Share |

Denbêjê Kurd Bavê Selah “ tama me muzîkê distand demên berê, niha em nakin ”

Hevpeyvîn : Hozan Emîn- Navê wî yê rast Ebdulrehaman Omer e, li gundê Gurda girêdayî Cendirêsê li devera Efrînê li başûr rojavê Kurdistanê sala 1952 ji daykbûye,

û hunera xwe ji temenek biçûk hîn 7-8 salî bû ji dîwanên gundê xwe fêrî stranê bûye, û ji wê demê de gelek stran ji devê dengbêjan ezbere kirine, yek ji wan kesan jî dayka wî bû û Ehmed Axa, û Silêmanê Êho û Hemedê Îso, û henekî din, dengê bavê selah ji stayla bilinde û di dema xotaniya xwe de dengê wî sê an çar Km diçû û her weha jenîna tembûrê jî ji Adîkê necar fêr bûye, me derfet dît ku em li ser kar û hunera wî çend pirsan jê bikin bi kêfxweşî weha bersiva me da .

-          Tu yek ji damezrênerê Koma Ermanc e, we kengî ava kir ?

 

-          Belê kom di sala 1984an de hate damezirandin, û min perpirsartiya beşê Folklor têde dikir, û min tenê stranên folklorî didane wan, û min destanên kurdî yên mîna Mem û Zîn û Derweşê Ebdî û Tahir Begê ….hwd min digotin û heya ji me dihat me dixwest ku em çanda xwe ya kevin jibîr nekin, û me kasêtek tijî kir tevde folklore li gora wê dema ku teknîk gelek ne bi qasî niha pêşketî bû lê dîsa jî kêfa gel bi wan stranan dihat, koma me jî tevde zana û şehreza bûn, min jî gelek hewldan kir û pirtûk xwendin heya min xwe gihand astek baş di zanîna mozîk û stranan de.

 

-          We dezgehek bi nave besta cira çêkir, ew çawa bû?

 

 

-          Raste ew mîna dezgehekê hunerî ye, nêzî 100 endamên wê hene, lê gelek pirsgirêk hene, yek ji wan jî abûrî ye tu kes alîkariya me nake, mebesta me jî ewe ku em karibin çanda xwe biparêzin tevî xizmeta gelekan di vî warî de çêbûye jî, mîna Celîlê celîl, û mala bedirxaniyan û komela Kawa, lê dîsa jî têrê nakê, û divê dezgehên çandî li her deverê hebin, û yek ji karê me jî berhevkirina pirtûkan, û em dixwazin di ware çandî de hin xizmetan bikin, û me li Lubnanê jî hin kar kirine, û pêwendiyê me bi hin kesan re çêbû, em gelek zehmetiya dikşînin, û her aliyek dixwaze me bikşîne nav xwe, lê çan milkê milet hemî ye.

 

-          Wekî din tu bi çi mijûlî, tu kare behsa çalakiyên xwe bike?

 

 

-          Belê piştî rewşa Sûrî û guherînên têde çêbûn min dest bi ferkirina Nota kir li dibistana Gund de, min di heftê de 4 ders didan, û min zarokên biçûk fêrî Muzîkê dikirin, bê beranber û ez li gelek deveran geriyame û min şev li darxistine, û min Lubnanê pêwendiên baş çêkirin bi kesayetî û muzîkjenê Lubanînî re di salên 1990an de, her weha me li ser nave koma Ermanc beşdarî di festîvalek navnetwî li Cenrêk de kir, di gel komên muzîkê ji Firansa û Almaniya, û min li Urdun jî aheng li darxistiye, û li tevayî welatê iskendinaviya min aheng çêkirine, her weha li Almaniya û Mosko û Îmarata erebî û Turkiye, herêma Kurdistana Îraqê û gelek welatên din.

 

-          Te bername li Televiziona çêkirine?

 

-          Belê min li tv Xebat li bajarê Dihokê bername çekirye, û her weha li ser ekranên setelayta Kurdistan jî, Kurdsat, û tv Herêm li Hewlêrê, û xak li Sulêmaniyê, û roj tv li Ewrupa, û gelekê din, û hin tv Erebî ya Sûrî jî di nav de.

 

-          Te çi xelat wergirtine?

 

 

-          Min xelata bajarê Helebê ya rewşenbîrî îslamî stand, tevî du pirofîsorên din di bwarên muzîkê de, û min di Tîrêjên Efrîn de di her çar beşan de beşdarî kiriye, û min di gel helbestvan Perîşan navê gundên devera Efrînê bi kurdî danîn û gelek piroje me çêdikirin û em hîn berdewamin.

 

-          Heya niha te çênd stran tomar kirine?

 

 

-          Me di koma ermanc de 7 kasêt tomar kirine, her weha di erşîfa wan tv de min bi dehan seat stran qeyd kirine, û her weha 7 kasêtên min taybet hene yek jê taybete bo zarokan tev de bi imkanên xwe yê zatî min çêkirine, û herweha min komek zarokan ji gelek deveran kom dikirin û min ew fêrî muzîk û stranê dikirin, zarokên me bi hacetî vî tiştî ne ne bi hacetî siyasetê ne, mirovayetiyê û xweşikbûne û hezkirnê mijarên wê berhêmê bûn, û bi qasî du sê kasêtan jî min stran dane hunermendan, û min gelek stranên devera Efrînê yê folklorî di gel nivîskar Pîr ristem birhevr û qeyd kirine û nivîsandine, ev dewlemdiyeka mezine bo erşîfa kurdî.

 

-          Rewşa muzîka devera we Efrîn di çi astê deye niha?

 

 

-          Başe bingehek ji muzîka deveram me re hatiye danîn, lê şert û mercên niha gelek rê nadin û derfet kêmin ku xwe pêştir bixe, û dergeh jî tunene ku hîn pêştir bikeve, tu dinere yek derdikeve xwe fêrî tembor û stranê dike û derdikeve daweta, û yek jî xwe fêrî Orgê dike û muzîkêk diafirînin, lê ne wilo ye dema em biçûk bûn li 366 gundên devera Efrînê hunermend û sazvan gelek bûn û def û zirne hebûn, tembûr û ritm û iqa’ û keman jen û derbekvan hebûn, û gelek tiştekî xweşik çêdibûn, lê tama wê gave me ji muzîkê distand niha em nakin, niha jî hene û gelekin, lê rekxistin nabin, û ji hev belavin.