REŞ
Ava te ya ku bi ser min de dirije reş e,
Stiranên te yên ku li pey darbesta min dibezin, reş in,
Peykerê te yê ku di çavê min de dirûxe, reş e,
Rêberên te yên ji zikê şevê derdikevin, reş in,
Gazinên te,
Bazinên te,
Banga tenbûra te,
Hinasa bilûra te û hemî rêçên xeyala te, reş in..
Dema ku baskên te dişikin, asoyên te reş in..
Û,
Û,
Dema ku çûkên bindestiya te çîveçîvê dikin,
Dîsa jî rûyên nêçîrvanên xewna te,
Reş in!
DESTÊN BAVÊ ÇETO
Bo Ekremê Gemo
Sibeh e,
Pinpinîkên bêrîkirinê li beybûnên destên te digerin..
Di nexşeya dengê te yê xapînok de,
Di xweliya bajarên mirina xwe de,
Wek ku welatekî parçebûyî bim,
li sînorên xwe dinêrim..
Li navnîşanên goristanên ezîzan dipirsim?
Li şewata pinpinîkên gulistanên şehîdan dipirsim?
Peyv bi peyv ji reşgirêdana stiranan dikevim
Û wek ku dastaneke bêdawî bim,
Di himbêza ewrên bendemana te de radikevim..
Sibeh e,
Destên Bavê Çeto di nav xwêya destên te de dihêlim,
Di bêrîkirinê de pîr dibim!
Û di bêrîkirinê de,
Dîwarên mirinê ji bîr dikim!
Û di bêrîkirinê de,
Wek destên Bavê Çeto jîr dibim!
TENHATÎ
Min nedixwest tu bi tenê,
Di nav lepên qederê de bimînî,
Dilê min ê parçebûyî şevdêriya kenê te dikir,
Çavên min;
pasvaniya rêya hilatina kirasê te yê rengîn dikirin..
Destê min ji ser pişta tivingê ranedibû..
Helbesta min bi pey şopa sirûda te diket,
velerzîna laşê te di hinasa min de radiket,
Min dixwest xwe bi gorî şemala te bikim!
Min dixwest ;
xencera bindestiyê ji zimanê te derînim,
Û di kezeba qederê de biçînim.
19. 08. 2012
London