Gotara lêkolîner Zeyneb Yaş ya li ser dengbêjên jin û xebatên li ser berhevkariya dengbêjiyê ya bi kurdî li Konferansa Pedagojiya Feminîst pêşkêş kiriye. Muzeya Jinan a Stenbolê ev konferans di navbera 18 û 20ê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) ya 2018ê de çêkiriye.
Ev jî deqê gotara wê ye.
Li ba me her tişt bi gotinê, bideng û melodî tê guhastin. Li ba me jin berî rojê radibe, ji ber ku jin rojê dizê. Li ba me gotin esas e, herkes gotina xwe, hafiza xwe, paşeroja xwe bixwe mezin dike û bi wate dike. Li ba me bi zêmara mirinê govend û dîlan tên gerandin.
Silav ji we jinên ku pêşengiya xebatên jinan dikin, silav ji we jinên ku qîmetê didin hiş û bîra mirovantiyê û bi nirx dikin. Gelek kêyfxweş im ku bi we re, bi we jinên berketî û çeleng re li vir im. Spasdara hêja Meral Akkent, mamoste Ayşe Gul Altınay û hemû xebatkarê Muzeya Jinan ya Stenbolê me ku em anîne ba hev.
Di sala 2014an de, bi destê paşketî û berjewendîperestên dinyayê tev, di sedsala 21ê de suçê mirovantiyê li ber çavê hemû dinyayê hate pêkanîn. Bazarên koletiya jinan hatin danîn. Bi taybet jî yên ku baweriya Êzîdiyatiyê ji xwe re kirin hêcet û xwestin pê hêza jina kurd ya ku di Rojhilata Navîn de berxwedana nasnameya jinantiyê dikir bişkînin, bi hezaran jin û zarokên kurdên êzîdî revandin û kuştin. Ez van hêzên terorî û hevkarên wan şermezar dikim.
Piştî ku li ber çavên wê, 6 birayên wê û diya wê hatin kuştin, ew li bazara koleyan wekî xenîmeta şer hate firotin û di sala 2015an de dema ku ji destê hovên DEAŞî reviya, bi riya Neteweyên Yekgirtî serpêhaitiya xwe ragihand ji bo hemû dinyayê. Dixwazim destpêkê silavek ji dil, pêşkêşî vê jina wêrek, Nadya Mûrad bikim ku Xelata Nobelê ya sala 2018an stand.
Gelê kurd di Rojhilata Navîn de tekane gelê qedîm e ku heta vê gavê bêdewlet, bêqeyd û nivîs û bêdergeh hatiye. Li ba me her tişt bi gotinê, bi deng û melodî tê guhastin. Li ba me jin berî rojê radibin, ji ber ku jin rojê dizê. Li ba me gotin esas e, herkes gotina xwe, hafiza xwe, paşeroja xwe bixwe mezin dike û bi wate dike. Li ba me bi zêmara mirinê govend û dîlan tên gerandin. Dîroka berxwedana li hember talankeran, bi stran, klam û destanan nifş bi nifş bi zargotinê tê veguhastin. Li ba me hafıza esasî mirov in, herî zêde jî jin in. Ji ber ku; mêr diçe şer, mêr dimre û her wisa...Lê jin bendewar e, jin ji nûve her tiştî diafirîne, jin vediguhazîne. Li ba me jin, kesên serkanîne ku paşerojê, serpêhatiyê û tiştên qewimî vediguhazînin nifşên nû. Ew karê bîrdanka civakê û arşîvê dikin. Di sala 2003an de min cara pêşî xebata xwe ya "Rola Jinê Di Çanda Kurdan de" ku li ser jin û hafizayê bû, bi Zanîngeha Bergenê Beşa Lêkolînên Çandî re pêkanî.
Xebata min li ser aliyê jinê yê nedihat dîtin, aliyê ku hatibû nepenîkirin bû. Tam jî di wê pêvajoya min xebat dikir de, zêdetir nîqaş li ser wê yekê dihat kirin ku meseleya kuştina ji ber namusê esasek ji çandê ye.
Min nêzîkî bi 100 jinî re ku temenê wan li ser 50 salî bûn, hevdîtin pêkanîn. Hemû jinên ku min wan naskirî, bi berevacî jêderên îdeolojiyên resmî û nivîsên bi nêrînek Oryantalîst hatibûn nivîsandin; hemû jinên bihêz, kêrhatî, wêrek û harîqulade bûn. Her yekê ji wan paşeroj bi xwe re veguhastibû, ew ji nû ve şîrove kiribû û xwediyê bîrdankek muhteşem bûn. Di çanda kurdan de kesê ku çandê, dîrokê, paşeroj û hafizayê li xwe digre û karê wê yê veguhastinê dike em ji wan re dibêjin Dengbêj / Serçaveya Gotinê. Ev serçave bixwe jin in.
Destana "Zembîlfiroş", ku min ji ser zarê van jinan berhev kirî bû, li ser eşq û wêrekiya jina Mîr, “Qadimxas” bû. Ev destan li ser zarê gel, bi hezarên salan hatibû û ev destan li dîwanên şêx, axa û li dîwanên gel hatibû gotin û kesî Qadimxas bi cinayeta namûsê nekuştibû. Bileqs, eşq, wêrekîya wê li ser zarê gel bibû destan, klam û stran. Dîtina min a jinê ya ji vê hêlê ve rêgeha min a li ser xebatên jinan ronî kir. Bi naskirina min a vê destanê û pê de, min fêm kir ku xwendina bi çavê jinê, dikare jinê di jiyanê de bêtir bide xwuyakirin. Bi vê meramê min da dûv wan jinên wêrek û winda û min xwest wan bi zimanê wan ê qedexekirî binvîsim.
Di sala 2003an de min biryar da û ji Stenbolê çûm li Diyarbekir bi cî bûm. Di sala 2005an de min dest bi xebata li ser hunermend û dengbêja muzîka kurdî ya navdar Eyşe Şanê kir. Hemû kesî Eyşe Şan, wekî jina xwediya dengê taybet û bedew nas dikir. Di wextê xwe de hema bêje li hemû maleka kurdan ên gramafon lê hebûya tevî ku qedexe bûn jî miheqeq plak / sêlik an go qawaneke wê lê peyda dibû. Lê belê dema min dest bi vê xebatê kir, ev hunermenda ku bi sedan plak û kaset dagirtibûn, li ser jiyana wê hew, bi kurtî nîv rûpel pêzanînên hatibû nivîsandin. Dengê kopiyên bi qasî 30 stranên wê yên ku ji aliyê hevalê min folklornas Hilmî Akyol ve hatibûn berhevkirin hebûn. Bê navber 3 salan li ser xebitîm. Li Tirkiyeyê demeke gelek dirêj zimanê kurdî qedexe bû û ji ber ku Eyşe Şan bi kurdî stran gotibûn mirovan nikaribû stranên wê peyda bikira. Muzîka kurdî ya qedexekirî ji salên 1939an û pê de bi saya Radyoya Bexda û Êrîvanê lê dihat guhdarî kirin. Ji ber wê çendê jî min ji kê dipirsiya hemû kesî ji bo Eyşe Şanê, Îraq dida destnîşankirin.
Min xebatên xwe ji sala sala 2005an û pê ve li Başûrê Kurdistanê / Li Îraqê berdewam kir. Min li Tirkiyê, Iraq, Suriyê û li Ewrûpayê hewl da ku xwe bigihînim pêzanînên li ser jiyan û berhemên Eyşe Şanê. Min xebata li ser jiyan û koleksiyonên wê 17 caran ji nû ve nivîsand ku heta bû pirtûk.
Ev xebata pirtûkê û koleksiyona ji 150 stranên wê pêkdihat, di sala 2008an de li Silêmaniyê ji aliyê Enstîtûya Kelepûra Kurdî ve hate çap û belavkirin. Piştî ev xebata li ser jineka hunermend berhev bû, bêtir hate fêmkirin ku Eyşe Şan ne bi tenê jineka xwedî dengek xweş ê taybet û jineka bedew bû. Hîn di salên 1950yî de, di serdema ku jin wekî temînata namûsa feodalîzmê dihate dîtin de, wê hewîtî red kiribû, Bi hunerê, xwe ji nûve ve afirandibû. Di sala 1958an de li Radyoya Eyntabê stranên xwe gotibûn, di sala 1963an de cara pêşî li Tirkiyê, bi zimanê kurdî yê qedexe, li ser pîlaqan stranên xwe qeyd kiribû. Tevî ku ew li ser dikê dabûn ber kêran jî, heta strana xwe temam nekiribû jê daneketibû û ew wekî jineka hunermend a bi biryar û pêşeng li dîrokê hatibû nivîsandin.
Piştî xebata min a li ser hunermend Eyşe Şanê, min xwe gihand arşîv û pêzanînên gelek baştir. Şaredariya Mezin a Bajarê Diyarbekirê, di sala 2008an de navê wê da Parka herî baş ya bajêr. Her sal di 18ê Kanûnê de, di roja salyada mirina wê de çalakiyên bîranîna wê hatin pêkanîn. Koroyek ji jinan hate damezrandin ku stranên wê digotin û pirtûkek li ser jiyana wê hate çapkirin.
Piştî ku min li Muze û Navenda Hafizayê ya Bajarê Diyarbekirê dest bi kar kir, min xebatek berfirehtir li ser arşiv û koleksiyonên Eyşe Şanê kir ku wekî hafızayê em wê li teşhîra müzeye deynin. Lê mixabin ji ber bûyerên ku di sala 2015an de li herêmê dest pê kirin rewş têk çû. Xebat û çalakiyên me hemî hatin betal kirin û ev xebata min bêyî ku bê teşhir kirin di deste min de ma.
Dema min ev xebat li ser Eyşe Şanê dikir, her carê min ji xwe re digot; jineka hewqas naskirî û dengdayî ku hewqas bê qeyd û winda be, gelo ez ê çawa karibim xwe bigihînim yên din…. Bê ku ez vê gotina dawî bînim bîra xwe, ez bi dûv dengê winda û çîrokên winda ketim.
Ji sala 1920an û pê de, dengê ji ser radyoyan bilind dibû, qeydên li ser pîlaqan hatibûn kirin û nexasim ew dengê qedîm car carê weha bilind dibûn; “Elmas El Kurdîye…, Mayram Xan, Nesrîn Şêrwan… û hwd”. Bi van dengan mirov fêm dikir ku dengê hinek jinên din jî hatiye qeyd kirin. Lê gelo ew kî bûn?.
Min di sala 2006an de li Başûrê Kurdistanê, li Duhokê, hunermenda ku 23 salan li Radyoya Bexdayê stranbêjî kiribû, şanoger û aktrîsta pêşî ya kurd Gulbihar Amêdî nas kir. Wê demê 78 salî bû. Her çi hunermendê riya wê/wî bi Bexdayê ketibû ku; “ Di sala 1920an û pê ve ji ber li Tirkiyê kurdî qedexe bû her hunermend û dengbêjê ku dixwest dengê xwe li ser pîlaqan qeyd bike bere xwe dida Bexda, Heleb û Kahîreyê û li wir li şirketên pîlaqan stranên xwe qeyd dikirin” wê ew ji nêz ve nas kiribûn, ji ber ku xwîşka wê Fewziya Muhamed ji sala 1939an û pê ve yek ji stranbêja Radyoya Bexdayê bû. Ji ber ku xwîşka wê stranbêjî dikir, bibû sebeb ku Gulbihar dev ji mêrê xwe berde. Wê dû dabû xwîşka xwe û stranbêjiya li Radyoya Bexdayê têrcîhî mêrê xwe kiribû. Wê bi xwe li radyoyê 272 stran gotibûn, lê dema min koleksiyona wê berhev kir bi tenê min karibû 65 stranên wê di 6 Cdyan de berhev bikim. Lê min arşîvek gelek berfireh ji deng, vîdeo, wêne û belgeyên li ser wê berhev û arşiv kir.
Meyrem Xan, Elmas Muhamed, Nesrîn Şêrwan jinên kurd yên destpêkê ne ku dengê wan li ser plakan hatiye qeyd kirin. Meyrem Xan, ji ber ku diwest li dîwanan dengbêjiyê bike, hevser û malbatê destura wê nedida. Tevî ku ducanî bû di salên 1925an de ji gundeke bajarê Sêrtê direve û diçe Heleb, Şam, Mûsil, Bexda û heta bi Kahîrê û li ser radyo û pîlaqan stranên xwe dibêje û beşdarî şevbêrkên dîwanan dibe. Dema min dest bi lêkolîna li ser wê kirî, gelek pêzanînên li ser jiyana wê yên ne rast û dûrist hebûn. Tevî ku hîn jî gelek pêzanîn kêm in, lê min beşek mezin ji stranên wê yên li ser pîlaqan berhev kirin, arşiv kirin. 21 stranên wê, di sala 2010an de li ser Cdyekê ji nû ve hatin çapkirin. Xebata min a li ser arşîv û pirtûka wê berdewam e.
Nesrîn Şêrwan, yekem jina kurd, ya ku xwediya dengê operet bû. Stranên wê li ser kasetan bi navê jinên dî yê hunermend hatibûn qeyd kirin.
Her wiha, min xebata xwe ya li ser berxwedana jiyan û berhemên gelek jinên hunermend yên wekî; Dayîka Cemalî, Sûsika Simo, Îran Xan, Zadîna Şakir, Fatma Îsa, Belga Kado, Kubara Xido, Aslîka Kadir, Xana Zazê, Fatoya Kor, Ayşo Baco, Adlê Xanim berdewam kir.
Ji van, arşîvên ji koleksiyonên Eyşe Şan, Meyrem Xan, Elmas Muhamed, Nesrîn Şêrwan, Gulbihar Amêdî hatin çap û belav kirin.
Bijareyek ji kurteya jiyan û berhemên 16 jinên hunermend jî, min di nav xebata xwe ya ku li ser 110 hunermendên di navbera salên 1803 – 1913an de jiyayî de bi navê “Şakarên Muzîka Kurdî” ku ji 2 cildan pêk dihat û di sala 2015 – 2016an de ji aliye Şaredariya Bajarê Mezin ê Diyarbekirê ve hate çap kirin nivîsandin.
Heta vê gavê min li ser jiyana 25 jinên kurd ên hunermend berhevkarî û arşîvkirina bi qasî ku berbiçav bibin û ev xebat bibin pirtûk bi berhev de anîye. Û heman wextî ez li saziyekê digerim ku bi alîkariya wan ez karibim van arşîvan bi qîmet berbiçav bikim.
Bi bawerîya xwe ya mezinahiya deng û peyvê dema min arşîvkariya jinê dikir dît ku bi hêviya ku wê tu carî, tu deng winda nebin ez vî karî berdewam dikim. Bila deng, ritîm, ziman nexasim dengê jinan tu carî winda nebe. Ji ber ku ew in ku me li hestwariyekê hevpar dikin, hidûdan hiltînin û mîrateya hebûna me ne bi jinantî esas dikin.
(ZY/FD)
bianet.org