Share |

Deng ê şîn û felatê ... Nizar Yosif

Wêne    .... Nizar Yosif

Çav ji dîmenên te vala nabin

Di berçavka te re di pûnijin

Xemgîr ê şabîna gulê

Guh ji şîretên te ranawestin

Di xemximin ji wateyan

 

Ji kaniya xemkêşiya meremên te

Ristên awazan di rijin

Wateyên nermijandin ên kulan

Bi hişkûrî em di hejin

Pêjinên vezilî vekişiyan

Di henteşa dengê qebe de

Hestên me vediyar dibin

Bel dibin canên tevizî

Te hêjmartin ristên xemên me

Di bin de jar bî

Xemxwarê welatê birçî

Hemî mêtin

 

Bijonin tîpên navê te

Babê Felek

Çêjtî ji ser canên me naçin

Ji ber bayê vê pêjina germ

gul zîl didin

Karwan ji bangên te bi rê ketin  

Sirûşt li pey wan rû didin

Ji:Pêşkevin em serfirazin,,,

Ji leylana ku te rêz kirî

Vane firaşîn çezirîn

Komên hawarvanan hatin

Leşkerên alê xuyane

Wekî birûskan

Ji xweybûnê re di barin

 

Hêmin be

Bi dilovanî raze

Tu herheyî

Bangên te şîn û xelatin.

 

09.03.15