranî ên başûrê rojavane, lê şêwezar li gor cogarafiya herêman belavin,bi bakur de bi  ber zapê mezin re ta bi gola Ormiya.. pirrên kurdan bi kurmancî daxivin.. û bi başûrî wê rêzê de .. bi soraniya ku beşeke ji kurmanciye daxivin.. û hin ji kurdan bi zazakî û hin jî bi goranî daxivin),koma zarên êranî beşeke ji koma ( hindo êranî) û ev kom du beşin:

1- zarên hindî:  Birakranî,Miranî,Binçanî,Koçeranî,Racasanî,Buharî,Bingalî..û deqa kevnar ji evan zaran re navêŞANJÊKIRÎTÎ(sensekrîtî) lê dibe, sirûdên olî ji olê birahma re pê hatine nivîsîn.. û deqa herî kevn(rêk vêda) bi wateya rêya zanînêye,ew pirtûka herî kevnar û pîroze .. sala 1200 B.Z hatiye nivîsîn ew li ba hindiyan weke Avista li ba gelên Êraniye.

2- zarên Êranî: Parsiya kevn û nuh, Kurdiya kevn û nuh,Efganî,Blocî…, zimanê kurdî kat daye û geş bûye û weke hemû zimanên zindî şêwezarên xwe bi xwe re hilaniye,ji zarên arî ên kevnar jî (ZEND û PEHLE) hene,gumana herî nêz ewe ku kurmacî nêztirîn zare ji zarên arî ên kevnar re û nemaze zarê Zend-Avista,ew bûbû zarê olê Êranî û ji rojava (buxara) ta Azerbêcan .. dêmek li hemû  welatên Êranênî bakur ji bilindahiya Êran û herêma rista çiyayên zagros û împeratorî ji çavkaniyên diclê û ferat ta bi kendava erebî..bû zarê axaftin û hevpeyvînê.

Lê Pehle .. li Îraqa parsî û mîdiya mezin û kolên pers pêk dihat weke zarê giştiyên xelkê ,zarê kurdî kevnar dihate nasîn bi zarê pehlewanan ango lehengan, çiku bêjeyên(goto , kirdo) bi wateya cengawer û leheng tên, pirrên lêkolîneran dibêjin kurdî ne ji persî hatiye çiku ew jê kevintire,lewra  Sidnî Smêt û Jostî û Sosnî gotine: zarê kurdî serbixweye bi hevbendî û amajeyên xwe ve û pêşketinên wênî dîrokî hene, bi rastî ew zarekî qence û di mûzîka xwe de  cudaye,Jostî jî tekez dike ku  zarê kurdî zarekî resene û rêzimana vî zarî ji a parsî û turkî û erebî ji kokê de cudaye.

Dîroknas pispor.. Mijor Admonse gotiye: zarê kurdî serbixweye..û  herdû zanyarên Elman(Rodcer,pot) jî gotine: zarê kurdî serbixweye û mancî kirine ku ne ji parsiye,lê belê lêkolîner û zimanzanê kurd Tewfîq Wehbî gotiye: Kurd û mad.. yek netewin.

Pirtûka Avista gotinê dibirre ku kurd û miletên Êran bi zarekî hevbeş bûn, tevî ku zarê avista û zeradeşt (ê ku li textê silêman..li bakurê mîdya..ji dayik bûye)nêzî şêwezarê Mukrî bû, hin jî dibêjin zeradeşt kurd bû ,mukrî bû ..ji êla Maz bû.. ji xelkên ormî- rizayê bû.. ,ji nav miletê xwe çû û  bû mizgînguhêzê miletê dîtir,lewra Avista bû pêmayeke pîroz ji xelkên Êranê re bi tevayî.. û weke ferhengeke giştî  cî girt,zerdeşt xwe li Efganistanê kire pêxember jî û li Mezar şerîfê li Efganistanê mir.

Medî an mêdî: Ibin xeldûn gotiye mêdî kurdin.

Hesen bîrniyaj di dîroka(Êran bastinda ) de ..rûpelê 168..gotiye:

 Mêdî Arîne .. û ew bavpîrên kurdane.

Merdox di verêjeke dîrokî de gotiye: Aramas sultanê mêdiyanî yekem bû û li ba girîkan bi Keyqobad nas dibû.

Domerkan gotiye: mêdî berya Îsa bi 2000 sal hebûn.

Hîrodot gotiye: damezrînerê qiralgeha Medan Diyakoye.

Dîroknasê girîk(gîtizyas) gotiye: deh sultanên dewleta mezdî bûn û ê dawî Astîgaz bû..350 salî serdestî kiriye.

Sazan berya zayinê bi 400 salî qeralgeh ava kirine û damezrîner Erdîşêr bû,bavê wî babikê kurd ji qata şivanan bû û dayika wî Bayik .. ji êla (bazrengî) a kurd bû,88 sal kir û 25 salan qeral maye û qeralê dawî ji sazan (yezdîkurd)bû.

29 qeralên sazan qeralî ji dest hev girtin û paytexta wan (Mada yan )bû.. di pê re navê wê kirin medain.

Kolonêl Dohose di sala 1869 de gotiye: serê mezin û zeblekên xurt û porê reş û ebriwên qalind ..ên kurdan mîna ên sazanên kevnarin.

Teberî gotiye: Erdîşêr kurê Babikê Silmanê kurê Babikê Zirariye .

Yaqûtê Hemwî gotiye: tiştê ku sazan di bîra me tîne ew bajarê wan(medaine) ku navê wî bajarî berê( Kurd awa) bû.

Teberî di beşê yekem rûpelê/478/ de .. deqa nameya ku Erdewanê persî ji Erdîşêr re şandiye..piştî cenga diwem di navbera wan de..gotiye: ( te nigê xwe zêde radaye û kujtina te hatiye..hey kurdê di konên kurda de xwedî bûye,kê rê daye te ku te ew tac li xwe kiriye û tu bûye qeralê wan welatên ku şah û xwediyên wan wendane..û kê biryara avakirina ewî bajarê ku te li biyabanê ava kiriye.. daye te?

Di warê nivîsîn û xwendinê bi zarê kurdî de..ji berya zayinê û ta nuha:

Azerbod piştî bisilmaniyê dibêje:ez Azerbodim kurê Hemed serkanê Behdînanim, bi pelan (yên kurd) hate nivîsandin.

Hîrodot gotiye:rista qeralên  mêdî,  bersiva xwe li ber dadkirinê di rûpelan de dixwendin.

Kontizyasê girîk gotiye: bijîkê  sera Erdîşêr pirtûkek dîrokî li ser rojnamên serayê nivîsî bû.

Tewarata ku di dema Hexamenîşande hatibû nivîsîn , li ser yasa û hînkirina nivîsîn û xwendinê ..di qeralgeha mêdiyan de axiviye.

 Avista û wêyên kurd herdû jî bi helbestî hatine nivîsandin û di sera sazan de bi dengê xweş û bilind dihatin xwendin,Babord helbest digot û Semtûr jî distiran.

Pirtûkên kurdî berya bisilmaniyê pirr bûn,lê dema ku bisilmanan kurdistan nijde kirin..pirrên name û rojname û nivîs avêtin çeman bi behana ku mecûsîne û zerdeştîne, hin ji wan hatin derxistin û ew du beş bûn:1- ên olî,olê mêdî,avista,zend, wêyên kurd.. û hinên dîtir ên zerdeştî.2- mijarên konevanî,zihrî û nerêtî,tenduristî,hînkirin, wêjeyî,dîrokî û efsane û çîrok, karûbarên rêvebirya dewletê,hin jî li ser yasayên şeşrengê û hunerên siwariyê û tîr û kevanan,pîşesazî,çandinî û zevî û daistan,xaknasî,stêrnasî, pîtolî….

Ev jî navên hin pirtûkên berya zayinê:avista,wêyên kurd, bûnduhesin, dadistan dênêyîk,artarî,wêravname,karnameyê erdîşêr babekan, zirêran , dadistan rêdik,xosire û gotan, wişterengname , xutayname, xuwayname,ristemname…

Pirên wan ji pehle wergeriyan persî û erebî..xutayname buwe Sêr elmilûk û xuwayname bi persî bû şahname, pirtûka glêla û demenhiş ji hindistanê derbasî kurdistanê bû di dema dadwer û serdestê kurd Erdîşêr de û wergeriya pehle û persî.hemû pirtûk û nameyên ku di dema bisilmaniyê de bi persî derketin tev de di dema sazan de bi kurdî hatibûn nivîsîn, ji wn pirtûkan jî: wamiq û azra,yesnê û ramîtê, eskewname, yorasîp, bilhor, şîrîn û ferhad, baramname kirjasibname, behmenname, ristemname,şehreyarname, cihangêrname, feramerzname,birzûname, bextiyarname,hezarefsane,witistanî sindîbad.. û bi hezaran pirtûkên dîtir…

Arşek Baravî -Amûdê