Hozan Emîn
Dema sînema Kurdî tê gotin bê guman derhêner û akterên wan filman tên bîra mirov, yek ji wan kesên ku muhra xwe li sinema kurdî xistiye û navûdengê wî belav bûye, Mano Xelîl e, ku wek derhênerek kurd di nav sinema cîhanî de hatiye naskirin, û xudan rewlek girîng e di pêşxistina berhemên sînema kurdî de cih girtye.
Mano Xelîl li bajarê Qamişlo di sala 1964an ji dayk bûye, û dibistana xwe ya sertayî û amadeyî li wir qedandiye, û piştre li zankoya Şamê Dîrok û Yasa xwend, lê temam nakeû di sala 1986an berê xwe di de welatê Çekoslovakiya û li wir Akadêmiya Sînemayê, beşê derhinêrî diqedîne.
Di sala 1988 yekem kurtefilm berhem înaye bi navê "Oh world", û heta sala 2012 an li ser karê xwe bi derhêneriya filmê „Mêşvan- Apê Îrbom“ berdewame, û gelek berhem di nava van salan de, derhênane, ji wan filman jî ( divîdê tolhildan - Al-Anfal, "bi navê Allah, Ba’es û Saddam" “Xewnên Rengîn”, “Buhista Eden”, “Mêsevan”
Mano Xelîl niha li Swîsre dijî û weke derhinêr, û Produsent xebata xwe didomîne. Berî du salan Firma Produksîona filman “Frame Film” li bajarê Bernê damezirand, me delîve dît ku em çend pirsan jê bikin û spasî bersiva me da.
- Te beşdarî di festîvala Dihok ya navnetwî de jî kir, tu kare ji mere behis bike?
Raste, filmê min Mêşevan, ku ji produksîona Televisîona ARTE a hikomî Swîsrî, Ev Film vê sale kete ser Perda sipî de, destpêka sala nû dicê Elmaniya û li hemu bajarên wê tê şanîdan.
Film li festîvala Duhokê a navnetewî hat sani dan, û xelata bastrîn filmê “Dokumentar” stand. Rastî bo kurdekî wek min, serfiraziyke, ku li kurdistanê jî festival bi vî awayî li dar Kevin. Ere her ku festîvala Duhoke sala xwe a dwiyemîne û sînema li cîhanê ji 120 salan de heye, ev jî bi rewşa kurdan û azadiya wa hatiye gerêdan. Her rêjîmen serdest nedihistin ku sînema li nav kurda peyda bibe, Lê me zora wan bir.
- Sînema Kurdî li gora we di çi astê de ye?
Rastî gava ku mi dest bi xwendina Sînema di sala 1986 an kir, sinemavanên kurd hema tunebun, cend navê Amaturan dihat gotin, ku akadêmi nexwendibun. Bi avakirina herêma Kurdistan gelek alîkarî bo filman hat danîn, xortên kurd ji Kurdîstana Rojhilat firsetek dîtin ku li wir bi alîkariya hukumeta Kurdistan Filman cêkin. Van salê dawî gelek film hatin cêkirin, lê di nerîna min de heta roja îro mirov negare bêje Sînema Kurdistanî ava buye, yan jî heye. Sînema ruhê gele, sînema Cultura Gele, û gava ku gel ne azad be, sînema li Kurdistan tunebin, ku mirov filman lê nisan bide tunebin, cinema jî nîne. Sînema hema ne du sê festîvalin. Yan jî ku filmekî kurdî cu festîvalekê û xelatek standi, nayê we wetê ku Cinema Kurdistan heye.
Niha filmê min “Mêsevan” şeş mehan li Sînema Swîsra kete distribusîone û bi dehan hezar xelk temaşe kirin, ma gelo ev Sînema Kurde??
- Tu li ser rewşa rojava û li ser xaka wê jibo karekî sînemayî nafikire, gelo?
Raste, mi du Sînaryo nivîsandine “Qamişlo” û “Xewnên Windayî”, Hema ku derfet ji mire were ez film li wir dikşînim. Lê mixabin heta niha durfetên Maddî û Ekonomî peyda ne bûne, lê a asayî nebeliye, ku ez karibim film li wir cêkim. Ji destpêkê de, gava ku mi dest ji xwendina Yasa (Huquq) û Dîrok li şamê berda û mi berê xwe da Cekoslovakiya bo ku ez Sînema bixwînim, mi dixwest ku Ez sînema li Kurdistana Rojava û ne li Europa çêkim.
- Çi kar li ber destê we heye, û ti ji karê xwe raziye gelo ?
Di serê sala nû de ezê dest bi kişandina Filmekî dirêj bi navê „Hechecîkê“ dikim, Film wê li Swîsra û li Kurdistana Başûr were kişandin.
Gelo ez ji karê xwe razîme yan na? Ev pirsek gelek girnge. Bo min her filmekî min, weke zarokek mine. Bera cawa be, sêrîn be yan jî ta’el be, her zaroka mine. Carina estengî derdekevin pêsiya min, lê ez herdem bi destê xwe, bi qeweta xwe dixwazim bi serkevim. Heta roja îro ti alîkarî ji Hukumeta Kurdistan bo min nebuye. Heta roja îro tu Partiyên Kurd ji min re negotine ma gelo ci bo te lazime, heta roja îro ez serfirazim û ev derkeftinek gelek mezine, gava ku mirov ji tu kesî re nebe kole.