Share |

Daxuyaniya PENa KURD derbarê çalakvana kurd Nadiya Mûrad

Bi navê bi taybetî Komîteya Nivîskarên Jin; Komîteya Birêvebir a Giştî û endamên Navenda PENa Kurd, ji bo bidestxistina xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2018’an, em bi dilxweşî, şanazî û pîrozbahiya xwe radigihînin çalakvana mafên jinan a kurd, Nadiya Mûrad.

Nadiya Mûrad keça kurd a êzidî, yek ji hezaran qurbaniyên zordariya cinsî ye û ji destê çekdarên Dewleta Islamî (DI) yên dirinde, terorîst rizgar bûye. Dîsa Dr Denis Mukwegeyê Kongolî yê ku ligel Nadiya Mûrad xelata Nobela Aştiyê wergirt jî hewl daye ku alîkariya bi sedan jinên ku di şer de bi zordariya cinsî re rû bi rû mane bike û li hemberî vê zordariyê têkoşiyaye. Her duyan xebateke bê hempa dane ji bo tîşkxistina ser zordariya cinsî di demên şer û dijberiyê de. Em wek Navenda PEN a Kurd, bi rastî wan hêjayî vê xelata bi rûmet dibînin û bi wan serfiraz in.

 

Cara yekemîn e ku jineke kurd xelateke bi vî rengî werdigire. Em hêvî dikin ku ev xelat balê zêdetir bikişîne ser rewşa kurdên êzidî yên ku di dîrokê de rastî gelek êrîş û zordestiyên dijwar bûne. Wek ku tê zanîn, herî dawiyê jî Dewleta Îslamî ya terorîst êrîşeke mezin bir ser kurdên êzidî, zordestiya cinsî li ser hezaran jinên kurd ên êzidî hat pêkanîn, bi sedan zilamên kurd ên êzidî hatin kuştin, wendakirin û hîna jî gelek ji wan bê ser û şûn in, mişextî ne, penaber in. Hêviya me her ew e ku ji aliyê hemû dewlet û saziyên cîhanî ve ev kirinên hovane, ev komkujiya li hemberî kurdên êzidî wek genosîd bê pejirandin; dadmendî rêya xwe bibîne; berbest û zagonên navneteweyî bihêztir bibin da ku rê li tawanên bi vî rengî yên ku di demên şer û dijberiyan de pêk tên, bigirin.

 

Hêjayî bibîranînê ye ku Navenda PEN a Kurd di hemû kongriyên PENa Navneteweyî de û di hemû konferans û boneyên navxweyî û navneteweyî de ji bo tîşkxistina ser genosîda ku ji aliyê Dewleta Îslamî ve li ser kurdên êzidî pêk hatiye bi erka xwe rabûye.

PENa kurd, bi rapor, biroşur, çalakî û pirojeyên taybet û belgefilman, hemî caran doza genosîda gelê kurd ê êzidî di rojevê de hiştiye û heta bidestxistina hemû mafên rewa yên gelê kurd, dê di vê xebata xwe de, bi şanazî her berdewam be.

Em jî dengê xwe dixin pal dengê keça kurd Nadiya Mûrad ku gotiye:

Ez vê xelatê pêşkêşî hemû gelê kurd, kêmenetewe û hemî qurbaniyên zordariya cinsî yên li cîhanê dikim.

 

       Komîteya Birêvebir a Giştî (KBG)

Ya Navenda PENa Kurd

08.10.2018