Share |

Dengên Mezopotomya li Diyarbekirê gihiştin hev

Koma Îranî ya muzîkê a navdar Rastak, muzîkvan a Kurdên Xorasanê Yelda Abbasî û koma xwe û Koroya Dengê Mezopotamya a girêdayî ‘Navenda Çand û Hûner a Dicle-Firat’ a Diyarbekir doh evarî li parka koşuyolu ya Diyarbekirê derketin ser dikê û stranên xweyî bi bi zaravayê Kurmancî û Soranî yên Kurdî, bi Azerî û Farsi û Tirkî gotin.

Her sê komên muzîkê bi organisazyona bi nav ‘deng û rengê Mezopotomya li Amedê digihijin hev’ hatin ba hev û derketin himberê guhdarvanên ku li qada koşuyolu ya Diyarbekir ji bo van nav û komên navdar bibînin û guhdar bikin, kom bûbun.

Konsera ku bi Koroya Dengên Mezopotomya destpê kir, bi stranên Yelda Abbasî û Rastak heta nivê şevê bi coşeke mezin dewam kir. Stranbêj û muzîkjena Kurdên Xorasanê Yelda Abbasî û Koma Rastak a Îranî ji hêla guhdarvanan ve bi coşeke gelekî mezin hatin pêşvazî kirin.

Di navberê de hevserokê şaredariya mezin a Diyarbekir Fırat Anlı jî ji bo bixêrxatina mevanan derket ser dikê. Anlı, piştî bixêrhatin da endamên koma Rastak û Yelda Abbasî, kêfxweşiya xwe bi dîtin û pêşwazî kirina Yelda Abbasî û Koma Rastak li Amedê anî ziman. Anlı got ku, “endamên koma Rastak ne tenê Kurdin, lê, Fars, Acem û Tirkmenin jî û herwiha Yelda Abbasî û hevalên xwe jî ne tenê bi Kurdî lê bi farsî û Azerî jî stranên xwe dibêjin. Ev yek pirçandî û pirnasnametî ya rojhilata navîn dide ber çavan”. Anlı got ku, dive her reng û dengê Mezopotoamya di nav aşîtiyê de bi hevdu re bijîn û xebata wan jî li ser avakirina vê yekê ye. Anlı, herweha anî ziman ku îro li Rojavayê Kurdistan şerê berxwedanê heye û divê gelê Kurd tevde bi her rengî û di heman demê de jî bi xwedîderketina çand û hûnera xwe xwedî li vê berxwadanê derkeve.

Yelda Abbasî û endamên koma Rastak jî ji bo davetê û pêşwaziyê spasiyê xwe, û ji bo ku li Amedê ne jî kêfxweşiya xwe anîn ziman. Konser heta nivê şevê bi coşeke mezin berdewam kir. Yelda Abbasî û Koma Rastak îro dê ji bo mihrîcana Munzirê biçin Dersîmê û li wir jî tevlî bernamê bibin.

 

 

BasNews (Diyarbekir)