Share |

Daxûyanî (Antologiya Helbesta kurdî ya Rojavayê Kurdistanê)

Bi mebesta avakirina pirên çandî bi rêya Helbestêdezgeha INNER CHILD PRESSbelavokek belav kir û têde daxwaz ji Helbestvanên rojavayê Kurdistanê dike ku helbestên xwe bişînin taku wek Antologiya Helbesta kurdî ya Rojavayê Kurdistanê di encam de belav bibe.

  

Helbestvanên hêja:
Em li hêviya helbestên ji Rojavayê Kurdistanê ne, yên ku wê di Antologiya Helbesta kurdî ya Rojava de ya ku ji hêla dezgeha INNER CHILD PRESS  ve bête weşandin.
Tikaye helbestên xwe bi şêweyê  Word ji me re bşînin
- 3 yan 4  Helbestên ku  bi zimanê kurdî hatibn nivîsîn li gel wergera Ingilîzî.
- Jînenigarî ango "kurtejiyan"a  we ya ku ji 125 gotinan ne pirtir be.
- Wêne yê we.
li ser  vê navûnîşanê ji me re bişînin: rojavaanthology@gmail.com.

Dema wergirtina berheman  ta 28 sibatê 2017 bidawî dibe.
Ji tevahiya berhemên bijarte  ku bigihêjin ber destên me, ew ê berhemên 12 helbestvanan bêne bjartin û ew ê di Antologiya helbesta rojava de bêne weşandin.
Heger pirsên we hebin, hûn dikarin li ser ev ê E-mail ê rojavaanthology@gmail.com ji me re binivîsin.

Em ê bi tevlîbûna we şad û bextewer bin, silav û rêz.

 

Dezgeha INNER CHILD PRESS û Helbestvan Abdulkadir Musa.

www.innerchildpress.com